Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me

  • rojane
  • 13:31 1 Tîrmeh 2024
  • |

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî yê li Meclisê Rojev nirxand, bal kişand ser êrişên nijadperest ên li Kayseriyê li penaberan û li Mûglayê li kurdan hatine kirin û bi gotina “Ev tovên cihekariyê yên di nava civakê de hatine çandin bi êrişên lînckirinê derdikevin pêşberî me” îşaret bi polîtîkayên desthilat û muxalefetê kir. 

 
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, bi civîna çapemeniyê ya li Meclisê li dar dixe geşedanên di rojevê de nirxandin. 
 
Temellî bal kişand ser êrişa nijadperest a duh bi şev li Kayseriyê li dijî sûriyeyiyan hate kirin û bi bîr xist ku mal û kargeh hatin şewitandin. Temellî, diyar kir ku hewl hate dayîn ku mirovan bikujin û got: “Helbet li dijî bûyerekê bertek dikare were nîşandan lê berteka li vir nijadperestiyeke ku nayê qebûlkirin. Ez kesên ku hewl dan vê yekê bikin şermezar dikim. Em dizanin ku feraseta li pişt vê bûyerê feraseteke faşîst û nijadperest e. Bi taybetî hem desthilat hem jî partiyên mûxalefetê demekî dirêj e gotinên nijadperest ên li dijî penaberan her tim tînin ziman. Di encama vê yekê de jî bûyerên wiha derdikevin holê.”
 
ENCAMA POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ 
 
Temellî, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke penaberan heye û hewl tê dayîn weke ev pirsgirêk ji ber penaberên hatine ye lê pirsgirêka bingehîn ji ber nêzîkatiya AKP’ê û MHP’ê ya pirsgirêka kurd û polîtîkaya derve ye. Temellî axaftina xwe wiha domand: “Em îro dizanin ku li Sûriyeyê, Iraqê û Rojhilata Navîn li pişt gelek bûyeran polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ku herêmê bêîstîkrar dike heye. Ji ber vê yekê pirsgirêka penaberan ne bi destê penaberan ji ber polîtîkayên dewleta tirk derketine holê. Heke pirsgirêka penaberan were çareserkirin divê ewilî aştî were Rojhilata Navîn, meseleya kurd were çareserkirin. Divê em di ferqa vê de bin û rêyên bi penaberan di nava aştiyê de teqez bi pêş ve bibin.”
 
LI MÛGLAYÊ ÊRIŞÎ KARKERÊN KURD HATE KIRIN 
 
Temellî, qala êrişa nijadperest a li Mûglayê li dijî karkerên kurd pêk hat kir û diyar kir ku li dijî kurdan gelek êrişên wiha hatine kirin û ev êriş yek bi yek hejmartin. Temellî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rastiyek heye ku gotinên nefretê yên di nava civakê de hatine çandin, ev tovên cihekariyê bi êrişên lînckirinê derdikevin pêşberî me. Helbet li pişt vê ev rastî heye. Hûn dizanin çîroka navdar a ‘desteserkirina mal û milk’ heye, ji ber vê yekê îro ji bo ku ax û zeviyên ku kurd xwediyê wan in bên desteserkirin, ev bûyerên wiha tên sorkirin. Herî dawî di bûyera Mûglayê de li holê ye ku 12 mûxtaran çawa ku ev kar organîze kirine.”
 
Temellî her wiha işaret bi pêşnûme qanûna ku tê plankirin pêşkêşî Meclisê were kirin û mamosteyan eleqedar dike û destnîşan kir ku ev pêşnûme wê pirsgirêkên mamosteyan çareser neke, berovajiyê wê dê wan girantir bike.
 
MÛÇEYA KÊMTIRÎN 
 
Temellî, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Turk Îş’ê reqem aşkere kirin. Li gorî Turk Îş’ê sînorê xizaniyê derketiye 62 hezar lîreyan. Sînorê birçîtiyê 20 hezar lîre derbas kiriye. Lê mûçeyê kêmtirîn 17 hezar lîre ye. Wezîr got mûçeyê kêmtirîn zêde ye. Ev êdî ji bilî henekên xwe bi kesên mûçeyê kêmtirîn digire û teqawîdan henekê xwe kirinê bêtir tiştekî din nîne. Divê ev feraseta ku îro 17 hezar lîreyan zêde dibîne demildest îstîfa bike. Ji ber ku ji sedî 60’ê xebatkaran mûçeyê kêmtirîn digire. Ji ber vê yekê di demekî ku ji sedî 60’î xebatkaran bi mûçeyê kêmtirîn dijî de hûn bêjin li welat mûçeyê kêmtirîn bilind e hûn nikarin bibin wezîrê xezîne û maliye yê. Hûn encax li rojhilata dûr li welatên kedê dixwin dikarin bibin wezîrên xezîne û maliye yê.
 
RÊJEYA ZÊDEBÛNA KIRÊ BÛ JI SEDÎ 65 
 
Dema berê IMF hate vî welatî ji xwe pêşniyara wê dibû ev. Li Çînê mûçeya kêmtirîn çiqas be bila li cem we jî ewqas be. Bawer im we jî  li Çînê nêriye, ji ber wê yekê vê gotinê dibêjî. Ne tenê meseleya mûçeyê kêmtirîn. Di kirêyan de jî sînorkirina ji sedî 25 radibe. Ligel rakirina vî sînorî dê rêjeya zêdekirina kirêyan bibe ji sedî 65. Niha bifikirin hûn 10 hezar lîre kire didin. Hûn mûçeyê kêmtirîn digirin û xwediyê xanî hat ji we re got ku ji sedî 65 zem dikim. Kirêya ku hûn bidin dê bibe 16 hezar û 500 lîre. Hûn ê 17 hezar lîre mûçe bigirin û 16 hezar û 500 lîreyan kirê bidin. Çima min got 10 hezar lîre kire. Ji ber ku niha li Tirkiyeyê kirêya herî kêm 10 hezar lîre ye. Ji ber vê yekê heke hûn mûçeyê kêmtirîn bigirin di destê we de dê 500 lîre bimînin. Û wezîr derdikeve dibêje ku mûçeyê kêmtirîn bilind e. Sînorê ji sedî 25 ê rêya zêdekirina kire jî ji holê radibe. 
 
Binêrin ez têkildarî belavkirina dahatê ya li Tirkiyeyê reqameke balkêş bidim. Para ku beşa ji sedî 20 a herî kêm a Tirkiyeyê ji dahata mîlî digire, dema we li kesan parve kir, serê her kesekî 262 dolar dike. Dema we para ku ji sedî 20 a herî zêde ya ji dahata mîlî digire li kesan parve kir, serê her kesî 26 hezar û 200 dolar dike. Ferqa di navberê de 100 qat e. Rêya dawîanîna li vê rewşê xelasbûna ji desthilata sermayeyê ye.”
 
 
 

Sernavên din

03/07/2024
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye