‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’

  • rojane
  • 11:14 1 Hezîran 2024
  • |

RIHA - Hevjîna siyasetmedarê kurd Mûhsîn Melîk ê 30 sal berî niha hatiye qetilkirin Senay Melîk anî ziman ku ew ê heya faîl werin darizandin dê şopdarê dozê be. 

Siyasetmedarê kurd Mûhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz di 2’yê hezîrana 1994’an de hate qetilkirin. Melîk û Ayyilldiz li navenda Rihayê hatin qetilkirin û ev 30 sal in faîlên wan nehatin dîtin. Melîk li gundê Arapoku ya navçeya navendî ya Eyyubiyeya Rihayê hate dinê, dibistana seretayî, navendî û lîseyê li Rihayê temem kir û di sala 1970’an de Fakulteya Zîraetê ya Zanîngeha Çûkûrovayê qezenc kir. Melîk piştî zanîngehê qedand, mala xwe anî Amed û ji bandora 68’an dema afîşên Ocaxên Şoreşger Demokratîk û Çandê (DDKO) didaliqand, hate girtin û 2 mehan di Girtîgeha Amedê de hate ragirtin. Melîk di Odeya Endezyarên Ziraetê (ZMO) ya Rihayê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê de wek çalak cih girt. 
 
GEF LÊ XWARIN, HEWL DAN BIREVÎNIN
 
Melîk di Partiya Kedê ya Gel (HEP) de wek avakar, di Serokatiya Partiya Demokrasiyê (DEP) ya Rihayê de, di rêveberiya Navenda Giştî ya Partiya Gel a Demokrasiyê (HADEP) de cih girt û bênavber xebat dan meşandin. Melîk di sala 1980’an de ji Partiya Demokratên Civakî ya Gelparêz (SHP) wek endamê Meclisa Giştî hate hilbijartin. Melîk piştî demekî kin ji SHP’ê dûr ket û di nava avakarên Partiya Kedê ya Gel (HEP) de cih girt. Melîk piştre di nav avakarên Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de cih girt. Di nava xebatan de Melîk rastî gefan hat û hewl dan wî birevînin. Dema hate qetilkirin Melîk endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HADEP’ê bû û her sal gelek hezkiriyên wî û nûnerên partiyên siyasî serdana gora wî ya li ser “Li me xistin ey gelê min, me ji bîr neke” dinivîse ya li Goristana Harran Kapiyê dikin. Hevjîna Melîk, Senay Melîk a şahidiya têkoşîna Melîk kiriye di 30’emîn salvegera wî de qala têkoşîna hevjînê xwe kir. 
 
‘BAWERÎ DIDA GEL’
 
Senay Melîk destnîşan kir ku hevjînê wî baweriyê dida gel û wiha axivî: “Kesayetiyekî xurt û têkoşer a Mûhsîn hebû. Bêhnfireh, di rêgezên xwe de bibiryar, di liv û tevgerên xwe de gihiştî û xwedî sebir bû. Ne mirovekî neyînî bû. Di her kêliya jiyanê de hewl dida ku bêyî qusur be. Bi hemû pirsgirêkên civakê re mijûl dibû, bi gel re têkiliyên germ ava dikir û tim bi piştgiriya gel têdikoşiya. Êş, coş, xem û pirsgirêkên gel re mijûlbûnê kiribû pratîka xwe. Ji bo jiyanekî azad, wekhev, aram û birûmet a her kesî xebat dan meşandin. Hemû destkeftî û windakirinên Mûhsîn yên tevahiya mirovahiyê bûn. Di tevahiya jiyana xwe de di têkoşîna xwe ya demokrasî û mafê mirovan de xwedî sekn, fedakar û rast bû ev yek jî baweriyê dida gel. Gel pir jê hez dikir.” 
 
‘TIM DIHAT ŞOPANDIN’ 
 
Senay Melîk anî ziman ku Melîk di têkoşîna xwe ya ji HEP’ê dest pê kiriye heya HADEP’ê gelek caran rastî gefan hat, hate şopandin û hewl dan wî birevînin, telefona wî dihat guhdarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bi Melîk re rojekî li noterê bûn û gelek kes li wê derê hebûn. Ji min re wiha got, ‘Binêr li pişt min 2 kes hene û min nîşanî yekî din didin. Dema cenazeyê mamê xwe de ferq kiribû ku kesek wî dişopîne. Dîsa carekî hevalê xwe geriya û dê roja paştir, saet 10.00’an hevûdû bidîtana. Mûhsîn di saet 09.50’an ji cihê kar derdikeve û Torosekî spî li pêşiya cihê kar hewl dide ku wî rawestîne. Mûhsîn dizane bê ka dê di Torosa spî de çi bê serê wî, ji wir bi lez derbasî baxçeyê midûrtiya xizmetên gund dibe, walî digere û jê re dibêje ewlehiya canê wî nîn e.” 
 
Melîk da zanîn ku 3 roj berî were qetilkirin wesayîtekî spî heya ber deriyê malê hevjînê wê şopandiye û ew vê yekê hesiyane. Melîk bi bîr xist ku tevî van tiştan jî hevjînê wê dest ji têkoşîna xwe bernedaye. 
 
‘SERBILIND IM’
 
Melîk da zanîn ku ew dixwaze faîlên hevjînê xwe derxe holê û wiha derbirî: “Yên ku bi nekarîne bi fikrên wî re têbikoşin, yên ku ji keda wî ya demokrasiyê ditirsiyan çareyê di qetilkirina wî de dîtin. Lêpirsîn di Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) dest pê kir. Me gelek caran serî li darazê da, gelek caran serlêdanên me yên takekesî çêbûn. Herî dawî min serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û dadgeh biryara ‘nayê qebûlkiri’ da. 30 sal in têkoşîna me ya lêgerîna dadê didome. Dê mîrateya têkoşîna Mûhsîn demokrasiyê xurt bike. Ez wek hevjîn û rêhevala wî serbilind im. Heya ku bi doza Mûhsîn Melîk re hevrûbûn pêk were û faîlên wî tên darizandin ez ê bibim şopdarê pêvajoyê.”
 
MA / Ceylan Şahînlî
 
 

Sernavên din

03/06/2024
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de
10:12 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 188'emîn de didome
10:11 MED-DER li ser medya dijîtal hîndekariya kurdî berfireh dike
09:30 Li Rihayê 3 zilaman derstdirêjî li zarokekê kirin
09:29 DEM Partî dixwaze li Hîlwanê bi fereqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Tirkiye êrişî Til Hemîsê kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes birîndar bûn
09:23 Qeyûm ji bo Baskên Jinan a AKP'ê 6 hezar çîkolata û kolonya kiriye
09:19 Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome
09:11 Ji dar û berên Çiyayê Cûdî berhemên hunerî çêdike
09:04 Ji ARSÎSA'yê biryara avakirina şaxeke din
09:03 AYM’ê derbarê Levent ê hatibû qetilkirin de biryara binpêkirinê da
09:02 Îlhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîne
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2024'AN
31/05/2024
19:11 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin ez herim malê
18:01 Ji bo zaroka ku di çem de wer bû lêgerîn hat destpêkirin
16:47 Fîncanci bertek nîşanî girtîgehên ‘tîpa bîrê’ da
16:22 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:19 DEM Partiyê li Periyê xebatên hilbijartinê domandin
16:00 Dayika Ethem Sarisuluk: Kujerê ewil Tayyîp e
15:47 Li Stenbolê bi bombeya dest êrişî otelekê hate kirin
15:26 Qeyûmê Bajarê Nû di 4’ê nîsanê de hemû qeydên kamerayan jê birine
15:10 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
14:43 Mutalaya doza Hrant Dînk: Ji 10 bersûcan re cezayên giran hat xwestin