Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?

  • rojane
  • 10:16 14 Hezîran 2024
  • |
STENBOL - Parêzerê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica daxuyaniya Wezîrê Dadê ya der barê tecrîdê de wek “Dixwazin ser sûcê îşkenceya li Îmraliyê bigirin” nirxand  û got: “Heke tecrîd nebe çima hikûmet rapora CPT’iyê eşkere nake?”
  
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên li cem wî li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin. 39 meh in agahî ji Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayê girtin û bi tecrîdek dijwarkirî re rû bi rû mane. Li aliyekî ev tecrîda girankirî berdewam dike li aliyê din jî Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di civîna Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê de axivî û tecrîdê înkar kir. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan pirsa tecrîdê ji Tunç kir. Tunç jî tecrîd înkar kir û ev bersiv da: “Tecrîd tune ye. Biryarên dadgeriya înfazê tên sepandin.” 
 
Ji parêzerên Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica bersiva Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç da. Sarica îdiayên Tunç wek “Dixwazin ser sûcê îşkenceya li Îmraliyê bigirin” nirxand. 
 
'DIXWAZIN BI VAN DAXUYANIYAN TECRÎDÊ REWA BIKIN’ 
 
Sarica bal kişand ser daxuyaniyên wezaretê û wiha got: “Daxuyaniyên wezaretê xapandin û rewakirina agahî negirtina Îmraliyê ye. Yanî dema meriv li daxuyaniyên Wezareta Dadê dinêre; dixwazin hem sepanên dijqanûnî yên li Îmraliyê pêk tên hem jî tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê rewa bikin. Hem jî bi daxuyaniyên xwe nîşan didin ku wezîfeya xwe xerab bikar tînin. Nêzîkatiyek xelet nîşan didin. Em dibînin ku Wezîrê Dadê bi van daxuyaniyan ji berpirsiyariyê direve. Dixwazin bi van daxuyaniyan serê xelkê tevlihev bikin û rewşa heyî ya li Îmraliyê şolî bikin. Divê mafê bingehîn û azadiya mirovên di girtîgehan de were temînkirin. Lê belê heke hûn rabin van mafan asteng û sînordar bikin û qedexe bikin, jixwe ev dibe tecrîd. Li Îmraliyê miwekîlên di şertên ku ji tecrîdê derbas bûye, gihîştiye asta tundiyê û kes nikare navekî lê bike de ten ragirtin. Yanî şert û mercên li Îmraliyê yên heyî îşkence û dijmirovî derbas kiriye. Tecrîd têgehek ji bo sepanên li Îmraliyê gelek dimîne jî.” 
 
'NEXWÊ ÇIMA RAPORÊN CPT’IYÊ EŞKERE NAKIN?'
 
Sarica ji hikûmetê û Wezareta Dadê pirsa, “Heke li Îmraliyê tecrîd û îşkence nebe, nexwê hikûmet çima cesaret nake ku rapora CPT’iyê ya ku ji adara 2023’yan ve di destê wan de ye eşkere bike?” kir û wiha axivî: "Di heman demê de hikûmet çima biryarên Neteweyên Yekbûyî yên li ser şertên Îmraliyê ku dixwaze demildest bên rastkirin, çima ji nedîtî ve tê? Her wiha bi salane CPT bi salane pêşniyaran dike ku şertên Îmraliyê bên başkirin lê çima hikûmet hewl nade ku baş bike? Gelo Wezîrê Dadê çima raporên CPT’iyê ji nedîtî ve tê û daxuyaniyên ku civak-raya giştî dixapîne dide? Îdia dikin ku qedexeya malbat û parêzeran li gorî ‘hiquqê’ ye. Lê gelo çima her tiştî ji parêzeran vedişêrin û bi veşartî bi rê ve dibin?”
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

18/06/2024
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be