Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye

  • rojane
  • 11:00 3 Tîrmeh 2024
  • |
ÎZMÎR - Endamê Platforma Piştevaniya bi Penaberan re Îsmaîl Çapar got ku nefreta civakî ya hatiye avakirin rê li ber êrişên nîjadperest ên li dijî penaberan vedike û wiha got: “Bi avakirina mercên jiyanê yên hevpar dikare ev hişmendiya neyînî ji holê were rakirin.” 
 
Di şeva 30’ê hezîranê de li Kayseriyê piştî îdiaya îstîsmarkirina zarokek a 7 salî, li dijî sûriyeyiyan êrişên nîjadperest dest pê kirin. Mal, kargeh û malên sûriyeyiyan hatin şewitandin û êrişên fîzîkî dest pê kirin. Êriş, piştre li bajarên cuda jî belav bûn. Di heman demê de li Antalyayê zarokê sûriyeyî yê 17 salî Ahmet Handan El Naîf ji hêla komekê ve hate qetilkirin. Wezareta Karên Hundir ragihand ku ji ber êrişan 474 kes hatine binçavkirin û ji van 285 jê ji ber sûcên cuda qeydên wan hebûn. 
 
'DIJBERIYA LI HEMBERÎ PENABERAN ZÊDE DIBE’
 
Endamê Platforma Piştevaniya bi Penaberan re ya Îzmîrê Îsmaîl Çapar anî ziman ku li Tirkiyeyê dijbertî û dijminatiya li hemberî penaberan zêde dibe. Çapar, wiha got: “Li welatekê ku îktîdar û muxalefet dijminatiya penaberan dike de êrişên wiha ji xwe dê bibin. Ji bo van êrişan, çirûskeke pir biçûk jî bes dike. Di hiqûqê de rêgeza ‘şexsîbûna sûc’ heye. Lê dema sûriyeyiyek sûcekî dike, tevahiya sûriyeyiyan hedef tên girtin. Ev jî dike ku ceza civakî bibe. Li gorî daxuyaniya wezareta karên hundir, piraniya kesên hatine binçavkirin, di demên berê de sebiqeyên wan hene. Heta yên ji tacîzê sabiqeya wan heye jî hene. Tiştekî pir tirsnak e ku ewqas mirov ji ber tenê yek meseleyê wiha êriş bikin û ev êriş li tevahiya welat belav bibe. Sedema vê jî nefreta civakî ya ji zû ve ye hatiye afirandin. Hedefa ewil jî penaber in, bi taybetî penaberên sûriyeyî.” 
 
'DI BIN PARASTINA HINEK KLÎKÊN EŞKERE DE TÊN KIRIN’ 
 
Çapar, anî ziman ku êriş li gelek bajaran bi awayekî hemwext hatine kirin û ev jî îxtîmala ku ev êriş bi organîzeyîbin çêdike. Çapar, wiha got: “Di êrişên lînçkirinê yên bi vî awayî de hinek çavkaniyên din ên motîvasyonê hene. Ev jî talan e. Ev jî xwedî dîrokekê ye. Li ser vê xakê êrişên 1915, pogroma Edîrneyê, êrişên 6-7’ê îlonê, Mereş, Çorum, Gazî, Madimak û hwd. çêbûn. Dema mirov li van dinêre, ev êriş ji hêla klîkên eşkere ve hatine kirin. Herî dawî di êrişa li Altindagê de vîdeo hene ku polîs êrişkaran araste dikin. Êrişên heyî nîşan didin ku li ser vê xakê tu mafên ne yên tirk tune ye.” 
 
'PENABER JI BO ÎKTÎDARAN HÊZA KAR A ERZAN IN’ 
 
Çapar, diyar kir ku îktîdar penaberan weke hêza kar a erzan dibînin û wiha pê de çû: “Tu dibêjî bêkarî heye, ew dibêje ‘penaber bi erzanî dixebitin.’ Dê bibêjî qey penaber bi dilxwazî bi erzanî dixebite. Tu dibêjî ‘kirê zêde bûne’, dibêje ‘ji ber penaberan e.’ Meseleya esasî ew e ku mafên penaberan nas nakin. Li gel ku di heman çîna bindest de cih digirin jî berê wan didin penaberan. Di vê rewşê de tenê patron qezenc dikin. Îktîdar dixwazin tevahiya penaberên li ser rûyê erdê weke hêza kar a erzan bimînin.” 
 
'PENABERAN WEKE SEDEMA KRÎZAN NÎŞAN DIDIN’ 
 
Bi domdarî Çapar destnîşan kir ku Tirkiye mecbûr e penaberan biparêze û wiha pê de çû: “Lê polîtîkayeke penaberan a Tirkiyeyê tune ye. Îktîdara heyî, zêdetir li dijî Ewropayê weke şantajekê bi kar tîne da ku bertîlê bistîne. AKP, penaberan weke amûrekî bi kar tîne. Tirkiye tu krîzên xwe yên piralî çareser nake û penaberan weke çavkaniya krîzan nîşan dide.” 
 
'DUH KURD BÛN ÎRO JÎ BÛN PENABER’
 
Di berdewamê de Çapar anî ziman ku îktîdar û serdest her tim pêdivî bi objeyeke nefretê dibînin û ev nirxandin kir: “Hewl didin krîzên xwe bi vî awayî çareser bikin. Di salên 90’î de kurd weke sedema pirsgirêka dihatin nîşandan. Niha jî bi heman argumanan êrişî penaberan dikin. Aktor diguherin lê êrişkar, êriş û polîtîka naguherin. Bêguman di bingeha vê de berjewendiyên çînî hene. Îktîdar, ji bo cihê xwe saxlem bikin penaberan û kesên din weke objeya nefretê bi kar tînin. Êrişên li Sûriye û vê derê weke ku ne girêdayî hev bin tên nîşandan lê dê encamên wan ên li Tirkiyeyê li dijî penaberan nebaş bin. Ev rewş dê rê li ber êrişên li dijî penaberan vekin. Tirkiye li Sûriyeyê hêzeke dagirker e û divê tavilê ji wir derkeve. Divê gelên vî welatî vê daxwazê bikin.”
 
NÎQAŞÊN SER ‘ASAYÎBÛNÊ’
 
Çapa, got ku li Sûriyeyê rewşa şer sivik dibe û axaftina xwe wiha qedand: “Hêdî hêdî hewl didin bikevin pêvajoya avakirinê. Tirkiye ya di nava krîzên piralî de jî dixwaze ji hêla înşaetê ve bikeve Sûriyeyê. Sedema daxwaza asayîbûna bi Sûriyeyê re jî ev e. Gotinên asayîbûnê ji hêla komên çekdar ên li Sûriyeyê erênî nehat pêşwazîkirin. OSO bi Tirkiyeyê re tevddigere û gotinên Erdogan di nava wan de weke firotinê hat pêşwazîkrin. Dê wan û Esad bînin beramberî hev. Lewma li dijî Tirkiyeyê bibertek in. Dê encamên vê bertekê yên erênî nebin. Dê di rojên pêş de hêj xerabtir bibe. Çareserî ew e ku tevahiya mafên penaberan bên qebûlkirin û mercên wekhev ên jiyanê bên avakirin. Heke ev yek pêk bê dê nêrîna li hemberî penaberan jî biguhere.” 
 
MA / Semra Turan
 

Sernavên din

03/07/2024
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye