‘Ji bo azadiya girtiyên dozên Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin’

  • rojane
  • 11:37 31 Gulan 2024
  • |
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di Lijneya Giştî ya TMMOB’ê de axivî û wiha got: “Ji bo azadiya girtiyên doza Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin.” 
 
Lijneya Giştî ya Asayî ya 48’an a Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ku dê du rojan berdewam bike, li Navenda Çandê ya Kocatepe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê dest pê kir. Li eywana lijneyê pankarta “Ji bo Tirkiyeyeke hildiberîne, pîşesaziyê pêş dixe û wekhev parve dike têkoşîn dê bidome” hate daliqandin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û serkên odeyên girêdayî yekitiyê tev li lijneyê bûn. Lijne, piştî hilbijartina dîwanê dest pê kir. 
 
Serokê Lijneya Rêveber a TMMOB’ê Emîn Koramaz ji ewil axivî. Karamaz, bal kişand ser dozên Kobanê û Geziyê û weke dozên kompasê pênase kir. 
 
PÊŞKEŞÎ SERMAYEYÊ KIRIN
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku girîng e ku lijne di salvegera protestoyên Parka Geziyê de hatiye lidarxistin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Ji Akbelenê heta Cûdî, TMMOB li gelek deveran li ser bingeheke demokratîk têdikoşe. Di nava 22 salên dawî de îktîdara herî serkeftî ya polîtîkayên neolîberal meşandî AKP ye. Bi van polîtîkayan, tevahiya xweza, mirov û her tiştên aydê kedê yên li Tirkiyeyê pêşkeşî sermayeyê kir. Îktîdara mîna leblebiyan belav bike rûxsetên madenê belav kir. Van rûxsetan tenê zirar neda xweza, hewa, av û xaka me; her wiha zirar da mirovahiyê û mirovbûnê jî.” 
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari destnîşan kir ku AKP berpirsyarê komkujiyên Soma û Licikê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê mixabin hewl dide fatûreya vê li we û li karkeran bibire. Ez careke din dibêjim ku em ê di sedsala duyemîn a kovarê de komareke demokratîk bi hev re ava bikin. Îktîdara AKP’ê ku dijminê zanist û zanyaran e, qadên me yên jiyanê, azadiyên me, qadên me yên kar û hwd. pir teng kiriye. Li dijî vê hewceye em têkoşîneke xurt birêxistin bikin. Her wiha darazê weke çoyekî bi kar tîne û zextê li rêxistinên ked û pîşeyî, hêzên şoreşger û sosyalîst dike. Mînaka vê ya herî şênber jî dozên kompasê yên Kobanê û Geziyê ne. Vê îktîdarê herî zêde zext li me jinan kir.”
 
HERÊMA ERDHEJÊ
 
Hatîmogûllari, erdhejên navenda wan Mereş bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ji bo rantê û guherandina demografyaya herêmê, çeteya pêncan û derfetên îktîdarê seferber kiriye. Di dema erdhejê de me kemçeyek peyda nedikir lê çawa ku kavil hatin rakirin, îhale wergirtin û bi sedan makîneyên kar ketin herêmê. Heke wê rojê seferberî bihata ragihandin, niha gelek canên me bijiyan. Di serî de Antakya, Samandag, Defne û beşekê Osmaniyeyê, gelek dever weke qada rezervê ragihand. Jixwe mexdûrên erdhejê di nava şert û mercên giran de dijîn. Bi wan re bazariyê nekin û bi feraseta mitehitiyê nêzî wan nebin. Peywira cemaweriyê ew e ku bêpere cihê mayînê ji welatiyan re peyda bike. Gelê me naxwaze demografyaya herêman biguhere.” 
 
‘HEKE EM MIL BIDIN MILÊN HEV EM Ê BIKARIN BI SER KEVIN’ 
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “AKP tenê azadiya mirovan bisînor nake. Di heman demê de avadaniya dîrokî ya welêt û silûetên bajaran diguherîne. Ji bo vê ya ji dest tê dike. Ji bo avakirina nirxên xwe yên çandî gavan diavêje. Di vê mijarê de ji ewil TMMOB, hemû rêxistinên pîşeyî û hêzên demokrasiyê helwestek raber kirin. Heke em mil bidin milên hev dê bikarin berxwedaneke mezin raber bikin. Wê demê em dikarin ji bo pêşerojeke azad gav biavêjin. Em ê bikarin bi hev re jiyaneke xweş ava bikin.” 
 
Her wiha Hatîmogûllari got ku divê ji bo azadiya girtiyên ji doza Kobanê û Geziyê têkoşîneke hevpar were meşandin. 
 
Lijne, bi axaftina Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel berdewam kir. 
 

Sernavên din

31/05/2024
13:52 Cezayê hefsê dan rojnameger Gayip
13:36 DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin
12:42 Girtiya tecrîda li Îmraliyê protesto dikir bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê
12:15 57 karker ji xwarinê jehrî bûn
12:13 Danişîna doza ‘heqareta li serokkomar’ a Demîrtaş hate taloqkirin
11:56 Keştiya ku penaberan vediguhêst qeza kir: 2 kes mir in, 4 kes winda ne
11:48 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yek ji dayikên Plaza de Mayoyê Nora Morales de Cortiñas jiyana xwe ji dest da
11:39 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:37 ‘Ji bo azadiya girtiyên dozên Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin’
10:52 ‘Mufredata nû ya perwerdeyê îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê’
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne
09:01 Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî
09:01 Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
07:52 Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
30/05/2024
20:14 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin