Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike

ŞIRNEX - Komelaya Çand û Ziman a Birca Belekê ji bo serdema havînê dest bi amadekariyên kursên zimên kirin. Hevserokê komeleyê Cahît Akil destnîşan kir ku ew ê li dijî polîtîkayên pişaftinê xebatên ziman bidomînin û got: "Tenê bi saziyên ziman ve em nikarin pêşî li polîtîkayên pişaftinê bigirin. Ji ber vê yekê jî ji bo ziman rewşeke awarte hewce dike." 

Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek ji sala 2019'an vir li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî polîtikayên pişaftinê perwerdehiya zimanê kurdî dide. Komele ku niha amadekariya belgedayina mezûnên xwe dike di heman deme de ji bo serdama havînê jî kursên nû vedike. Serîlêdana kursan ku di 27'ê hezîranê de destpêkirin wê heta 7'ê tîrmehê bidomin. Serîledan ji bo kursên zarokan, asta 1'emîn û 2'yemîn hatine destpêkirin û li gor serîledanan wê ji bo astên din jî pol dê bên vêkirin. 
 
Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Cahît Akil tekildarî kursên serdema havînê bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li ziman û bang li gel kir ku serî li kursan bidin. 
 
POLÎTIKAYÊN PIŞAFTINÊ YÊN LI SER ZIMAN
 
Cahît Akil anî ziman ku bi salan e dewlet li dijî zimanê kurdî polîtikayên pişaftinê dimeşîne û ev tişt gotin: "Ziman ji bo netewekî hem hişmendî û hem jî heqîqet e. Her netew bi zimanê xwe tê naskirin. Em jî wekî netewa kurd bi zimanê xwe nasnameya xwe pênase dikin. Lê mixabin bi salan e li ser ziman û netewa kurdî polîtîkayên pişaftinê tê meşandin. Bi avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha nasnameya kurd tên înkarkirin. Gelê kurd li dijî polîtîkayên pişaftin û înkarê bi salan e têdikoşe. Polîtîkayên pişaftinê tu carî li Kurdistanê neqediyaye. Li dijî pişaftinê sazî û dezgeyên kurdî jî hatin avakirin û li dijî zext û tundiyan xebatên xwe dimeşînin. Weke Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek ji 2019'an vir ve em jî xebatên xwe didomînin."
 
'HEJMARA AXAFTINA BI KURDÎ KÊM DIBE'
 
Akil da zanîn ku li Cizîrê her ku diçe axaftina bi zimanê kurdî kêm dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cizîr navendeke çand û ziman e, lê mixabin di serdema ku em dijîn de modernîte bê watebûn di nava civakê de pêş xistiyê û ev yek bandorê li ser ziman jî dike. Li Cizîrê jî heta van salan gelê kurd bi zimanê xwe dijî. Lê di encama polîtîkayên pişaftinê de her ku diçe hejmara axaftina bi kurdî kêm dibe. Di nava malan de jî êdî malbat bi zimanê tirkî bi zarokên xwe re diaxivin. Ji ber vê yekê jî divê di destpêke de heşmendiya ziman bê ava kirin. Tenê bi saziyên ziman ve em nikarin pêşî li polîtîkayên pişaftinê bigirin. Ji ber vê yekê jî rewşeke awarte ji bo ziman hewce ye. Li dijî vê yekê polîtîkayên me yên xurtkirinê berdewam dikin. Bi kurs û dersên zimanê kurdî dixwazin pêşî li van polîtîkayên pişaftinê bigirin. Lê divê di serî de malbat bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin ku em bikarin zimanê kurdî biparêzin."
 
'HAWARA ZIMAN BIKIN HAWARA SEREKE'
 
Akil destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên pişaftinê xwedî derketin û têkoşîneke xurt ji bo ziman hewce ye û wiha pêde çû: "Divê qada navneteweyî û li Kurdistanê têkoşîneke xurt bê dayîn û em hawara zimanê kurdî bikin hawara sereke. Divê sazî û dezgeyên li bakur jî di nava polîtîkayeke hevpar de têkoşîna ziman bimeşînin. Komeleya Ziman jî divê mal bi mal xebatên ziman bimeşînin. Bi xelkê re di nava têkiliyê de bin û heqîqeta ziman ji bo malbat û civakê bidin fêhmkirin ku çerxa helandin û pişaftinê di nava malen xwe de derbixînin. Wê demê em ê bi bînin ku hejmara axaftina ziman jî wê zêde bibe. Divê em bi axaftina zimanê xwe şerm nekin. Ziman ruh e, laşekî bê ruh nabe. Bê ziman em nikarin bibin netew jî. Weke Komeleya Birca Belek jî em vê yekê ji xwe re peywîr dibînin û weke plansazî me daye pêş xwe."
 
SERLÊDANÊN KURSAN DIDOMIN
 
Akil di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku serledanên kursên serdema havînê didomin û ev bang li gel kir: "Heta niha polên me yên asta duyemîn û polek jî asta yekemîn û mamostetiyê qediya ne, em ê hefteya pêş me bernameya belgedayina wan li dar bixin. Ji bo serdema havînê jî em ê polên nû vêkin û serledanên me destpêkirinê wê heta 7'ê tîrmehê berdewam bikin. Amedekariya me ya pola zarokan û asta yekemîn amadekariya me heye. Li gor serlêdanan em dikarin polên astên din jî vêbikin. Ji bo serledana kursên me banga me li gelê me ev e ku werin zimanê xwe hîn bibin. Xwedî derketina ziman xwedî derketina zanist, heşmendî û heqîqetê ye. Ji bo em heqîqeta xwe xurt bikin beriya her tiştî divê parastina cewhera wê bê kirin. Cewhera me jî ziman û çanda me ye."  
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

03/07/2024
14:40 Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin