Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin

  • rojane
  • 12:02 8 Hezîran 2024
  • |

AMED - Malbatên windakiriyan ên di hefteya 800’emîn a çalakiya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate lidarxistin de bang kirin, wiha gotin: “Çi dikin bila bikin em dest ji vê têkoşînê bernadin. Em hestiyan û goran dixwazin.” Li Êlih û navçeya Geverê ya Colemêrgê jî malbatên windakiriyan hatin bahev. 

 
Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan di 31’ê çileya 2009’an de daye destpêkirin di hefteya 800’emîn de ye. Ji bo çalakiya ku malbatên windakiriyan 15 sal in bê navber didomînin, malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê kom bûn, aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û faîlên kesên hatine qetilkirin pirsîn.
 
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Vasif Ozturk ê di 1’ê hezîrana 1994’an de li gundê Comar ê navçeya Pasûr a Amedê hate binçavkirin û bi helîkopterê birin û careke din agahî jê nehate girtin hate xwendin. 
 
Gelek sazî û dezgeh tev li çalakiya ku di hefteya 800’emîn de hate kirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê li vir axivî, wiha got: “Bila ji kesên ku ev sûc e organîze kirine hesab were pirsîn. Ev kesên ku em wêneyên wan hildigirin di organizasyona dewletê de hatin kuştin. Me ev yek di dosyayên darizandinê de dîtin. Ji bo ku di rastiyê de hevrûbûnek çênebû ev doz hemû bi necezakirinê encam girtin. Em ê di her şert û mercî de vê têkoşînê bidomînin.”
 
‘DIZANIN KA LI KU NE’ 
 
Xwişka Mehmet Tekdag ê cînayeta kiryarên nediyar hate qetilkirin û Alî Tekdag ê di bin çavan de hate windakirin Îffet Tekdag a di çalakiyê de axivî, wiha got: “Hûn dizanin birayê min bi salan e winda ye. Goreke wî ku biçin ser jî nîne. Ez ê heta dawiyê li wan bigerim. Ez ê li hestiyên birayên xwe bigerim. Ez kengî di rêya Farqînê de biçim serê xwe di paceyê de derdixînim û dibêjim ‘Elî Elî birê min tu min dibînî lê ez te nabînim, serê xwe derxe li xwişka xwe mêzeke’. Dewlet dizane li ku ye. Lê cihê gorê nîşanî me nade. Em heqê xwe li dewletê helal nakin.”
 
Hevjîna Alî Tekdag, Hatîce Tekdag jî anî ziman ku bi şûjin, ceyran û kuçikan îşkence li hevjînê wê hatibû kirin û got: “Elî 19 caran hate binçavkirin, cara 20’emîn de hate windakirin. Em cenazeyê xwe, hestiyên xwe dixwazin. Zarokên min êtîm man. Îşkenceya min û zarokên xwe dîtin kesê nedîtin. Ez jî birim ser rêya Xana Axparê li newalekê, û pirsa ‘çima tu derdikevi televizyonan û pirsa Elî Tekdag dikî, em ê te jî bikujin û bişînin cem Elî Tekdag, Mihemed û Mistefa. Heta ku sax bin, heta ku cenaze û hestiyên xwe nebînin em dest ji vê têkoşînê bernadin. Bila derxin holê, em hestiyên xwe gorên xwe dixwazin ka bi ku ve birin, derxin holê. Heta ku ez zarokên xwe sax bin em ê li pey doza xwe bin.”
 
Hevjîna Vasif Ozturk ê çîroka wî dê bê xwendin, Lahiya Ozturk jî wiha got: “Ji wê rojê ve em li hestiyên wî digerin. Heta ku sax bin em ê li pey hestiyên xwe bin. Em dixwazin goreke wî hebe. Em 30 sal in li pey doza xwe ne.”
 
Dû re endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka Ozturk xwend. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Çalakiya 636’emîn a “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a malbatên windakiriyan li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê pêk hat. Rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê yên Êlihê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Egîtîm Sen, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê û gelek malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Metna daxuyaniya ku wêneyên welatiyên di bin çavan de hatine windakirin hatin hilgirtin de rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rêzan Baytar xwend. 
 
 
Di çalakiyê de aqûbeta Îsa Gok ê di hezîrana 1994’an de li Êlihê hate windakirin hate pirsîn û çîroka wî hate xwendin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan li Kolana Hunerê ya navçeya Gever a Colemêrgê hatin bahev. Malbatên windakiriyan, endamên Baroya Colemêrgê, Dayikên Şemiyê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên Geverê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne?” hate vekirin û wêneyên kesên bi awayekî kiryarên ne diyar hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Di hefteya 126’emîn a çalakiyê de bal kişandin ser çalakiya malbatên windakiriyan a li Amedê 800 hefte ne didomînin. 
 
 
Metnê daxuyaniyê ji aliyê endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn Şenê ve hate xwendin. Şen, diyar kir ku di nava sînorên welat de bi hezaran cînayetên kiryarên wan nediyar hatine kirin û ji b ovan cînayetan tu gav nehatiye avêtin û wiha got: “Daxwazên dayikan ên lêborînxwestinê û li benda darizandina kujeran li pêşberî feraseteke dadgeriyê ya rasteqîn hewl hat dayîn bi rêbazên nehiqûqî bê taloqkirin û çavtirsandin. Lê belê yekane tişta ku dayikên me dixwest, hînbûna aqûbeta zarokên xwe bû. Em îro li vê meydanê ji bo dayikên me yên li benda diyarbûna çarenûsa zarokên xwe ne li kêleka hev disekinin. Dayik û bavên ku ji cihekî gorê re hesret hatine hiştin, em ên ku ji bo aqûbeta dayika xwe, bavê xwe li korîdorên edliyeyê li qadan bêyî rawestan diqîrin daxwaz dikin ku ev zilm demildest were bidawîkirin.”
 
Şen di daxuyaniya de çîroka Vasif Ozturk ê bavê 7 zarokan ku di sala 1994’an de hate binçavkirin û windakirin vegot. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

08/06/2024
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin