'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’

  • rojane
  • 11:06 12 Hezîran 2024
  • |

ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan da zanîn ku li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin û wiha got: “Zarok, ji ber çavbirçîtiya qezencê ya sermayeyê jiyana xwe ji dest didin.” 

 
Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îhsan Seylan, bi boneya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê li navenda giştî daxuyanî da. Seylan, di serî de ji bo zarokê 11 salî Ahmet Dîren Turan Haskiro ku ji asansorê cihê kar kete xwarê jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên weke karkerên demsalî dixebitiyan û jiyana xwe ji dest dayîn, sersaxî xwest. Seylan, got ku divê berpirsyar bên darizandin. 
 
 ‘ZAROK JI BER ÇAVBIRÇÎTIYA QEZENCÊ YA SERMAYEYÊ DIMIRIN’ 
 
Seylan, bi bîr xist ku “12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê” 22 sal li pey xwe hişt û wiha got: “Li seranserî cîhanê û Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina karkeriya zarokan tevdîrên pêwîst nayên girtin. Ji Efrîqayê heta Asyaya Pasîfîkê, Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn, bi milyonan zarok weke karker tên xebitandin, keda wan tê xwarin û ji ber çavbirçîtiya qezencê ya sermayeyê jiyana xwe ji dest didin.” 
 
'LI TIRKIYEYÊ JI HER 5 ZAROKAN YEK JÊ KIRINE KARKER’ 
 
Bi domdarî Seylan da zanîn ku li gorî daneyên ILO’yê li seranserî cîhanê zêdetirî 160 milyon zarokên karker hene û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker roj bi roj zêdetir dibe. Her çend ku gelek guman li ser pêbaweriya TUÎK’ê hebin jî, li gorî daneyên wê li Tirkiyeyê zêdetirî 850 hezar karkerên zarok hene. Li gorî daneyên sendîkayan jî zêdetirî 2 milyon karkerên zarok hene û ev hejmar di demsala havînê de 4 milyonan derbas dike. Anku li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê kirine karker. Ji zarokên kur jî ji her 3’yan yek jê karker e. Ev daneye tenê yên aydê zarokên temenê wan di navbera 15-17 salî de ye. Têkildarî zarokên di bin temenê 15 salî de nehatine parvekirin. Her wiha zarokên penaber jî ne di nava van îstatîstîkan de ne.” 
 
‘SEDEMA KARKERÊN ZAROK KAPÎTALÎZM E’ 
 
Seylan, got ku sedema karkerkirina zarokan kapîtalîzm e û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê karkerên zarok weke hêmayeke hilberînê li ser pêyan digire tên nirxandin. Yek ji welatên herî zêde bêtemînatî, kedxwarî û bêtevdîrî lê heye Tirkiye ye lê dîsa jî ev pirsgirêk nayê dîtin. 
 
HER 6 ROJAN CAREKÊ KARKEREKÎ ZAROK JIYANA XWE JI DEST DIDE 
 
Polîtîkayên îktîdarê rê li ber vedike ku zarok di karên xetere de, derveyî qeydan û li cihên bêtemînat bên xebitandin. Lewma hejmara zarokên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibin. Îktîdara AKP’ê ji bo qezenca sermayedaran domdar be û çavbirçîtiya wan a qezencê domdar bike, serî li polîtîkaya necezakirinê dide. Ev jî rê li ber mirina zarokan vedike. Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di nava 11 salan dawî de herî kêm 689 zarok dema dixebitîn mirin. Anku di her 6 rojan de zarokek dema dixebite jiyana xwe ji dest dide.” 
 
‘BI RÊYA MESEM’AN ZAROKAN DIXIN XIZMETA SERMAYEDARAN’ 
 
Seylan, anî ziman ku di sala 2012’an de pergala 4+4+4 di perwedeyê de ketiye meriyetê û wiha pê de çû: “Bi vê pergalê re sepanên berhoste û strajyerê ketine meriyetê. AKPê mafê perwerde û jiyanê yên zarokan tune hesiband û rê li ber karkerkirina zarokan vekir. Vê jî rê li ber kedxwariya zarokan û îstîsmarê vekir. Nêzî 2 milyona xwendekar li MESEM’an dimînin û ev zarok xistine xizmeta sermayedaran û tên xebitandin.” 
 
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN
 
Herî dawî jî Seylan gavên divê li dijî karkerên zarok were avêtin rêz kir; 
 
“*Divê polîtîkaya perwerdeyê ya ku zarokan weke hêza erzan a kar dibîne û bingeha vê amade dike bên bidawîkirin. 
 
*Têkildarî xizaniya zarokan û karkerkirina wan divê daneyên zanistî û jêbawer bi raya giştî re bên parvekirin. 
 
*Li kes û saziyên zarokan didin xebitandin divê cezayên giran bên birîn. 
 
*Ji bo pêşîlêgirtina xebitandina zarokan a derqanûnî hewceye tevdîr werin girtin, venêrînên bibandor hebin û mewzûat bikevin meriyetê. 
 
*Hewceye tevahiya zarokan bi awayekî bêpere ji hêla tenduristiyê ve bên kontrolkirin. Derfetên bitendurist ên xwarin û vexwarinê jê re bên veqetandin. Divê mafê tenduristiyê yê zarokan neyê xespkirin. 
 
*Ji bo azadiya zarokan dê têkoşîna me bidome.” 
 

Sernavên din

14/06/2024
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
12:16 AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
12:12 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
11:55 Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
11:54 Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
11:41 Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
11:25 Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
11:23 Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
11:12 Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin
11:06 'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
11:03 'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’
10:42 Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
10:30 Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
09:58 Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
09:02 Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
09:02 Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
09:01 Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:01 Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
09:01 Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:48 Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
11/06/2024
22:45 Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome
20:59 Li Cizîrê mirineke biguman
20:53 Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê
20:07 Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya
20:00 Di hevdîtina DEM Partî û KE'yê de tecrîd hat gengeşekirin
19:43 Hevdîtina Ozel û Erdogan saet û nîvekê dewam kir
16:23 Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine
16:22 Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
16:08 ‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’