Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan

  • rojane
  • 10:14 25 Gulan 2024
  • |

AMED - Aynûr Ayşîn dibêje herî dawî dema bavê wê binçav dikin dibîne û 30 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse û Remziye Bayram jî 28 sal in li lawê xwe digere. 

Yek ji heyamên herî tarî yên li Tirkiyeyê salên 1990’î bûn ku bi hezaran mirov di binçavan de hatin windakirin û carek din tu xeber ji wan nehat girtin. Malbatên windayan bi salane li windayên xwe digerin. Di wan salan de komkujiyên komî çêbûn. Tundiya dewletê rojek kêm nebû û desthilatdarên wê demê dixwestin pirsgirêka kurd bi rêbaza tundiyê û kuştinan çareser bikin. Bi salane malbat ji rayedaran pirsa windayên xwe dikin lê hemû daxwaz û pirsên wan bêbersiv dimînin. Malbat ango xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji sala 1995’an ve li aqûbeta windayan dipirsin û di çarçoveya “Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayên di Binçavan de ya Navneteweyî” çalakî û bîranên cihêreng li dar dixin. 
 
Yek ji windayan jî Mehmet Can Ayşîn e ku di binçavan de tê windakirin û carek din xeber jê nayê girtin. Ayşîn di 7’ê gulana 1994’an de li gundê Mizagê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve li ber çavê malbata xwe û gundiyan tê binçavkirin û piştî leşker wî dibin carek din xeber jê nayê girtin. Aynûr Ayşîn dema bavê wê tê binçavkirin 24 salî ye û ev 30 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse. Ayşîn her hefte beşdarî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” dibe û dibêje, “Heta ku ez saxbim ez ê li bavê xwe bigerim. Qet nebe bila hestiyên bavê min bidin. Em dixwazin zanibin ku hatiye kuştin û hestiyên wî li ku ne. Dema em li aqûbeta wî dipirsin jî ji me re dibêjin ‘em nizanin’. Rastiyê qebûl nakin. Êdî bes e. 30 sal derbas bûn. Bila êdî rastiyê qebûl bikin. Em ê dest ji doza xwe bernedin.” 
 
Ayşîn anî ziman ku ew hê jî bi hêviya ku bavê wê sax e dijî û bang li rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û raya giştî kir ku ji bo êşa malbatên windayan aş bibe bikevin tevgerê. 
 
'HEMÛ GUNDIYAN DIXIN BINÇAVAN’ 
 
Yek ji şahidên wê rojê jî Ferman Ayşîn e. Ferman Ayşîn diyar kir ku apê wî Mehmet Can Ayşîn dema tê binçavkirin leşker ji zarokan bigire heta kal û pîran hemû gundiyan dixin binçavan û wiha got: “Hin kes sê roj, hin kes çar roj û hin kes jî pênc roj di binçavan de man. Lê Mehmet Can Ayşîn nehat berdan. Me li qereqol û tabûrên leşkeriyê pirs kir, lê mixabin me nedît. Ev 30 sal in cihê ku me serî lê nedabe nemaye, lê dîsa jî me tu tiştek bi dest nexist. Wê heyamê bi hezaran mirov înfaz kirin û dan windakirin.” 
 
'DI BINÊ HER KEVIREKÎ DE HESTIYÊN KURDAN HENE’ 
 
Ferman Ayşîn têkildarî windakirina welatiyên kurd a wê serdemê wiha got: “Li bakurê Kurdistanê hûn li binê kîjan kevir û darê binêrin hestî û xwîn heye. Ev tiştek çawa ye? Mirovan digirtin û bêsewal û bêdarizandin înfaz dikirin. Hemin ku hiqûqa we heye û hûn bi hiqûqê bawer dikin çima we mirovên me radestî hiqûqê nekir lê we wan înfaz kir? Nexwê hiqûqa we tine ye. Nexwê baweriya we bi qanûnên we nayê.” 
 
Ayşîn xwest ku hestiyên windayan radestî malbatên wan bên kirin û got: “Bila hestiyên me bidin me, em gorên wan çêkin. Em li ser wan fatihayek bixwînin. Gelo ji mirî û gorên me jî ditirsin? Ev zilmek çawa ye, wê heta ku bidome? Ma gelo wisa dibe, ka mafên mirovan? Heke mafên mirovan hebe, çima ev tişt tên serê me? Li ser vê mijarê nasekinin. Lê di qeydên dewletê de her tişt hene. Tê zanîn kî li ku hatiye înfazkirin, lê dewlet gorekî ji me re pirr dibîne û êdî em nizanin em ê çi bêjin. Divê her kesê birehm li dijî vê zilmê rabe. Em ji dewletê û siyasetmedaran dixwazin di vî warî de bikevin nava tevgerê. Bila pêvajoya hiqûqî bikeve dewrê û heqîqet derkeve holê.” 
 
'HIKÛMET GUHERÎN LÊ DOSYE NEGUHERÎ’ 
 
Yek ji windayan jî Mehmet Şîrîn Bayram ê 18 salî ye. Bayram di meha mijdara 1996’an de bi mêvandarî diçe mala xizmê Ramazan Tekîn ê li gundê Bîra Zeyna ya bi ser navçeya Pasûra Amedê ve. Bayram li mala xizmê xwe Ramazan tê binçavkirin. Leşker û cerdevan diavêjin ser malê û Şîrîn Bayram dixin binçavan û ji wê rojê ve tu xeber jê nayê girtin. Remziye Bayram 28 sal in li lawê xwe digere û dixwaze hestiyên lawê xwe bibîne. Bayram destnîşan kir ku îro dawa wan bi hikûmetê re ye û wiha got: “Wexta ku Şîrîn hat revandin-windakirin, Tansû Çîller li ser hikûmetê bû û Suleyman Demîrel hebû. Çend hikûmet guherîbin jî lê dosye neguherî. Em dixwazin gorek zarokên me hebe û em serdana gorên wan bikin.” 
 
'BILA EV ZILM BIQEDE’ 
 
Bayram bal kişand zilm û pêkûtiyên li ser Dayikên Şemiyê jî û got: “Em ê bigihîjîn encamê. Em ê hestiyên zarokên xwe werbigirin, lê wê dawiya çawa bibe nizanim. Girtîgeh tije girtiyên nexweş in û girtiyên kurd in. Li girtîgehan tecrîd heye. Em dibêjin ewladên me li ku ne? Hin winda ne, hin di zindanan de ne û hin ji wan jî ji ber zilmê reviyan çûn… Ez bang li hikûmetê dikim, êdî bes e! Em dixwazin ev zim bi dawî bibe.” 
 

Sernavên din

26/05/2024
09:00 Li Hezexê ev rê bûye 'rêya mirinê': Bû sedema mirina 12 kesan
09:00 ROJEVA 26’Ê GULANA 2024’AN
08:27 Dewleta tirk bi obûsan êrişî Minbicê kir
08:23 Yildirim hate definkirin
25/05/2024
22:55 Cenazeyê Yildirimê li Licê hat qetilkirin radestî malbatê hat kirin
21:59 Li Pîranê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
19:23 Li Curnê Reş ji namzetan serdana dikandaran
19:21 Emîne Şenyaşar: Wê li hember qêrîna dayikan têk biçin
19:12 Behsa êrişa li Licê kirin: Gund hat gulebarankirin, nehiştin em derkevin derve
17:06 Li Îzmîrê belgefîlma ku Komkujiya Madimakê vedigot hate nîşandan
17:04 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
16:53 ‘Hevdîtinên Edalet û Azadiyê’ li Hatayê didome: Qurbaniyên li Rehanliyê hatin bibîranîn
15:48 Cenazeyê Yildirim ê li Licê hate qetilkirin li ATK’ê tê sekinandin
15:47 Ji bo hemû girtiyên nexweş banga berdanê hat kirin
15:22 ‘Mehmûdê Tirko’ yê Dîlokê jiyana xwe ji dest da
15:08 'Her der Qada Galatasaray, Parka Koşûyolû û Cadeya Gulistanê ye'
15:02 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, otobusek hîbeyî Şaredariya Dêrsimê kir
14:41 Li Erdîşê mitînga zimanê kurdî: Erka her kesî ye ku bi zimanê kurdî biaxive
13:38 Jinan di çalakiya 'azadiyê' de pirtûk xwendin
11:52 Girtiyê nexweş ê 72 salî krîza dil derbas kir
11:47 Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’emîn de ye: Em ê dest jê bernedin
11:23 Dayikên Şemiyê di hefteya hezaremîn de li Qada Galatasarayê dest bi kombûnê kirin
10:52 Bariyerên polîsan ên li Qada Galatasarayê piştî 300 hefteyan hatin rakirin
10:43 Zarokek ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ hatiye cezakirin
10:39 Namzeta Hevşaredariyê ya Periyê: Em ê şaredariya xwe ya hatiye xespkirin paşve bigirin
10:15 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
10:14 Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan
09:41 Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike
09:30 Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû
09:29 Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin
09:13 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan
09:12 39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man
09:10 64 sal in li çiyayan nebatan berhev dike
09:06 Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye
09:05 Fuara Gastronomiyê didome: Gel bi çavê ‘şaredariya me’ li standan dinêre
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN
08:34 Di operasyona li Licê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
24/05/2024
23:42 Li Amedê 'Rojên Belgefîlman ên Ekolojik' dest pê kirin
21:56 Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin
21:34 Jinan destdirêjiyê şermezar kir: Bêcezatî tê wêrekkirin
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket