Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng

img

ENQERE - Di civîna MYK ya DEM Partiyê ya dawî de biryar hate dayîn ku kampanyaya “Nan û Edaletê” bê destpêkirin û ji bo “Tifaqa Demokrasiyê” komîsyon bê avakirin. 

Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  di 26’ê hezîranê de li navenda giştî civiya. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di civîna MYK’ê de yek ji rojevên sereke bû tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di civînê de hate destnîşan kirin ku tecrîd dikare “bi rêbaza têkoşîneke bibiryar were rakirin”. Bêedaletiyên di her qada jiyanê de hene hatin nîqaşkirin, ji bo ku bêedaletî ji holê rabe nîqaş hatin kirin ku bi hemû hêzên demokrasiyê re têkoşîneke hevpar bê meşandin.”
 
KAMPANYAYA ‘NAN Û EDALET’ 
 
Krîza aboriyê bû yek ji rojeveke girîng a din a civînê. Di civînê de biryar hate dayîn ku zema li mûçeyê kêmtirîn, mûçeyê teqawîdan û bandora krîza aborî di serdema pêş de di nava rojevên sereke yên partiyê de bin. Di MYK’ê de biryar hate dayîn ku di vê mijarê de bi navê “Nan û Edalet” starta kampanyayekê bê dayîn. Di çarçoveya kampanyayê de di serî de karker û kedkar dê xwe bigihînin her derê. 
 
Di çarçoveya kampanyayê de dê li Mêrdînê “Mitînga çandiniyê” bê kirin. Biryar hate dayîn ku dîroka mitîngê pişt re were diyarkirin. 
 
KOMKUJIYÊN JINAN 
 
Di civînê de qetilkirina 7 jinan a di rojekê de jî hate rojevê. Bal hate kişandin ku êrişên li dijî jinan her ku diçin zêde dibin û hate diyarkirin ku divê li dijî vê li gel rêxistinên jinan têkoşîn were mezinkirin.  
 
BIRYARA KONFERANSA RÊXISTINKIRINÊ  
 
Têkildarî rêxistinkirinê hin biryar hatin girtin. Li gorî vê ewilî di 13 îlonê de Konferasna Rêxistinkirina Jinan dê bê kirin. Pişt re di navbera dîrokên 14 û 15’ê îlonê de Konferansa Rêxistinên Navendî dê bê kirin. Ji bo konferansê di demekî kurt de dê li bajarên ku partî lê bi rêxistine, xebat bên meşandin.
 
DIBISTANÊN PARTIYÊ VEDIBIN  
 
Biryareke din a girîng ku di civînê de hate girtin jî bû têkildarî Dibistanên Partiyê. Li gorî biryara hate wergirtin dê di vê çarçoveyê de dê rêziknameyek were amadekirin. Ev rêzikname dê pişt re pêşkeşî pejirandina Meclisa Partiyê (PM) bê kirin. Her wiha, eger PM rêziknameyê qebûl bike, wê yekîneyên îdarî, hiqûqî û îstihdamê yên partiyê, ji bo diyarkirina avahiyên ku dibistan lê bên vekirin û perwerde bên dayîn, bikevin nava tevgerê û eger hebin wê kêmasî werin sererastkirin. Heke ev kêmasî ji holê bên rakirin dê dibistanên partiyê di meha îlonê de bên vekirin. 
 
JI BO TIFAQA DEMOKRASIYÊ KOMÎSYON 
 
Di civînê de nîqaşên “tifaqê” jî hatin meşandin. Hate destnîşankirin ku ji bo “Tifaqa demokrasiyê” divê xebat bên meşandin. Her wiha biryar hate dayîn ku MYK di pozîsyona ku dê piştgiriyê bide van xebatan de ye û ji bo ev xebat bên lezandin dê Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi xwe hevdîtinan bikin. Dîsa biryar hate dayîn ku komîsyoneke têkildar were avakirin. 
 
JI BO ZAROKAN BIRYARA XEBATA BILEZ 
 
Di civînê de encamên şewata di şeva 20’ê hezîranê de li Amed û Mêrdînê derket bi demekî dirêj hate nîqaşkirin. Biryar hate dayîn ku ji ber bi taybetî zarokan di vê pêvajoyê de zirarên cidî girtin ji bo ev zirar bi awayekî bilez ji holê bên rakirin Komîsyona Zarokan a partiyê bikeve nava liv û tevgerê. Komîsyon dê bi rêxistinên sivîl ên civakî yên herêmê re di nav têkilî û piştevaniyê de be. 
 
BIRYARÊN DIN  
 
Di civînê de planên salvegera komkujiyên Madimak û Çorûmê hatin axaftin. Ji bilî vê têkildarî salvegera qetilkirina Vedat Aydin û Alî Îsmaîl Korkmaz plan hatin kirin.  
 
Komîsyona Astengdaran dê di navbera 11 û 14’ê tîrmehê de li Amedê panelekê li dar bixe. Biryar hate dayîn ku MYK di 13’ê tîrmehê de bi boneya salvegera Komkujiya Zîlanê daxuyaniyekê bide. 
Wekî din, biryar hat dayîn ku civîna Koordînasyona Jinan a di navbera 12-14’ê tîrmehê de li Îzmîrê bê lidarxistin. Di dema pêş de jî ji bo rojevên girîng plan hatinkirin.
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

01/07/2024
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan