Şandeya ku ketina wan a Mawayê hate astengkirin banga hestiyariyê kir

  • rojane
  • 23:59 23 Hezîran 2024
  • |
img
ÊLIH - Şandeya ku ji ber şewata di encama bombebarana bi rojane li Herêma Mawayê didome de xwest biçe herêmê hate astengkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîk Bayindir ê di nav şandeyê de wiha got: “Bi dehan gundên me di çarçoveya operasyonê de hatin qedexekirin. Mudaxileyî şewatê nayê kirin.”
 
Operasyona leşkerî ya di 18’ê hezîranê de li bejahiya gundê Xirbêkûr ê li herêma Çiyayê Mawa yê li navçeya Heskîf a Êlihê hatibû destpêkirin didome. Operasyon ber bi bejahiya navçeya Kercewsê ve hate berfirehkirin. Li herêmê liv û tevgera hewayî didome. Hate diyarkirin ku li herêma Torî ya li navçeya Kercewsê ji aliyê walîtiyê ve ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin. Gundê Bilexşeyê jî ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin. Hate ragihandin ku şewata ku li bejahiyê derketiye ber bi gundê Bilexşeyê ve diçe û gelek wesayîtên agirkujiyê ji herêmê re hatine xwestin. 
 
Şandeya ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Kamûran Tanhan û Zeynep Odûncû û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û endamên partiyan di nav de xwestin biçin gundê ku şewat lê derketiye. Lê ketina şandeyê ya gund hate astengkirin.  
 
‘GUNDÎ LI MALÊN XWE ASÊ MAN E’  
 
Leşkerên ku ketina gundê Bilexşeyê dorpêç kirin, bi hinceta operasyonê destûr nedan ku şande bikeve gund. Li ser vê yekê şandeyê daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li ser navê şandeyê axivî, bertek nîşanî bêhiqûqiya qewimî da. Bayindir diyar kir ku gundî li malên xwe asê mane û wiha got: “Me xwest herêma ku çend roj in operasyon lê didome bi parlamenterên xwe re bibînin. Li herêmê li qadeke fireh şewat derket. Me xwest vê bibînin. Lê em asteng kirin, qadeke bi kîlometreyan dûr weke qadeke qedexe hatiye îlankirin. Li vê qadê bi dehan gund hene. Destûr nadin ku gundî karên xwe yên rojane bikin, nikarin sewalên xwe yên xwedî dikin av bidin, nikarin biçin nav baxçeyên xwe. Em vê ferasetê qebûl nakin, bi dehan gund, dayik, jin, pîr û nexweş li vê herêmê hene. Bi dehan kesan li me geriyan, ji ber vê operasyonê tirsa wan heye, me xwest bi gundiyên xwe re hevdîtinê bikin, xwestin rewşa wan bipirsin ka çawa ye lê em ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin astengkirin. Em bang li gelê Êlihê dikin, li dijî vê rewşê bi hestiyar bin. Ji ber ku bi dehan gundên me di çarçoveya vê operasyonê de hatin qedexekirin. Ev ne rewşeke ku bê qebûlkirin e. Em ê weke partî û saziyên xwe li cem gundiyên xwe bin. Em ê her tişta ji destê me were ji bo gundiyên xwe bikin.”
 
‘EM JI QEDEXEYAN XELAS BIKIN’ 
 
Bayindir, bi lêv kir ku biryara qedexekirinê bêwijdanî ye û ev tişt gotin: “Çend roj in qedexeyeke ku şêniyên me yên gund nikarin pêdiviya xwe ya av û xwarinê pêşwazî bikin heye. Ev rêyeke bêexlaqî û bêwijdanî ye û nayê qebûlkirin. Bi rojane destûr nayê dayîn ku ji malên xwe derkevin, bila gelê me li dijî vê mijarê hestiyar be û ji bo qedexe demildest were rakirin bila her kes tişta ji destê wan tê bike. Qadeke bi hezaran kîlometre hate şewitandin, me ev bi çavên xwe dît ku hêj cihên şewat lê xuya dikin hene. Tankerên avê li herêmê ne lê tu kes ji bo vemirandina şewatê tiştekî nake. Qadeke berfireh ber bi şewitînê ve diçe. Ev nayê qebûlkirin. Xweza, welat, erdnîgariya me bi vê operasyonê tê şewitandin û gundî jî li malên xwe asê tên hiştin. Ez bang li hemû gelê me dikim, çi ji destê me bê em bikin, em şeniyên gund demildest ji qedexeyê xelas bikin û bikin ku vegerin ser kar û barên xwe yên rojane.”
 
 

Sernavên din

26/06/2024
11:04 Turkoglû: Dixwazin ji bo kujerên jinan efûyê derxînin
10:55 Di hevdîtina xizmên girtiyan û Wezîrê Edalatê de çi hate axaftin?
10:54 Mirina biguman bi gotina ‘psîkolojiya wî xerab e’ veşartin
10:39 Li Sêrtê Dîlan S. ya 27 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
10:33 Ahmet Turk: Em li sê wezaretan geriyan gotin ‘helîkoptera me ya bi şev dibîne nîne’
09:59 Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê: DEDAŞ hişyariyên me piştguh kir
09:45 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Cenazeyên Temel û Sala hatin definkirin
09:15 Li Wanê hejmara kesên tiryakê bi kar tînin nayê zanîn: Emniyet û Wezareta Dadê daneyan parve nakin
09:05 Li ser rêya TEM’ê rêzeqeza: Birîndar hene
09:03 Canpolat: Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakî bidomin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:59 Li Kanîreşê erdhej çêbû
25/06/2024
21:42 Rapor berpêşî Tûnçê ku tecrîdê red kir kirin
21:38 Huda Kaya hat tahliyekirin
19:39 Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin
18:12 Li Colemêrgê nobeta li dijî desteserkirina vîna gel
17:31 Ekolojîst li herêma şewatê ne: Têkoşîna ekolojiyê bivênevê ye
17:17 Doza êrişa zayendî: Dozgerê nû ceza xwest
17:05 Kazim Koyûncû hate bîranîn: Xwest em xwedî li jiyana xwişk û biratiyê derkevin
16:54 Di salvegera 'Nobeda Azadiyê' de ji bo Îmraliyê banga navneteweyî hat kirin
16:16 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Şewat ji têlên ceyranê derket!
16:14 Şêniyên Kelekê bertaka ‘dewlet tunebû’ nîşanî şandeya AKP’ê dan
16:09 Li Wanê keviyên berfê yên li ser rêyan hatin paqijkirin
15:59 Li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin
15:47 DEM Partiyê belavokên mitînga ‘li dijî qeyûm’ belav kirin
15:42 Ozel: Rapor nîşan didin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê derketiye
15:36 Jinan bertek nîşanî komkujiyan dan: Berpirsyar îktîdara AKP-MHP’ê ye
15:28 Wesayîta karkeran qeza kir: 3 jê bi giranî 8 kes birîndar bûn
15:21 Daxwaza girtina keyayê bi îstîsmarkirina zarokê tê sûcdarkirin hat redkirin
15:20 ÎHD’ê ji bo mafên penaberan pêşniyarên çareseriyê yên lezgîn pêşkeş kirin
15:17 Cenazeyê Dag a li Kercewsê jiyana xwe ji dest dabû li nexweşxaneyê tê sekinandin
14:29 Rojnamevan Sezgîn Kartal beraet kir
14:17 Li Girtîgehên Sûlûca û Alanyayê binpêkirinên mafan
14:05 Di agirkujiya DBB’ê de rewşa seferberiyê: Destûr hatin betalkirin
13:26 Serokê CPT’ê yê berê Palma: Divê ji bo Ocalan bikevin nava hewldanan
13:18 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:52 Bahçelî li Meclisê aciz bû
12:43 Bakirhan: Berpirsiyarê sereke yê felaketa şewatê DEDAŞ e
12:30 Dermankirina sewalên birîndar didome
12:26 Bahçeliyê nedikariya xwe li ser pêyan bigire êrişî Baroya Amedê kir
12:26 Danişîna rojnamevan Kaya hat taloqkirin
12:16 Duyemîn Doza Kobanê dest pê kir: Em bi tenê jî bimînin dê derewan nekin
12:04 DTSO’yê ji waliyê Amedê re got: Em heqê xwe li te helal nakin
12:00 Hevşaredar Bucak: Qeyûm ji bûdçeya agirkujiyê 8 milyon TL şandiye
11:31 Delalê pîrik û dayika xwe: Şêxmûsê mino
10:47 Pankarta ‘qeyûm bicehime’ bi Kuleya Galatayê ve kirin
10:42 Li ‘Biaxive, tu ji ku yî’ doz hate vekirin: Bikaranîna deng hatiya astengkirin!
10:39 Rojnamevan Oremar: Li Îranê kurd dê neçin ser sindoqan
10:12 Hatîmogûllari: AKP’ê ji bo ku nekarî bi kurdan serî bide tewandin ev doz vekir
09:55 Serokê DTSO’yê Kaya: Em ê nehêlin ku aramiya bajarê me were xerakirin
09:35 Limîta kişandina pereyan a ji ATM'ê hate zêdekirin
09:31 Hinceta cezayê ku li rojnamevanan hat birîn: Bi nûçeyan moral geş kirine!
09:25 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:12 Ji nûnerên sendîkayan banga mitînga Kartalê
09:11 Rewşenbîrên kurd: Armanca qeyûman nenaskirina hebûna kurdan e
09:05 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê di meha 40'emîn de ye
09:02 ‘Vîna gelê Colemêrgê em in û em li vir in’
09:01 Li Gabarê hewşa malê veguherandin qereqolê!
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:53 Tirkiye leşkeran sewqî Amediyeyê dike
08:52 Li Manîsayê bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû
24/06/2024
23:43 Di nobeta Stenbolê de bal kişandin ser şewatên li Amed û Mêrdînê
22:15 'Wê qeyûm û desthilat tev de biçin'
20:11 Şandeya CHP’ê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir
16:42 Li ber girtîgehan bang kirin: Tecrîd yekane astengiya li pêşiya aştiyê ye
16:41 DEM Partiyê ji bo şewata Amed-Mêrdînê pêşniyaza ‘herêma karesatê’ kir
16:32 397 êzidî vegeriyan Şengalê
16:25 Seroka daîreyê ya qeyûm tayînî Midûriyeta Bajar a ÎŞKUR’ê hat kirin
16:12 Di doza êrişa zayendî de tê payîn ku sibê biryar were dayîn
16:09 31’emîn salvegera Komkujiya Madimakê: Me ji bîr nekir dê nedin jibîrkirin
15:29 Li Edeneyê 12 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Sulucayê hatin kirin
14:42 16 kesên êrişî Starbucks û Burger Kingê kiribûn hatin binçavkirin
14:39 Derheqê 3 kesên biryara ‘Operasyona Vegera li Jiyanê’ dabûn serlêdana sûc hat kirin
14:25 Bêyî ku biryara dadgehê hebe ji bo hevşaredaran biryara qedexeya derve
13:55 Cenazeyên HPG’iyan bi roja ye li morgê tên sekinandin
13:53 Şandeya CHP’ê li herêma şewatê ye: Dozger vexwendin peywîrê
13:50 Ji herêma operasyonê 2 cenaze anîn nexweşxaneya Êlihê
13:46 Li Slovenyayê ‘Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re’ hat lidarxistin
13:44 Koçyîgîtê ji desthilatê pirsî: Bi DEDAŞ’ê re têkiliyeke we ya çawa heye
13:36 Platforma Bajêr: Bila têkildarî êrişan lêpirsîn bê destpêkirin
13:28 Li Girtîgeha Amedê 32 girtî ji xwarinê jehrî bûne!
13:18 Ciwanê di Gola Wanê de winda bûye hêj nehate dîtin
13:08 Encumenên DEM Partiyê çûn şaredariyê: Me muxatab nedîtin
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan dê li ber CPT’yê bi girseyî daxuyanî bê dayîn
13:05 Duyemîn Doza Kobanê sibe dest pê dike
12:27 Bîlançoya tundiya zilam a 3 rojan: 9 jin hatin qetilkirin
11:21 Li Bedlîs û Sêrtê operasyon: Daristan tên bombebarankirin
11:20 Li Elkê pêvçûnên dijwar diqewimin
11:18 Di êrîşa li Dagistanê de 4 sivîl û 15 polîs mirin
11:07 Tîryakî: Wezaretê ji bo gelek hevşaredaran biryara qedexeya derketina derve da
11:05 Dema du bira û pismamê wan xwest şewatê vemirînin jiyana xwe ji dest dan
10:41 Ji Weşanên Aryen û Sînê 4 pirtûkên nû derçûn
10:37 Kêliya êrişê vegot: Xwestin midûrê kargehê lînç bikin
10:09 Banga beşdariya mitînga li dijî qeyûm: Em peyamek xurt bidin zîhniyeta mêtinger
09:58 Cenazeyê jina winda di Çemê Zapê de hate dîtin
09:57 HUDA PAR’î êriş dikin, polîs temaşe dikin!
09:56 Dîmenên şewata ji ber têlên ceyranê derketî derketin holê
09:24 Bîlançoya şewatê: 924 heywan mirin e, qada ji 14 hezar 900 dekar pêk tê şewitî ye
09:04 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 211’an