Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e

  • rojane
  • 11:00 23 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtî Nilufer Şahîn anî ziman ku ew mafên li Ocalan tên astengkirin bi kar neanînê, dixwazin bandora tecrîdê vebêjin, bidin fêmkirin û wiha got: “Ocalan ji bo Tirkiye û kurdan şansê aştî, azadî û jiyanekî ewle ye.” 
 
Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” çalakiya xwe ya greva birçîbûnê wek boykotkirina dadgehan, derneketina hevdîtîn û telefona malbatan didomînin. Girtiyên ji bo balê bikêşin ser tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêjin “Em ê şert û mercên Îmraliyê bijîn” di domandina çalakiyên xwe de bibiryar in. 
 
Nilufer Şahîn a 20 sal in girtî ye û di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, bi nameya ji ajansa me re şandiye çalakiya girtiyan, bendewariyên xwe yên ji derve, derbarê rêxistinên sivîl ên civakî yên li Tirkiyeyê û bêdengiya parastvanên hiqûqê nirxandin kirin. 
 
‘TECRÎD ISRARKIRINA ŞER E’
 
Şahîn balê kişand ser çalakiyên xwe yên piştî grava birçîbûnê a “Di şert û mercên Serokatiyê de jiyan” û sedemên destpêkirina vê çalakiyê sekinî û got: “Nahêlin birêz Ocalan û 3 hevalên li Îmraliyê tên ragirtin bi malbatên xwe re hevditinê bikin, mafên xwe yên telefonê bi kar bînin, nahêlin bi derve têkiliyê deynin, nahêlin mafên xwe yên di çorçoveya qanûn û hiqûqê de hatine diyarkirin bi kar bînin. Ev yek tecrîd e. Em jî dixwazin bi kar neanîna van mafan dixwazin balê bikêşin ser tecrîdê û rewşa tecrîdê bidin fêmkirin. Çalakiya me îtîraza binpêkirina mafên edalet û hiqûqa di çarçoveya netewî û navneteweyî yên Rêberê me yê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîd û îzalasyon li kê were sepandin îşkence ye. Li gorî edaletê û hiqûqê tecrîda girankirî wek şêwazekî îşkenceyê tê dîtin. Dema ev yek li rêberê gelekî tê sepandin bandora vê yekê berfirehtir û watedartir e. Bi milyonan kurd vê tecrîda dewletê ya bi ser birêz Ocalan dide sepandin, wekî ku bi ser xwe tê sepandin dihesibîne. Em wek hezaran girtiyên siyasî, bandora tecrîdê hem wek fizîkî hem wek derûnî girantir hîs dikin. Li aliyê din em bandora birêz Ocalan a li ser welatê xwe, Tirkiye û gelên li herêmê dizanin. Bêyî Ocalan çareseriyek pêkan nîn e, rasteqîn nîn e. Em dizanin ku tecrîdkirina birêz Ocalan a ji hêla dewletê tê sepandin di şer de israrkirin e. Em ji bo ev şêwaza sisasetê dawî bibe di çalakiyê de ne.” 
 
JI BO TECRÎDÊ VEBÊJIN DI ÇALAKIYÊ DE NE
 
Şahîn bal kişan ser armanca derbaskirina qonexekî din a çalakiyê û ev tişt gotin: “Em hewl didin şert û mercên tecrîda ser Abdullah Ocalan tên meşandin ji civakê re vebêjin. Em nikarin bi şert û mercên li birêz Abdullah Ocalan tên sepandin bijîn lê belê em dikarin heya astekî van şertan bijîn. Ji ber ew di girtîgehekî li giravê tê ragirtin û derveyî 3 girtiyên tu têkiliya wî bi derve re nîn e. Tevî vê yekê jî telefon nekirina me ya malbatan, boykotkirina dadgahan û derneketina hevdîtina bi malbatê re, bi ser malbatan gelek bandor dike. Bêguman birêz Ocalan û 3 hevalên li gel li dijî şert û mercên giran li ber xwe didin. Em jî dê vê berxwedana xwe bidomînin.”
 
WEKÎHEVBÛNA OCALAN Û MANDELA 
 
Şahîn diyar kir ku şert û merc û cihê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Mandela dikarin wekî hev werin nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di Başûrê Efrîqayê de di rakirina cihêkariya neteweyî de bandora bandora Mandela çi be, li Tirkiyeyê jî di çareserkirina pirsgirêka kurd de cihê Ocalan jî wekî hev in. Mînakekî nûjentir jî heye. Em wek mînekekî neyînî li pirsgirêka Filîstîn û Îsraîlê binêrin. Encama demdirêj a tasfiyekirina Arafat û Rêxistina Rizgariya Filîstînê (FKO) yê. Encama tasfiyekirina Arafat bû qirkirina gelê Filîstînê li aliyê din ji Îsraîlê re bû şer û krîzên kurtir. Bi Arafat û FKO’yê bingeha lihevkirinê ya ji bo her du gelen jî hebû. Heke gelê Îsraîlê û saziyên demokratîk têkoşîna îro didin di wê rojê de dabana dê bêguman şert û mercên ewle, wekhev û azadtir hebana. Bi kurtasî birêz Ocalan ji bo Tirkiye û kurdan tê wateya aştî, azadî û jiyanekî ewle. Ji bo her du gelen jî rola wî dîrokî ye. Em wek kurd vê yekê dizanin û dixwazin bi çalakiyên xwe ve vê yekê vebêjin, taybetî jî ji bo şert û mercên wî yên tenduristî û ewlehiyê baştir bikin, piştevaniyê têkoşîna tê dayîn dikin.” 
 
SARTREYEKÎ TIRKAN NÎN E'
 
Şahîn anî ziman ku têkildarî tecrîda ev 25 sal in bênavber tê meşandin li 74 welatên cîhanê bi pêşengriya nivîskar, rewşenbîn û akademîsyenan kampanyeyek hatiye destpêkirin, rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqê yên li Tirkiyeyê têra xwe bertekan rêxistinê nekirine û got ev rewş jî tengbûna asoyên rêxistinên sivîl ên civakî nîşan dide. 
 
Şahin di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku “bîrdoziya dewletê” bi têra xwe kûr e û wiha pê de çû: “Demokrat û rewşênbîrên wê jî nikarin xwe ji vê bîrdoziyê rizgar bikin. Dema ku mijar dibe kurd, ev bîrdozî rasterast dikeve meriyetê. Axaftina Rêberê gelê kurd, anîna ziman a şert û mercên derveyî mirovahiyê yên tê de tê ragirtin, îtîraz kirin, ji anîna ziman a pirsgirêka kurd bêhtir, wêrekiya siyasî, zanebûna demokrasiyê û parêzvaniyekî rast a hiqûqê divê. Em organîzasyonên demokratîk ên tirk, saziyên sivîl û kesên bi vî awayî nabînin. Em yek ji şert û mercên salên 90’î xirabtir e. Bifikirin ku di demên şer herî giran bûn de nûnerên medya giştî yên wêrek hebûn ku bi birêz Ocalan re roportajê pêk bînin. Rewşenbîrên tirk, hiqûqnas ên li dijî bîrdoziya fermî ya wê demê û mekanîzmayên şerê taybet derdiketin hebûn. Berdêla van liv û tevgeran, di wan rojan de gelek girantir bûn. Lewma divê berpirsyariya wijdanî û rewşenbîriya demokratîk a rewşenbîran hebe. Ev di hêla asta rewşênbîr, demokratên tirk de astekî girîng e. Bi desthilata AKP’ê re ev helwest lewaz bû. Qirkirina ferasetê ya bi vî awayî hate jiyîn. Pîvanên demokrasî û hiqûqê hatin berovajîkirin. Rêgezên hiqûq û demokrasiyê xistin asta ‘berjewendiyên neteweyî’. Hiqûq û demokratî ji ber nêzîkatiya ‘netewperestiya laîk’ û ‘netewperestiya olperest’ ketiye ber dest û piyan. Dewlet û rewşenbîr dema ku mijar dibin Rêberê gelê kurd û kurd di siyaset û hiqûqekî taybet de dibin yek. Rewşenbîr û demokratên li Tirkiyeyê, rêxistinên sivîl ên demokratîk û saziyên hiqûqê bi vê feraseta xwe ve dibin mêtinger. Bifikirin ku di polîtîkayên şerê taybet ên li dijî birêz Ocalan tên meşandin de tewşenbîr û demokratên li Tirkiyeyê dibin yek û bêdeng dimînin. Bi vê yekê derveyî exlaqî û hiqûqî domandina vê tecrîdê re dibin alîkar. Îro mixabin Sartreyekî (Jean-Paul Charles Aymand Sartre, rewşenbîr û nivîskarê Fransî) Tirkan hebana dê di vê qonaxê de şansekî çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd jî heba. Rola birêz Ocalan, çareseriya pirsgirêka kurd, derfetên çareseriyê û krîza Tirkiye ketiye tê de, dê baştir bihatana dîtin. 
 
‘JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ RABIN’
 
Şahîn di dawiya axaftina xwe de wiha bang li malbat û civakê kir: “Banga me ji malbatan ew e ku li derve bêhtir xwedî li çalakiya me derkevin, ji bo careke din me bibînin bila bêhtir ked bidin ku îşkenceya tecrîdê were rakirin. Ji hemu civakê bendewariya me ev e. Divê baş li ser xizanî, bêkarî, û gelo şer çima heye, were sekinîn. Dewlet di budçeyê de para mezin ji şer re vediqetîne. Desthilata xwe bi vî awayî didomîne. Çalakî balê dikişîne ser mijarekî tevahiya Tirkiyeyê eleqedar dike.  Azadî û aramî ji çareserkirina pirsgirêka kurd derbas dibe. Ev yek bi birêz Ocalan re pêkan e. Bi vî aliyê xwe ve, ji bo her kesekî, ji bo civakê, ji bo tirk û kurdan şansek e. Niha ya ku dewlet dîl girtiye û tecrîd kiriye di heman de mê de derfeta aştiyê ya gelen e. Em bi çalakiya xwe berjewendiyên civakê difikirin, bi ser navê civakê tevdigerin, bang li kesên baweriya xwe bi rêgezên hiqûqê yên gerdûnî tînin dikin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd a aştiyane, ji bo rakirina tecrîda ser birêz Ocalan rabin.” 
 

Sernavên din

23/05/2024
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin
14:44 Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin
14:23 Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin
13:49 Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
13:28 Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat
10:05 Parlamenterên DEM Partiyê meşiyan ber Wezareta Dadê: Tecrîdê rakin
10:00 Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin
09:36 Kekê Hantaşê ku polîsan qetil kiribû: Divê canê kurdan ewqas bêqîmet nebe
09:33 Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in
09:20 Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne
09:18 Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin
09:17 OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide
09:16 Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in
09:01 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan di roja 178'an de didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 211 roj in agahî nayên girtin
09:00 Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
08:44 Erdogan erka ‘ragihandina şer û seferberiyê’ jî xist bin kontrola xwe
21/05/2024
23:19 Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
20:17 Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek
20:10 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome
18:30 Ji bo 3 rojnamegerî biryara tahliyeyê
17:05 Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin
16:26 Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin
15:51 Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
15:50 Li Curnê Reş banga beşdariya şahiya sibê hat kirin
15:05 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir
14:59 Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye
14:41 Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt
14:12 Nûnerên saziyan û xelkê serdana her sê siyasetmedaran kir
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê