Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin

  • rojane
  • 16:33 19 Gulan 2024
  • |
img

ENQERE - Siyasetmedarên ji Doza Kobanê girtî biryara dadgehê weke “qirkirina hiqûqê” û “xelatkirina DAIŞ’ê” nirxandin û wiha gotin: “Çi dibe bila bibe em ê ji têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê tawiîzê nedin.” 

Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî 108 kes jê dihatin darizandin, biryar hate eşkerekirin. Di danişîna biryarê ya di 16’ê gulanê de dosyayên 72 kesên derheqê wan de biryara girtinê hebû hatin cudakirin û derheqê 16 jê girtî 36 kesan de jî biryara hate dayîn. Li Demîrtaş 42 sal, li Yuksekdag 30 sal û 3 meh, li 24 siyasetmedarên din jî bi giştî 401 sal û 79 meh cezayê hefsê hate birîn. Li siyasetmedar Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Meryem Adibellî, Ayla Akat Ata û Ayşe Yagci li gorî rêzê 12 sal, 12 sal, 9 sal, 9 sal û 9 sal ceza hate birîn û hatin tehliyekirin. 
 
'DÊ DÎROK KESÊN EV XELAT DAYÎN DAIŞ’Ê EFÛ NEKE’
 
13 siyasetmedarên di dozê de girtî bi rêya parêzerên xwe re ji ajansa me re peyam şandin. 
 
Peyamên siyasetmedarên girtî wiha ne: 
 
“Gunay Kubîlay: Di şert û mercên ku jin dihatin tecawizkirin, li bazarên koleyan dihatin firotin, zarok dihatin revandin û qirkirin dihat kirin de sûc nîne ku mirov piştgiriyê bide û banga piştevaniyê bike. Tê zanîn ku li her devera cîhanê dema zarok radizên her kes bêdeng dibe, ne dema ku tên kuştin. Dîroka mirovahiyê dê cezakirina kesên ji ber bangawaziya li dijî barbariya DAIŞ’ê hatin cezakirin weke xelateke ji DAIŞ’ê re qebûl bike û dê kesên DAIŞ xelat kirin tu caran efû neke. 
 
KAHRAMAN: EM Ê GOTINA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ BIDOMÎNIN 
 
Zeynep Kahraman: Tehliyekirina pênc siyasetmedaran bila tu kesî nexapîne. Di esasê xwe de hukmê xwe li gorî 302’yê dan. Me heta dawiyê li ber xwe da û yek kêliyê jî dudil neman. Di şexsê qirkirinên Kobanê û Şengalê de me sekna xwe ya mirovî ya birûmet raber kir. Em hêz û moralê xwe ji mafdariya xwe duh û îro digirin. Me serî li ber fermanên derheqê me de hatine dayîn netewand. Me bi tililiyan dest pê kir û got ‘Bijî berxwedana Kobanê’ û dê bi ‘Jin Jiyan Azadî’ bidomînin.
 
OLBECÎ: BERHEMA ENDEZYARIYA SIYASÎ YE
 
Zeynep Olbecî: Ez weke dîlgirtî têm ragirtin. Daxwazên demokratîk ên gelê kurd tên hepskirin. Dixwazin xeyalên me heps bikin. Ev dosya, berhema endezyariya siyasî ye. Tu bingeheke wê ya hiqûqî nîne. Xerabiyeke birêxistinkirî û sîstematîk e. Tişta herî girîng a em di vê pêvajoyê de li ser pêyan girtî, piştevanî bû. Divê muxalefet û hemû bindest çavên xwe vekin. Bertekên wan ên demokratîk û piştevaniya wan erênî ye. 
 
ALTINORS: JI BO TWÎTEKÊ 22 SAL Û NÎV CEZAYÊ HEFSÊ
 
Alp Altinors: Ji bo tweetekê 22 sal û nîv cezayê hepsê! Tweeteke ku DMME’yê weke hêmayê sûc qebûl nekiriye! Ji bo tweeteke li dijî DAIŞ’ê banga protestoyên demokratîk kirî! Duh li Enqereyê qirkirineke hiqûqê hate kirin. 
 
URKUT: EV ROJ DÊ DEBAS BIBIN
 
Alî Urkut: Em ê ji demokrasî, aştî û têkoşînê tawîzê nedin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin. Bi hezarna hevalên me yên mîna me bedel dayîn hene. Em baş bi vê hiqûqa dijminatiyê dizanin. Ev roj dê derbas bibin. Silav û hezkirinên xwe ji bo dest û rêhevalên xwe yên mil didin têkoşîna me û didomînin re dişînim. 
 
ŞENGUL: WIJDANA ME REHET Û SERÊ ME BILIND E 
 
Îsmaîl Şengul: Tevî biryarên hatine dayîn jî em ê ji têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê paşvegav neavêjin. Bi hesabên zirav ên endezyariya siyasî re zabitên dadgehê tije kirin. Bila vê bizanin ku tu wate û nirxekî kaxizên danîn pêşiya me tune ne û dê nebin. Dema hovên DAIŞ’ê li Kobanê komkujî dikirin, dema mirov direvandin, jin tecawiz dikirin û li bazarên koleyan diforitin, me nedikariya bêdeng bisekinin. Em bêdeng neman jî! Weke siyasetmedarên birûmet ên vî welatî me li hemberî vê trajediya mirovahiyê, me banga têkoşîn û hestiyariyê li gelên xwe û raya giştî kir. Bi vê yekê re me peywira xwe ya însanî pêk anî. Lewma jî wijdana me rehet û serê me bilind e. Têkoşîna ku me duh li dijî DAIŞ’ê li Kobanê kirî, em ê bi yekitî, piştevanî û yekbûna xwe mezintir bikin. Ji tevahiya gelê me re rêz û hurmetên xwe dişînim. Ji ber piştevaniya wan a di vê pêvajoyê de, spasiya wan dikim.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

20/05/2024
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin