Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin

  • rojane
  • 09:25 20 Hezîran 2024
  • |
img

STENBOL - Kesên li Qada Şîşhaneyê li dijî qeyûmê ku tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin nobedê digirin, diyar kirin ku ew ê nehêlin vîna gel vê xespkirin û bang li her kesî kirin ku li dijî pêkanînên antîdemokratîk dakevin kuçeyan û deng derxin. 

 
Çalakiyên porotestoyê yên li dijî xespkirina vînê ya li Colemêrgê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê her diçe zêde dibin. Li Stenbolê çalakiya nobedê ya li Qada Şîşhaneyê ya Beyoglûyê bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê hat destpêkirin, di roja 13'an de didome. 
 
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar û welatî ku her êvar tîşortên "bicehime qeyûm" li xwe dikin û daxilî çalakiyê dibin, têkildarî xespkirina vîna gel ji ajansa me re axivîn.
 
‘GER EM DESTÛRÊ BIDIN WÊ DEWAMA WÊ BÊ'
 
Hevserokê Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşketin û Çandê ya Navçeyên Kîxî-Qereqoçan-Adakli-Yayladere-Yedîsu (KAYY-DER) Ahmet Tuzun got: “Divê em tu carî dest ji berxwedana xwe bernedin. Her çiqas cejn be jî, hatina gelek kesan ya vir, ji bo me qezenceke mezin e. Wekî KAYY-DER em ê dest ji vê meseleyê bernedin. Hemû kurd dizanin ku ger em îro li Colemêrgê destûrê bidin vê pêkanînê dê encamên wê derkevin holê. Tişta herî rewa ew e ku gelê kurd berxwedana xwe, berteka xwe û vîna xwe bide der." 
 
‘POLÎTÎKAYA ŞER E'
 
Tuzun destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman bi eşkereyî polîtîkayeke şer e û got ku gel wê bi têkoşîna xwe ya hevpar li hemberî vê polîtîkaya mêtingeriyê bi ser bikeve. Tuzun anî ziman ku DEM Partiyê bi siyaseta xwe li Tirkiyeyê muxalefetê mezin kiriye û got: "DEM Partiyê ji bo vî welatî tiştekî gelekî baş kir. Muxalefet niha li dijî tayînkirina qeyûman hin gavan diavêje, lê têrê nake. Ev tiştekî girîng e. Lê divê ev piştgirî ne sînorkirî be. Ji lew re, îro qeyûm tayinî Colemêrgê hat kirin, sibê wê tayinî wan jî bê kirin. Divê her partî empatiyê çêbike. Polîtîkaya qeyûm, polîtîkaya desteserkirinê ye."
 
Endama KAYY-DER'ê Zeynep Kûloglû jî diyar kir ku li hemberî gelê kurd neheqî û bêhurmetiyeke mezin tê kirin. Kûloglû got: “Eger pergala heyî gel fêhm bikira, dê kesên hilbijartî bûna, ne yên tayînkirî. Divê dewlet rêzê li vîna gel bigire. Ez li dijî vê kiryara neheq û nerewa me û ez vê qebûl nakim. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Tu nikarî îradeya gelê kurd, gelê Colemêrgê paşguh bikî, tu nikarî bêhurmetiyê li mafên wan bikî."
 
Serokê Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Alî Riza Bîlîr jî diyar kir ku polîtîkaya desthilatê nîşaneya pêkanînên dijdemokratîk ên bi salan e ku li Tirkiyeyê tên meşandin. Bîlîr da zanîn ku desthilatê li Colemêrgê careke din rûyê xwe yê rast eşkere kiriye û desteserkirineke mezin li mafan kiriye û got: “Îradeya gelê Colemêrgê tê paşguhkirin. Bêguman ev rewşeke wiha ye ku nayê qebûlkirin. Ger hûn li ser navê demokrasiyê tiştekî derdixin pêş û ger li vî welatî demokrasiyeke sembolîk tune be û demokrasiyeke rast hebe, nexwe divê hûn îradeya azad a gelan desteser nekin. Ev rastiyek e, rastiya welatê me ye. Lewma ji bilî têkoşînê tu çareyek nemaye."
 
QEYÛM Û TECRÎD
 
Bîlîr anî ziman ku têkiliya van kiryarên dijhiqûqî bi tecrîdê re heye û wiha dewam kir: “Hemû pêkanînên dijdemokratîk ên wekî paşguhkirina ziman, çand û baweriyan bi tecrîdê re têkildar in. Pêwîst e mirov hêviyên pergalê yên ji tecrîdê bibîne. Mesele ne tenê dûrxistina şaredarekî ye. Beriya her tiştî li vî welatî krîzeke aborî, civakî û siyasî heye."
 
Siyasetmedar Asiye Kolçak jî diyar kir ku ew ê li qadan li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin û got: "Berteka li hemberî qeyûman bertekek e ku divê li dijî hemû pêkanînên dijdemokratîk bê dayîn." 
 
Kolçak anî ziman ku tayinkirina qeyûman êrîşek e li dijî destkeftiyên jinan e û wiha got: “Em dizanin ku qeyûm dê dîsa berê xwe bide destkeftiyên jinan." 
 
Ji welatiyên tev li çalakiyê bûye Îslam Oztoprak jî got: "Em ê li ber vê zilmê serî netewînin." 
 
MA / Esra Solîn Dal 
 

Sernavên din

21/06/2024
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da