Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin

  • rojane
  • 11:29 21 Hezîran 2024
  • |
img

ENQERE - Desteya Îdarî û Çavdêriyê ya girtîgehê zorê li girtî Naîf Îşçî kir ku qenata xwe ya der barê Abdullah Ocalan de rave bike. Lewma berdana Îşçî 3 meh hat taloqkirin. Îtaraza li dijî biryarê hatibû kirin jî hat redkirin. 

Naîf Îşçî hê 14 salî ye bi îdiaya ku li baxçeyê mala wan molotofkokteylî hatiye dîtin, di 26’ê sibata 2011’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ewilî tê binçavkirin û paşê tê girtin. Tê îdiakirin ku Îşçî tev li xwepêşandanên li navçeyê bûye û vê jî dikin hinceta girtina wî. Dadgeha Destûra Bingehîn her çiqas îdiayên “ne endamê rêxistinê be jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “bêdestûr madeyên talûke li cem xwe girtiye” betal kiribû jî lê dadgehê der barê Îşçî de doz vekir. Doza ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatibû vekirin û bi giştî 14 sal û 2 meh ceza li Îşçî hatibû birîn. 
 
BI DARÊ ZORÊ QENATA WÎ HAT RAVEKIRIN 
 
Îşçî li girtîgehên cuda tê ragirtin û ji roja hatiye girtin heta niha 4 caran cezayê disîplînê lê hatiye birîn û lewma ji berdana bi şert sûd wernegirt. Piştî înfaza cezayên disiplînê yên Îşçî qediya divê bi şert bihata berdan û ji bo vê jî di 6’ê gulanê de ji Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xelatê derxistin pêşberî Desteya Îdareyê û Çavdêriyê ya girtÎgehê. Lê belê belê beriya derxin pêşberî desteyê, dozgerê girtîgehê bi rêya SEGBÎS’ê li gel Îşçî hevdîtinê kir. Madeya 25’emîn her çiqas dibêje, “Her kes xwedî azadiya raman û qenata xwe ye. Her çis edem û bi çi armancê dibe bila bibe, bi darê zorê kes dikare raman û qenata xwe rave neke. Kes bi sedema raman û qenata xwe nikare bê şermezarkirin, sûcdarkirin” jî lê dozger zorê li Îşçî kir û pirsa “Fikr û ramanê te ya der barê PKK’ê û Abdullah Ocalan de çi ye” jê kir. Îşçî bersiva dozger da û got: “Ez naxwazim der barê PKK û Abdullah Ocalan de biaxivim.” 
 
DESTEYÊ JÎ PIRSA DOZGER KIRIYE 
 
Paşê Îşçî derxistin pêşberî Desteya Îdare û Çavdêriyê û desteyê zorê li Îşçî kir ku qenata xwe ya der barê Ocalan de rave bike. Gelek pirsên çewt û matmayî ji Îşçî hatin kirin û Îşçî ji desteyê re gotiye ew naxwaze pirsên wan bibersivîne. 
 
BERDANÊ TALOQ KIRIYE
 
Desteya Îdare û Çavdêriyê li ser bersivdayîna Îşçî rewşa berdana wî nirxandiye û gotiye, “Bersivên wî bi nakokî ne û wî di oxira armancekî de beyanên xwe aniye ziman.” Desteyê bi piraniya dengan, berdana Îşçî betal kir û sê meh taloq kir. Dê rewşa berdana Îşçî di 6’ê tebaxê de dîsa bê nirxandin. 
 
SERLÊDAN JÎ HATIN REDKIRIN 
 
Îşçî li idjî biryara desteye serî li Dadgeriya Înfazê ya Tetwanê da û xwest bila biryar bê betalkirin. Dadgeriyê biryara desteye parve kir û di 12’ê hezîranê de serlêdana Îşçî red kir. Li ser vê yekê Îşçî serî li Dadgeha Cezayê Giran a Tetwanê da. Vê dadgeha ku jê re bilind tê gotin jî serlêdana Îşçî red kir. 
 
ÇÛ ROJEVA MECLISÊ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan rewşa neberdana Naîf Îşçî bir rojeva Meclisê û bi pêşniyanameyek rewşa wî ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç pirs kir. 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

21/06/2024
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da