Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

  • jin
  • 12:06 23 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dê di 11’ê hezîranê de bên lidarxistin bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadî re ber bi şaredariyên demokratîk ve” deklarasyoneke hevpar eşkere kirin. 

 
Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenubyayê têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dê di 11’ê hezîranê de bên lidarxistin, bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadî re ber bi şaredariyên demokratîk ve” deklarasyoneke hevpar eşkere kirin. Endama Lijneya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsûf di çalakiyê de axivî û wiha got: “Me di encama têkoşîn û zehmetiyên mezin de xwe gihand van rojan. Ji bo di rêveberiya xweser de rengê jinê derkeve pêş em îro li vir in. Cara ewil jinan bi îradeya xwe namzetên xwe diyar kirin. Jin li dijî hemû êşan û kesên hewl didin wan bieciqînin serî radikin û ji bo şaredariyan ji zîhniyeta baviksalar rizgar bikin têdikoşin.” 
 
Piştî axaftin û danasîna namzetan jî deklarasyona hilbijartinê hate eşkerekirin. Kurdiya deklarasyonê ji hêla Berdevka Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo ve hate xwendin. 
 
Deklarasyon wiha ye:
 
“Jinên Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salên dirêj ji bo welatekî azad û civakeke demokratîk, li dijî hêzên dagirker û faşîst da. Her wiha li dijî hişmendiya kevneperest, feodal, desthilatdar, olperest û zayendperest têkoşiya û ev têkoşîn wekî rêxistinên Kongra Star û Koma Jinên Zenûbiya şênber bûye.
 
Kongra Star û Koma Jinên Zenûbya hewil daye jiyana demokratîk ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinê ava bikin; ji siyaset heta dîplomasî, parastina cewherî, aborî, komun, meclis, rêveberiyên herêmî, tenduristî û perwerdeyê di her qades jiyanê de gotin, reng û îradeya jinê derxînin holê.
 
Îro pêvajoyek hesas tê jiyankirin, lewma pêwîstî heye ku şoreşê bikin şoreşa civakî û hilbijartinên şoredariyan ji bo vê yekê gavek girîng e.
 
Komîseriya Bilind a Hilbijartinê eşkere kir dê di 11’yê hezîrana 2024’an de hilbijartinên şaredariyan çêbibin. Kongra Star û Koma Jinên Zenubya jî bi armanca ku bi nasmaneya xwe tevlî hilbijartinan bibin, dest bi amadekariyan kiriye. Di çarçoveya amadekariyan de pêşhilbijartinên diyarkirina namzetan hatine çêkirin. Li Herêma Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cara yekem hilbijartinên wiha çêdibin. Em dikarin bibêjin ku heyecaneke mezin di nava jinan de ava kiriye û bandor li ser tevahî beşên civakê çêkiriye.
 
PERGALA HEVSERKATIYÊ
 
Kongra Star û Koma Jinên Zenûbya pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev gelekî girîng dibînin, di vê çarçoveyê de xebatan dimeşînin û bi armanca avakirina şaredariyên ekolojîk li 133 bajar û bajarokan pêşhilbijartin çêkirine. Ji hilbijartinan 68 li Kantona Cizîrê, 15 li Kontona Firatê û 50 jî li kantonên Dêrazor, Reqa, Tebqa û Minbicê hatine çêkirin. Di van hilbijartinan de tenê jiyan deng bikar anîne û namzeyên jin ên ji bo hevserokatiya şaredariyan hatine diyarkirin.
 
POLÎTÎKAYÊN DÊ BÊN MEŞANDIN
 
Armanca me ya ji bo şaredariyan ev e; 
 
* Li hemberî qirkirna ekolojîk a ku bi destên dewleta dagirker li ser daristan, av, çiya û erdnigariya me tê meşandin, parastina xweza, ax, av û hewayê erkê herî bingehîn e, têkoşîna ekolojîk tekoşîna edaleta bi destê jinê ye.
 
* Hilbijartinên şaredariyan ji bo demokrasiya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwe rêvebirin û avakirinêgaveke giring e. Me wekî jin çawa di her gava avakirina civakî de cihê xwe girt, îro jî em ê bibin yên ku di şaredariyan de rola sereke bilîzin.
 
* Em çiqasî tevlî pêvajoyên bîryaran bibin û polîtîkayên şaredariyan bi hev re diyar bikin, em ê ew qasî karibin rê û rêbazên jiyana xwe û cihê em lê jiyan dikin baş bi rêk û pêk bikin.  Bi hişmendiya kes û civaka azad, civaka demokratîk û komunal, aştiyek mayînde, jiyana wekhev a gelan, feraseta şeredartiya demokrasiya yekser re em ê jiyana wekhev û azad ava bikin.  
 
* Em ê jiyana civakî bi nirxên azadî û wekheviyê ji nû ve ava bikin, biparêzin û mayînde bikin, em ê polîtîkayên alîgirên jin pêş bixin û rêgeza xwe birêvebirinê esas bigirin.  
 
* Em ê bi perwerdeya bi zimanê dayikê, plansaziya bajêr, mîmarî, bi awayekî wekhev ji xizmetguzariyê sûd wergirtin, ragihandin-weşan, çand û huner, çûn-hatin, tenduristî, aborî, ekonomî, polîtîkayên etîk û estetîk, bi awayekî xweser xwe rêxistinkirin, avakirina hevjiyana azad, sîstema hevserokatiyê û nûneriya wekhev re bi ser kevin.    
 
* Bi feraseta jin a xwe dispêre şaredariyên pir çandî re, em ê maf û wekheviya hemû komên bawerî û gelên Kurd, Suryanî, Asurî, Ereb, Turkmen, Ermenî; baweriyên elewî, sunî, misilman, xiristyan û ezidî biparêzin.   
 
- Em ê sîstema hevserokatî û nûnertiya wekhev wekî rêgez qebûl bikin.  Ji bo ewlehiya mafê jin û azadiya wê, wê jin di her qadê de bi awayekî xweser û serbixwe xwe rêxistin bikin, wekheviya zayendan û hevsengiya hemû cudahiyên di xwezayê de esas bigirin.  
 
PLANSAZÎ
 
Li gorî polîtîkaya hatine diyarkirin, plansaziyên ku dê di şaredariyan de werin pêkanîn wiha ne;
 
* Hemû xizmet û projeyên der barê jin û zarokan de, wê bi awayekî hevpar bi komîn û meclisan re were plankirin. 
 
* Em ê polîtîkayên jinê, li gel saziyên sivîl ên herêmî, rêxistinên jin, ciwanan, saziyên civakî, tenduristî û perwerdeyê bi hev re diyar bikin.  
 
* Ji bo di şaredariyan de jin bi awayekî xweser û serbixwe xwe rêxistin bikin, di şaredariyan de meclisên jin, koordînasyonên jin û berdevkên jin bên avakirin. 
 
* Ji bo çêkirina projeyên jin û zarokan, em ê sazîbûna jinan pêş bixin û di vê çarçoveyê de di her şaredariyê de ofîsa jinan vekin, û bi vê ve girêdayî yekeyên têkoşîna li dijî şîdetê û perwerdeyê ava bikin.
 
* Ji bo hevgirtina jinan a di şaredariyan de û pêşxistina polîtîkayên hevpar,  em ê yekîtiya jinên şaredariyan ava bikin. 
 
* Ji bo perwerde, enformasyon û tifaqên jinan ên navnetewî pêş bixin, em ê di bin siwaneya yekitiya jinên şaredariyan de yeke û komîteyên akademî, ragihandin û dîplomasî ava bikin. 
 
* Ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyên jinan ên ku nîvê civakê pêk tînin, em ê budçeya yekser a li hemberî zayendîperestiya civakî pêş bixin, xebatên jinan ên di şaredariyê de wê esas werin girtin û ji bo projeyên xweser budçeyek xweser were diyarkirin. 
 
* Di çarçoveya têkoşîna li dijî hemû tundûtujiya li ser jinê de em ê yekeyên şêwirmendiya jin ên parastina jin û zarokan ava bikin.  
 
* Tenduristî mafekî xwezayî, civakî ye; ji bo jin jî karibin ji vî mafî sûd werbigrin, pêwîst e tenduristî bê pere be. Em ê bi saziyên tunduristiyê re hevpar kar bikin, ji bo tenduristiya jin a bedenî xebatên perwerdeyê pêş bixin.
 
* Ji bo ku jinên bêmal, ji cihên xwe hatin derxistin, tundî li ser wan hatiiye meşandin û mexdûr bûne, jinên koçber, astengdar û zarok karibin bi cih bibin, dê cihên jiyanê ji wan re bên çêkirin. 
 
* Ji bo jin zêdetir tev li aboriyê bibin, em ê berhemdariya hevpar pêş bixin; li ser vê bingehê di serî de çandinî û lawirvanî, em ê kooperatîfên jin ên bazirganî û berhemdariyê pêş bixin û destek bikin.  
 
* Ji bo hişmendiya wekî, ‘Ev karê jinan e, ev jî karê zilaman e’ were derbaskirin, em ê projeyan pêş bixin; em ê bi rêya perwerdeyên meslekî bihêlin ku jin di karên curbecur de kar bikin û karibin xwe xwedî bikin. 
 
* Em ê di hemû yekeyên ku polîtîkayên têkildarî jinê diyar dikin de, rêxistina jinên ciwan xurt bikin; ji bo bibin xwedî gotin, reya û di mekanîzmayên biryarê de cih bigirin em ê wan bi awayekî xurt beşdar bikin.  
 
* Ji bo ku di çarçoveya mijara jinê de cudahî û piralî were pêşxistin, em ê çavdêr bin, mafê jinê yê jiyanê, tenduristî, perwerde, bicihbûn, çûn-hatin, ewlehî û pilansaziyên wê esas bigirin. Ji avahî, heta qadên keskahiyê, ji parkan heta meydanan, di plansaziya cihê em lê jiyan dikin de, em ê bibin xwedî gotin, nêrîn û biryar.  
 
* Emê ji bo jinan cihê çandê, qadên sporê, semt, qadên bazarê, parkên jinan, qadên jinan ên azad çêbikin.  
 
* Em ê di avakirina bajarên bi feraseta jinê, qadên giştî, çûn-hatinê û avakirina avahiyan de rewşa zarok, astengdar, însanên temen mezin û hwd li berçavan bi bigirin.
 
* Qadên jiyanê yên hatine dagirkirin, şewitandin û hilweşandin, em ê li ser xwesteka herêmê, bi awayekî hevpar ava bikin.  Em ê li dijî polîtîkayên şer û pevçûnan ên bi zorê koçber dike û demografiyê diguhere, bi hev re têbikoşin. 
 
* Em ê parastina sîstema ekolojîk esas bigirin, em ê ne tenê mirov, xwe li hemberî hemû cureyên nebatan û lawiran, av, ax, hewa, hebûnên dîrokî û mîrasên çandî berpisyar bibînin, qadên em lê jiyan dikin em ê wekî qadên keskahiyê pêş bixin.  
 
* Ji bo parastina mafên aborî û kesayetî yên jinên di bin sîwaneya şaredariyan de kar dikin, em ê zemîna rêxistin û parastinê pêş bixin.”  
 

Sernavên din

26/05/2024
09:00 Li Hezexê ev rê bûye 'rêya mirinê': Bû sedema mirina 12 kesan
09:00 ROJEVA 26’Ê GULANA 2024’AN
08:27 Dewleta tirk bi obûsan êrişî Minbicê kir
08:23 Yildirim hate definkirin
25/05/2024
22:55 Cenazeyê Yildirimê li Licê hat qetilkirin radestî malbatê hat kirin
21:59 Li Pîranê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
19:23 Li Curnê Reş ji namzetan serdana dikandaran
19:21 Emîne Şenyaşar: Wê li hember qêrîna dayikan têk biçin
19:12 Behsa êrişa li Licê kirin: Gund hat gulebarankirin, nehiştin em derkevin derve
17:06 Li Îzmîrê belgefîlma ku Komkujiya Madimakê vedigot hate nîşandan
17:04 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
16:53 ‘Hevdîtinên Edalet û Azadiyê’ li Hatayê didome: Qurbaniyên li Rehanliyê hatin bibîranîn
15:48 Cenazeyê Yildirim ê li Licê hate qetilkirin li ATK’ê tê sekinandin
15:47 Ji bo hemû girtiyên nexweş banga berdanê hat kirin
15:22 ‘Mehmûdê Tirko’ yê Dîlokê jiyana xwe ji dest da
15:08 'Her der Qada Galatasaray, Parka Koşûyolû û Cadeya Gulistanê ye'
15:02 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, otobusek hîbeyî Şaredariya Dêrsimê kir
14:41 Li Erdîşê mitînga zimanê kurdî: Erka her kesî ye ku bi zimanê kurdî biaxive
13:38 Jinan di çalakiya 'azadiyê' de pirtûk xwendin
11:52 Girtiyê nexweş ê 72 salî krîza dil derbas kir
11:47 Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’emîn de ye: Em ê dest jê bernedin
11:23 Dayikên Şemiyê di hefteya hezaremîn de li Qada Galatasarayê dest bi kombûnê kirin
10:52 Bariyerên polîsan ên li Qada Galatasarayê piştî 300 hefteyan hatin rakirin
10:43 Zarokek ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ hatiye cezakirin
10:39 Namzeta Hevşaredariyê ya Periyê: Em ê şaredariya xwe ya hatiye xespkirin paşve bigirin
10:15 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
10:14 Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan
09:41 Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike
09:30 Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû
09:29 Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin
09:13 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan
09:12 39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man
09:10 64 sal in li çiyayan nebatan berhev dike
09:06 Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye
09:05 Fuara Gastronomiyê didome: Gel bi çavê ‘şaredariya me’ li standan dinêre
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN
08:34 Di operasyona li Licê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
24/05/2024
23:42 Li Amedê 'Rojên Belgefîlman ên Ekolojik' dest pê kirin
21:56 Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin
21:34 Jinan destdirêjiyê şermezar kir: Bêcezatî tê wêrekkirin
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket