Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin

  • rojane
  • 09:22 20 Gulan 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Di rojên dawî de li dijî kurdan û muxalîfan operasyonên binçavkirinê zêde bûn. Di 1’ê Gulanê de herî kêm 372 kes hatin binçavkirin, 108 kes hatin girtin û 2 kes jî bi cezayê hefsa malê hatin cezakirin. Ji bo binçavkirinan jî protestoyên li dijî xexpkirina îradeyê ya li Wanê û pîrozbahiyên 1’ê Gulanê wek hincet hatin nîşandan. 

 
Tifaka Cumhûrê di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de rastî têkçûnekî mezin hat û di demên dawî de dest bi peyamên “nermbûnê” kir. Desthilatê li aliyê din li dijî kurdan û muxalîfan dest bi operasyonên binçavkirin û girtinan kir. Di 1’ê Gulanê de 372 kes hatin binçavkirin û ji van 108 kes hatin girtin. Ji kesên hatine girtin 49’ê wan yên di 1’ê Gulanê de têketina wan a Qada Taksîmê hatibûn astengkirin, 37’ê Wan jî yên li dijî xespkirina îradeya li Wanê tev li çalakiyan bûbûn in.  
 
 
Serdagirtinên malan ên ewil dijî kedkar, partiyên çepgir-sosyalîst û saziyan hate lidarxistin. Tevî yên di 1’ê Gulanê de li qada çalakiyê hatine binçavkirin, 65 kes jî di serdagirtinên malan de hatin binçavkirin. Ji 65 kesan 38’ê wan bi îdiayên “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan”, “propagandaya rêxistinê”, “berxwedana li dijî peywirdarê camaweriyê” hatin girtin, yên din jî hatin berdan. Binçavkirinên li Stenbolê yên piştre hatine kirin jî li dijî partî û saziyên sosyalist pêk hatin. 
 
Di serdagirtinên di 5’ê gulanê hatine kirin de 12 hatin binçavkirin û ji wan 11 kes hatin girtin. Bi vî awayî hejmara binçavkiriyan derket 49’an. Li gel îtîrazên piştre hatine kirin 2 kes hatin berdan. 
 
LI WAN Û ÎZMÎRÊ 37 KES GIRTIN
 
Piştî Stenbolê vê carê cihê operasyonan bû Wan. Piştî ku di 31’ê Adarê de mafên bidestxistî yên Abdullah Zeydan jê hatin girtin, çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Di 8’ê gulanê de li Colermêrg û Wanê 9 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin 7’ê wan bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê” û “Zirar dayîna malê cemaweriyê” hatin girtin, li 2 kesên din re jî cezayê hefsa malê hate birîn. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê daye destpêkirin de di 13’ê gulanê de 55 kes di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Ji 55 kesan 21’ê wan bi îdiayên “Berxwedana li dijî polîsan”, “Endamtiya rêxistinê” û “Zirar dayîna malê cemaweriyê” hatin girtin, 34 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Dîsa bi heman hincetê di 15’ê gulanê de li Îzmîrê 16 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin 9’ê wan hatin girtin 7 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.  
 
BINÇAVKIRINÊN  DIN
 
Serdagirtinên malan di destpêka rojên ewil ên meha gulanê destpêkirin. Di 2’yê gulanê de li Bûrsayê 20 kes, li Mêrdînê 2 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin Nesîbe Akan, Mahmût Yildirim, Ozgur Zîrek û Nûrûllah Dûrmaz bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin û kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li Îzmîrê şeva 2’yê gulanê di serdagirtina malê derhênerê dîmenê, sinemager û çêkerê belgefîlman Koray Kesîk hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hate berdan. Disa di 3’ê gulanê de li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin û piştre hatin berdan, Yoldaş Aba û Sedat Aba yên di 29’ê nîsanê de hatibûn binçavkirin bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.   
 
Di 30’ê nîsanê de li Şirnex û Edeneyê di serdegirtinên mala de 26 kes, hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan E.G. û E.Y. bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Beyî destûr madeyên bi talûke bi ser xwe girtinê” hatin girtin. Kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
ROJNAMEGER HATIN BINÇAVKIRIN
 
Li Amedê di 6’ê gulanê de rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Ûsê, endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sema Koç jî di nav de 8 kes bi îdiayên “Endamtiya rêxistnê” û “Muxalefeta qanûna astengkirina fînansekirina rêxistinê” hatin binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di 7’ê gulanê de li Rihayê 17 kes, di 18’ê gulanê de li Antalyayê 17 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan. 
 
Li Stenbolê di 15’ê gulanê de endamê Meclisa Partiyê yê DEM Partiyê Unal Yûsûfoglû, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û tevî gelek partiyiyan, herî kêm 20 kes bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. Ji 20 kesan 6’ê wan hatin girtin, 14’ê wan bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di heman rojê de li Antalyayê Hevserokê Navçeya Doşemealtiyê yê DEM Partiyê Fehmî Karakûş û Ahmet Refîk Akarca û Derya Polat, li Antalyayê jî 6 kes hatin binçavkirin. 9 kesên hatine binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di heman rojê de li Bedlîsê 16, li Wanê jî kesek hate binçavkirin. Ji binçavkiriyan kesek hate girtin 16 kesên din jî hatin berdan.   
 
Li navçeya Tûrgûtlûya Manîsayê di 16’ê gulanê de ji ber di dema pêvajoya hilbijartinê de strana bi navê “Bêrîtanê” di wesayîta hilbijartinê de vekirine 8 kes hatin binçavkirin. Ji 8 kesan 3 kes hatin girtin û yên din jî hatin berdan. Li Stenbolê 20 ciwanên rêberên şoreşger ên Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bî bînin hatin binçavkirin. 4 ciwan bi hinceta “berxwedana li dijî polîsan” hatin girtin. 
 
KESÊN KIRARIYÊN WAN ÊN BINÇAVKIRINÊ DIDOMIN
 
Dîsa di heman dîrokê de polîsan bi ser gelek malên li Şirnex, Mêrdîn, Mêrsîn û Colemêrgê girtin û 68 kes hatin binçavkirin. Di 17’ê gulanê de li navçeya Cizîra Şirnexê ji bo îfadeyê gazî Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil û hunermend Ûmût Reşît Çagli kirin û piştre hate binçavkirin. Kirariyên binçavkiriyan didomin. 
 
MA / Tolga Guney 

Sernavên din

20/05/2024
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin