'Her der Qada Galatasaray, Parka Koşûyolû û Cadeya Gulistanê ye'

  • rojane
  • 15:08 25 Gulan 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê li gelek bajaran daxuyanî û çalakî li dar xistin û silav û piştgiriya xwe ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê ya 1000'î şandin û bal kişandin ser têkoşîna edalet û heqîqetê ya ji bo windayan. 

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya heftane ya 1000'î temam kirin. Xizmên Windayan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di çaroveya piştevaniya bo çalakiya Dayikên Şemiyê û Hefteya Windayan de li gelek bajaran daxuyanî dan û çalakî li dar xistin. 
 
Li hemû bajaran jî metna hevpar ku hatibû amadekirin, hat xwendin. Daxuyanî wiha ye: "Dayikên Şemiyê di hefteya 1000'î re de li van qadan ji bo edalet û heqîqetê diqîre. Di hefteya 1000'î re de em bi heman êşa bêderman û bi heman israrê li hev kom dibin. 1000 hefte... Yanî 7000 roj û 229 meh. Yanî temenê me bi lêgerînê derbas bû. Em Dayikên Şemiyê ne. Em dayik in, bav, hevjîn in, xwişk û bira ne, ewlad in, xwarzî û birazî ne, nevî ne. Yanî em wek we ne. Lê a rast cudahiyek me ji we heye. Di dilê me de heman êşa kûr û dûr jan dide. Nebûna gorên hezkiriyên me êşek bêdawî ye." 
 
AMED 
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê jî di hefteya 798’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li hev kom bûn û wêneyên windayan hildan û li aqûbeta windayan pirsîn.
 
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz destnîşan kir ku Dayikên Şemiyê 1000 hefte ne bi binçavkirin û îşkenceyê re rû bi rû ne û got: “Lê ya girîng ew e; her der ji bo me Qada Galatasarayê ye, her der Koşûyolû ye, her der Cadeya Gulistanê ye… Em ê her li windayên xwe bipirsin û bigerin.”
 
Piştre Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê.
 
Endama Komîsyonê Berfîn Elçî jî metna serpêhatiya windakirina sê bêgoran xwend. Di daxuyaniyê de li aqûbeta Îkram û Servet Îpek û Seyîtxan Yolur ên di 18’ê gulana 1994’an de li Mezra Gomakê ya bi ser navçeya Pasûra Amedê ve di operasyona leşker û cerdevanan de ku hatin binçavkirin û windakirin, pirsî. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 634’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, aktîvîstên TJA’yê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta rismên windayan li ser hatin vekirin û rism hatin hildan. Serokê ÎHD’a Êlihê Ahmet Şîray daxuyanî xwend. 
 
Piştî daxuyaniya hat dayîn, Xizmên Windayan û beşdaran qerenfîl danîn ber Bîrdariya Mafên Mirovan û daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
SÊRT 
 
Şaxa ÎHD’a Sêrtê di çarçoveya “Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayên di Binçavan de ya Navneteweyî” ji bo piştevaniya çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000’î li ber avahiya xwe daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Em ê li dijî windayên di binçavan de dest ji têkoşîna heqîqet û edaletê bernedin” hat vekirin. Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysi, rêveberên DEM Partiyê, DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
Hevseroka ÎHD’a Sêrtê Sohbet Çetîn bi bîr xist ku 30 sal in Dayikên Şemiyê li windayên xwe digerin û li aqûbeta wan dipirsin û ew ê jî her piştevaniya Dayikên Şemiyê bin. 
 
Hevserokê ÎHD’a Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî jî da zanîn ku Dayikên Şemiyê ji bo aştiyê têdikoşin û ew her zindî ne û daxwaza edalet û heqîqetê dikin. 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
DÎLOK
 
Şaxa ÎHD’a Dîlokê têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê ya 1000’î li Parka Balikli daxuyanî dan. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Rêvebera ÎHD’a Dîlokê Atiye Okay axivî û got heke li vî welatî heq, hiqûq û edalet nebe wê çaxê wê bawerî û rûmet bikeve. 
 
Hevserokê ÎHD’a Dîlokê Bahrî Ogûz jî diyar kir ku divê dîroka siyasî ya Tirkiyeyê bi têkoşîna Dayikên Şemiyêre bê xwendin û 1000 hefte ne Dayikên Şemiyê dest ji têkoşîna xwe ya rûmetê û mafdar bernedan. 
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
SEMSÛR
 
Şaxa ÎHD’a Semsûrê jî bi boneya çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000’î li Parka Demokrasiyê daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê ÎHD’ê Bulent Çinar metna hevpar a daxuyaniyê xwend û bi lêdana çepikan çalakî bi dawî bû. 
 
DERSİM
 
Şaxa ÎHD’a Dêrsimê jî têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000’î li Qada Seyîd Riza daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredara Amedê Serra Bûcak, Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, namzetên Hevşaredariya Periyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî , rêveberên DEM Partiyê, pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiyê de pankarta “30 sal in Dayikên Şemiyê li edaletê digerin”, “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin”, “1000 hefte ne canên me winda ne” hat vekirin. Rêvebera ÎHD’a Dêrsimê Gonul Sonbahar daxuyanî xwend. 
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Aa Şirnexê bi boneya çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000’î li parka Jiyana Bêastengan daxuyanî li dar xist. Di daxuyaniyê de pankartên “Kiryar diyar in wenda li ku ne?”, ”Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" hatin vekirin û her wiha wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Dayikên Aştiyê, KESK, rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yê navend û navçeyan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Rêxistina DBP'ê ya Bajêr, OHD, Baroya Şirnexê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Metna çapemeniyê ya hevpar ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê Esîn Yilmaz ve hat xwendin. Yilmaz diyar kir ku ew ê pirskirina wendayan bifomînin û wiha got:” Ev 1000 hefte ye em diqîrin û dibêjîn, Em ji bîr nakin û em ê ti carî ji bîr nekin. 1000 hefte ye em diqîrin, em ê ti carî dev jê bernedin. Carinan em hatin astengkirin, carinan em hatin qedexe kirin. Carinan em bi zor û tundiyê hatin belavkirin. Em hatin binçavkirin û darizandin. Lê me kêliyekê jî dev ji israra xwe berneda. Em çawa dikarin dev jê berdin? Ew ronahiya çavê me bûn."
 
Piştre birayê Serdar Taniş ê di binçavan de hat windakirin Hekîm Taniş axivî. Taniş jî diyar kir ku dewlet ne dewleta hiqûqê ye û got: “Tevî ku kiryar bên zanîn jî nayên cezakirin. Ev wêneyê wî tiştî ye ku dewlet ne dewleta hiqûqê ye. Em ê ji bo windahiyên xwe têkoşîna xwe bidomînin."
 
‘TERORÎST Ê KU EW QETILKIRIN BÛN’ 
 
Piştre xizma windayan Nebahat Acar axivî. Acar jî anî ziman ku dewlet bi salan kiryaran vedişêre û got: "Dema birayên min qetil kirin digotin me ‘terorîst kuştin’ Lê ew ne terorîst bûn, yên ku ew qetil kirin terorîst bûn. Lê tevî vê yekê jî me her tim got aştî. Dema me got aştî wan digotin şer. Em ê her tim bibêjin aştî, heta ku hesab ji kiryaran bê pirsîn em ê têbikoşin."
 
Parlamenterê DEM'ê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî got ku ew ê têkoşîna Dayikên Şemiyê li her derê bidomînin.
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bila wenda bên dîtin kiryar hesab bidin” bi dawî bû.
 
WAN
 
Şaxa ÎHD'a Wanê û Xizmên Windayan li ber avahiya komeleyê di hefteya 124'emîn de li hev civiyan û gelek kes tev li çalakiyê bû. Tayyup Canan ê lawê Abdullah Canan ku hatiye windakirin axivî û got: "Em mexdûrên vî welatî ne. Em malbatên ku li vî welatî bûne qûrbaniyên înfazan e. Em mexdûrên edaletî vî welatî ne. Em ji bo vî welatî aştiyê, deokrasiyê û wekheviyê dixwazin."
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê Mehmet Salîh Coşkûn jî metna hevpar xwend. 
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan jî li Geverê di hefteya 124'emîn de kom bûn û bal kişandin ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000'î. 
 
Endamê ÎHD'a Colemêrgê Eren Baskin ê ku bavê wî hat windakirin axivî û got: "Li pişt wan tenê wêne û navê wan man. Em dawa hezkiriyên xwe, bavên xwe, birayên xwe dikin. Em dixwazin aqûbeta wan hîn bibin. Hezar hefte ye li windayên xwe dipirsin; li ku ne? Kujer û berpirsiyarên windayên me tên parastin. Em dixwazin qerenfîlê xwe ne deynin Qada Galatasarayê, em dixwazin qerenfîlên xwe deynin ser gorên xwe." 
 
HATAY 
 
Şaxa ÎHD'a Hatayê jî bi boneya hefteya 1000'î ya Dayikên Şemiyê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveber û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê ÎHD'a Hatayê Mursel Salmanoglû daxuyanî xwend û ew ji bo êşa kûr a Dayikên Şemiyê ku 1000 hefte ne daxwaza zarokên xwe dikin, li hev kom bûne û ew dixwazin êdî gorên windayan hebin. 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderê jî li ber konteyneran daxuyanî da çapemeniyê û parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn. Sekreterê ÎHD'a Îskenderûnê Adîl Bahtiyar daxuyanî xwend. 
 
Li bajarên Edene û Mêrsînê jî bi heman armancê çalakî û daxuyanî hatin lidarxistin. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD'a Îzmîrê jî di çarçoveya Hefteya Windayan de li ber Sumerbanka Kevn daxuyanî da û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Bi awayek sembolîk pêlavên windayan hatin rêzkirin û pankart hatin vekirin. Hevseroka ÎHD'a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî da û diyar kir ku winda rûmeta wan in û ew ê windayan ji bîr nekin. 
 
Piştî daxuyaniyê girse li çepikan dan û ji ber Sumerbankê heta Îskeleya Konakê meşiyan û dirûşma "Mirov bi mafê xwe mirov e" berz kirin. Çalakvanan paşê jî qerenfîlên di destên xwe de avêtin behrê. 
 

Sernavên din

26/05/2024
09:00 Li Hezexê ev rê bûye 'rêya mirinê': Bû sedema mirina 12 kesan
09:00 ROJEVA 26’Ê GULANA 2024’AN
08:27 Dewleta tirk bi obûsan êrişî Minbicê kir
08:23 Yildirim hate definkirin
25/05/2024
22:55 Cenazeyê Yildirimê li Licê hat qetilkirin radestî malbatê hat kirin
21:59 Li Pîranê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
19:23 Li Curnê Reş ji namzetan serdana dikandaran
19:21 Emîne Şenyaşar: Wê li hember qêrîna dayikan têk biçin
19:12 Behsa êrişa li Licê kirin: Gund hat gulebarankirin, nehiştin em derkevin derve
17:06 Li Îzmîrê belgefîlma ku Komkujiya Madimakê vedigot hate nîşandan
17:04 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
16:53 ‘Hevdîtinên Edalet û Azadiyê’ li Hatayê didome: Qurbaniyên li Rehanliyê hatin bibîranîn
15:48 Cenazeyê Yildirim ê li Licê hate qetilkirin li ATK’ê tê sekinandin
15:47 Ji bo hemû girtiyên nexweş banga berdanê hat kirin
15:22 ‘Mehmûdê Tirko’ yê Dîlokê jiyana xwe ji dest da
15:08 'Her der Qada Galatasaray, Parka Koşûyolû û Cadeya Gulistanê ye'
15:02 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, otobusek hîbeyî Şaredariya Dêrsimê kir
14:41 Li Erdîşê mitînga zimanê kurdî: Erka her kesî ye ku bi zimanê kurdî biaxive
13:38 Jinan di çalakiya 'azadiyê' de pirtûk xwendin
11:52 Girtiyê nexweş ê 72 salî krîza dil derbas kir
11:47 Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’emîn de ye: Em ê dest jê bernedin
11:23 Dayikên Şemiyê di hefteya hezaremîn de li Qada Galatasarayê dest bi kombûnê kirin
10:52 Bariyerên polîsan ên li Qada Galatasarayê piştî 300 hefteyan hatin rakirin
10:43 Zarokek ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ hatiye cezakirin
10:39 Namzeta Hevşaredariyê ya Periyê: Em ê şaredariya xwe ya hatiye xespkirin paşve bigirin
10:15 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
10:14 Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan
09:41 Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike
09:30 Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû
09:29 Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin
09:13 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan
09:12 39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man
09:10 64 sal in li çiyayan nebatan berhev dike
09:06 Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye
09:05 Fuara Gastronomiyê didome: Gel bi çavê ‘şaredariya me’ li standan dinêre
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN
08:34 Di operasyona li Licê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
24/05/2024
23:42 Li Amedê 'Rojên Belgefîlman ên Ekolojik' dest pê kirin
21:56 Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin
21:34 Jinan destdirêjiyê şermezar kir: Bêcezatî tê wêrekkirin
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket