Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin

  • rojane
  • 12:56 1 Tîrmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Di danişîna doza Komkujiya Gar a Enqereyê de bersûc Resûl Demîr xwest li serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû were guhdarîkirin. 
 
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî mitînga aştiyê ya Qada Gara Trenê ya Enqereyê kir. Di êrişa bombeyî de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûn. Danişîna biryarê ya dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Mexdûrên komkujiyê, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parêzerên hinek bersûcan û parêzerên mexdûran tev li danişînê bûn. 
 
Di danişînê de ji ewil li îfadeyên malbatên mexdûr û kesên jiyana xwe ji dest dayîn hate guhdarîkirin. Gulistan Uzan ku di komkujiyê de birayê xwe winda kir axivî û got ku gelek birîndaran ji ber gaza polîsan avêtî jiyana xwe ji dest dan. Uzan, têkildarî bûyerê wiha got: “Gaz avêtin birîndaran. Birayê min beriya biçe wê derê got ecebiyek heye. Ji ber ku wesayîta wan qet nehatibû sekinandin. Di rewşên asayî de hezar caran tên sekinandin lê wê rojê polîsên li qadê jî xwe li piştê veşartibûn. Birayê min wisa digot. Bi kurt û kurmancî wê rojê em bi zanebûn û bi dilxwazî hatin qetilkirin. Ev dadgeh çima vê rastiyê paşguh dikin an jî çima berpirsyar nayên darizandin. Wê rojê heta ajokarên texsiyan jî her kesî dizanî dê tiştek bibe û li gorî wê tevdigeriyan.” 
 
'NAVÊN KESÊN FERMAN DANE EŞKERE BIKIN’ 
 
Mamosteyê wêjeyê Îzettîn Çevîk ku keça wî û xwişka wî hatibûn qetilkirin jî ev tişt anî ziman: “Îxtîmaleke mezin ev komkujî ji hêla hinek kesan ve û di çarçoveya armancekê de hate kirin. Îxtîmaleke mezin ji bo berjewendiyên îktîdarê hate kirin. Di dersên min dîtin de, di perwerdeya min dîtî de, divê îktîdar berpirsyarê vê komkujiyê bihata dîtin, divê bihata rûxandin û hikûmet biguheriya. Li vî welatî neguherî lê di 10’ê cotmehê de şêweyê îktîdarê guherî. Mixabin ez êdî naxwazim bangî wijdanê bikim. Ez ne di wê baweriyê de me dadgeha we li hemberî dîrokê pak be. Ji ber ku ew jî memûr in. Ez êdî mamosteyeke teqawid im. Lewma dê polîtîk biaxivim. Yên ku keç û xwişka min kuştin ev îktîdare ye. Hûn jî amûrên wê ne. Hevjîna min hêj niha jî tê tedawîkirin. Peywira min ew bû ku mirovên baş bigehînim. Ez li vir lanetê li xwe dikim. Min nekarî mirovên baş bigehînim. Heke ev her du bira hatibin û em kuştibin, weke perwerdekarek ez bi ser neketime. Di encama vê de ev dadgeh jî dê bi ser nekeve, min nekarî we bigehînim. Hinek kesan hûn bi kar anîn, hûn li vir in û ew jî li qesran de ne, di keştiyan de. Dev ji vê dadgehê berdin, em li hev helal bikin û hûn jî navên kesên ferman dane bidin me.” 
 
'BÎNIN BILA BIAXIVE’
 
Piştî îfadeyan, bersûc Hakan Şahîn parastina xwe kir. Şahîn îdia kir ku eleqeya wî bi bûyerê re nîne û daxwaza beraeta xwe kir. 
 
Bersûc Resûl Demîr jî bal kişand ser daxuyaniyê wezîrê demê Ahmet Davutoglû yên têkildarî komkujiyê û wiha got: “Ahmet Davutoglû ji peywirê dûrxistin, ji bo tolhildanê çû. Digot; ‘Heke ez vebêjim dê dinya biheje.’ Rast dibêje. Lê piştî van gotinan çawa li rûyê mirovan dinêre nizanim. Bila bê û li vir bibêje. Êdî ez nizanim ka hûn bangî wî dikin û tê li vir vedibêje yan derdikeve bernameyekê û li wir vedibêje. Lê qet nebe bila bibêje û xwe ji vê durûtiyê xelas bike.” 
 
JI BO KURSIYÊ
 
Demîr ê ku biisrar sûcdariyên heyî red kir û îdia kir ku ji ber kursiyê ji hêla dozgeran ve tê sûcdarkirin, wiha domand: “Ramazan Dînç ê ku çavberdaye Dadgeha Bilind, ji bo kursiyekê bi dest bixe ez jî weke sûcdar nîşan dam. Eleqeya min bi bûyerê re nîne. Hûn bi dosyayên Dîlokê dizanin, dozger delîl tune kir û em sûcdar kir. Adnan Gumuş ê mutalaa dayî, dibêje ku dema ez direviyam hatime girtin. Lê ez weke kesê ku ji bo agahiyan bang lê hatiye kirin hatim girtin. Min îfade da. Peyamên ku min gubre kiriye heye. Peyamên ne têkildarî kirîna gubreyê lê firotina gubreyî hene. Hevalekî min ê dibistanê ji min re peyama ‘DAIŞ dê komkujiyê bike, neçe filan cihî’  şandiye. Peyama ji her kesî re şandiye ji min re şandiye. Dibêjin ‘ev peyam çima ji te re hatiye.’ Min bi vê sûcdar dikin. Dozgerê mutalaa amade kirî dibêje ku li mala min qertên DAIŞ’ê dîtiye. Li mala min krokiyeke ku li ser googleyê lê tê nihêrtin hatiye dîtin û bi vê têm sûcdarkirin. Hemû kes lê dinêre.” 
 
Danişîn bi parastinên bersûcan didome. 
 

Sernavên din

03/07/2024
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye