Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin

  • rojane
  • 14:06 20 Gulan 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku di qezaya helîkopterê de mir, di “Komîteya Mirinê” de cih digirt û weke berpirsyarê mirina 3 hezar kesan tê zanîn. Di serî de çalakiyên ji bo Jîna Emînî, bi helwesta xwe ya tundiya li kolanan û biryarên darvekirinê di bîra her kesî de ma ye.  

 
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan, Melayê Xutbê yê Tebrîzê El Haşîm û Waliyê Azerbaycana Rojhilat Dr. Melîk Rahmetî duh bi şev dema bi helîkopterê diçûn qeza kirin û mirin. Reîsî, di hilbijartinên sala 2021’an de weke serokomar hatibû hilbijartin. Krîza aborî, çalakiyên Jîna Emînî, pevçûnên bi Îsraîlê re û dijminatiya li dijî kurdan mohra xwe li serdema Reîsî dan. 
 
DI KOMÎTEYA MIRINÊ DE CIH GIRT
 
Reîsî, di 14’ê kanûna 1960'an de li Meşhedê ji dayik bû. Piştî Şoreşa Îslamî ya sala 1979’an a li Îranê, di sala 1981’an de weke dozgerê Kereçê hate tayînkirin. Di demekî kin de weke Wekîlê Serdozgerê Tehranê hate tayînkirin. Bi fermanên rêberê olî yê Şoreşa Îranê, di sala 1988’an de di nava komîteya ku fermana kuştina muxalîfan dida de cih girt. Muxalîfên rejîmê navê “Komîteya mirinê” li vê komîteyê kirin. 4 endamên komîteyê hebûn û Reîsî jî yek ji wan bû. Di heman demê de Reîsî ji hêla muxalîfan ve weke “Ayetûllahê komkujiyan” tê binavkirin. Tê îdiakirin ku dema di komîteya biryara îdaman de cih digirt nêzî 3 hezar kes hatine bidarvekirin. Ji ber rola xwe ya di bidarvekirina girtiyên siyasî de û tepisandina çalakiyên kolanan ên di sala 2009’an de, di mijdara 2019’an de DYA’yê xist nava lîsteya kesên dê zext lê werin kirin. Reîsî, têkildarî rola xwe ya di darvekirinan de tu carî neaxivî. 
 
Piştî mirina Humeynî, Reîsî di sala 1989-1994’an de Serdozgertiya Tehranê, di navbera 1994-2004’an de jî Serokatiya Venêrîna Dewletê kir. Di sala 2004'an de Reîsî bû Cîgirê Yekemîn ê Serokê Erka Darazê, di sala 2014'an de bû Serdozgerê Giştî yê Îranê, di sala 2016’an de jî bû Serokê Weqfa Turbe û Kulliyeya Îmam Riza a li bajarê Meşhedê. Di adara 2019'an de Reîsî bû Serokê Erka Darazê û di 18’ê hezîrana 2021’ê de jî di hilbijartinan de bi ser ket û bû Serokkomarê 8’emîn ê Îranê. 
 
ÎDAM SÊ QET ZÊDETIR BÛN
 
Reîsî ku di sala 1988'an de endamê “Komîteya mirinê” bû, piştî bûyî serokkomar, hejmara kesên li Îranê tên bidarvekirin zêdetir bû. Li gorî rapora hevpar a Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê Norweç e û Li Dijî Cezayê Îdamê Bihevre (ECPM) a navenda wê Fransa, di sala 2021’ê de ku Reîsî bûbû serokkomar herî kêm 333 kes hatin bidarvekirin, ev hejmar di sala 2022’yan de bû 582, di sala 2023'yan de jî derket 834'an. Hema hema cezayên darvekirinê 3 qet zêdetir bûn. Balkêş e ku piraniya van ji welatiyên ji gelên cuda û bawermendên olên cuda bûn. Rejîma ku aktîvîstên siyasî yên kurd li qadên ji gel re vekirî bi dar ve dikir, di sala 2023’yan de bi îdaman gelê belûc hedef girt. Li gorî rapora 2023’yan; ji 834 kesên hatin bidarvekirin 167 jê belûc in. Tevî ku rêjeya nifûs belûcan a li Îranê ji sedî 5 jî ji sedî 20’ê kesên di sala 2023’yan de hatine bidarvekirin, belûc in. 
 
TUNDIYA LI DIJÎ ÇALAKIYÊN DERHEQÊ KRÎZA ABORÎ DE 
 
Reîsî di serdema serokkomariya xwe de hem li hundir hem jî li derve polîtîkayeke êrişkar meşand. Di hilbijartinan de bi soza “Têkoşîna li dijî krîza aborî” hatibûn hilbijartin lê bi hilbijartinê re protestoyên krîza aborî dest pêkirin. Di gulana 2022’yan de zemekî pir zêde ji bo nan û meqerneyê hate kirin û vê jî li seranserî Îranê rê li ber protestoyên mezin vekir. Bi taybet jî çalakiyên herî bibandor li eyaleta Huzistanê hatin lidarxistin û rejîmê jî bi tundî êriş bir ser. Di êrişên hêzên ewlekariyê û muhafizên şoreşê de gelek kes birîndar bûn, hatin binçavkirin û girtin. Li bajarên çalakî lê dihatin lidarxistin înternet bi temamî hate qutkirin û li bajarê derdorê jî hate kêmkirin. 
 
ROL Û RISTA WÎ YA DI XWEPÊŞANDANÊN JÎNA EMÎNÎ DE 
 
Piştî vana çalakiyan di salên herî dawî de Îran bû cihê xwepêşandanên girseyî. Jîna Emînî bi zimanê farisî wekê Mehsa Emînî dihate naskirin, jinek 22 salî ya kurd bû ku di 13’ê Îlona sala 2022’yan de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi hinceta ku xwepêçana wê sererast û serûber nîne hatibû desteserkirin û ji aliyê heman hêzan ve di dema desteserkirinê de hatibû îşkencekirin. Ji ber derbên polîsan ku li serê Jîna Emînî dikeve, di 19’ê îlona sala 2022’yan de li Nexweşxaneya Kesrayê ku li ser kolana Alvend a li qada Arjentîn a Tehranê ye jiyana xwe ji dest dabû.
 
Jîna Emînî keçeke kurd e ku ji bajarê Seqiza Rojhilata Kurdistanê bû. Jîna di nav malbateke rewşenbîr de mezin bûbû. 
 
Hê Jîna Emînî li nexweşxaneyê dihat dermankirin û binçavkirî bû li ser seranserî Îranê xwepêşandanan dest pê kir û ev xwepêşandan dê bibûya çirûska xwepêşandan û çalakiyên li asta cîhanê. 
 
Dîmenên jinên kurd û yên îranî ku şalpeyên xwe dişewitandin û porê xwe jê dikirin belav dibiûn û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bû remz û nîşana çalakiyên li asata cîhanê. Îbrahîm Reîsî piştî mirina Jînayê daxuyanî da û gotibû, “Em ê rê nedin xwepêşandan û serhildêran. Ev daxwaziya gel e.” 
 
Lê tevî daxuyaniya Reîsî jî xwepêşandan li tevahiya Îranê belav bûn û hikûmeta wî li dijî xwepêşandanan dest bi zextên tund kir. Reîsî ferman da polîsan ku êrişî xwepêşandaran bikin. Xwepêşandan bi mehan berdewam kir. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî; 551 xwepêşandar ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin. Ji 20 hezarî zêdetir xwepêşandar hatin binçavkirin û 9 xwepêşandar jî hatin bidarvekirin. 
 
QANÛNA ŞALPEYÊ PÊŞKÊŞ KIR 
 
Reîsî helwesta xwe ya hişk li welat berdewam kir. Di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî de wî pêşnûmeya qanûna “Piştekkirina Çanda Îffet û Şalpeyê” pêşkêşî Meclisa Îranê kir. Di 23’yê îlona 20223’yan de ev qanûn hat erêkirin û bi vê qanûnê re kesên ku qanûna çalpeyê binpê bikin wê cezayê pereyan li wan bê birin, xizmeta wan a li bankayan bê astengkirin û dê karûbarê edlî bê destpêkirin. 
 
POLÎTÎKAYA WÎ YA LI ROJHILATA NAVÎN 
 
Di dema Reîsî yê ku di siyaseta navxweyî de bi helwesta hişkt tê nasîn, li Rojhilata Navîn jî her ku çû hêrsdarî ango tansiyon zêde bû. Reîsî bandora xwe ya li ser Iraq, Sûriyê û Yemenê berdewam kir û di dema wî de cara yekem Îranê rasterast û eşkere êriş bir ser Îsraîlê. Di 1’ê nîsana 2024’an de Îsraîlê li Sûriyê êrişî Sefaretxaneya Îranê kir û piştre di 13’ê nîsanê de Îranê bi amûrên hewayî yên bêmirov û moşekan êrişî Îsraîlê dikir. Îranê navê “Tevgera Sadik Vaat” li êrişa xwe kir. Îsraîlê jî li dijî Îranê dest bi êrişan kir. Piştî van êrişan Reîsî îdia kir ku her roja ku diçe gel li dijî helwesta wan a Amerîkayê û Îsraîlê piştgirî dide wan. Reîsî ku bi helwesta xwe ya hişk dihat nasîn di meseleya Filîstînê de jî li dijî Îsraîlê gotinên hişk û tund anîbû ziman. Beriya helîkopterê bikeve bi çend seatan Reîsî dîsa piştevaniya xwe ya ji bo Filistînê anîbû ziman û gotibû, “Filistîn meseleya ewil a welatên misilmanan e.” 
 
GAVÊN ASAYÎBÛNÊ 
 
Reîsî di adara 2023’yan de ji bo navbera xwe û rikberê xwe yê li herêmê Erebistana Suîdî xweş û rast bike, gav avêtin. Tevî şerê li Filistîn û Îsraîlê jî Reîsî bi Erebistanê û Misrê re hevdîtin pêk anî û ev ket nav pêvajoya asayîbûnê. Reîsî bi Tirkiyeyê re jî ango bi Tayyîp Erdogan re jî li hev bû û wek hev difikirîn. Reîsî di 24’ê çileya îsal de di 10 xalên wek aborî, ewlehî, çûnehat, gumrik, sînor û çandiniyê de hevkarî û peyman li gel Erdogan da îmzekirin. 
 
GELEK KESAN REHMET LÊ NEKIR 
 
Li aliyê din piştî ketina helîkoptera Reîsî bi hezaran bikarhenêrên medya dîjîtal, nûnerên mafên mafên mirovan û rêxistinên jinan mirina wî radigihandin û wî wek berpirsê darvekirin û zextên li ser jinan belav kirin. Her wiha li bajarê Jîna Emînî Seqizê xelkê mirina wî bi teqandina fişekên hewayî pêşwazî kirin. 

Sernavên din

20/05/2024
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin