Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin

  • rojane
  • 09:52 5 Tîrmeh 2024
  • |
img

ENQERE - Tevî biryara beraetê ya DMME’yê û dadgeha herêmî jî 3 cezayên disiplînê yên girtiyê 32 salan Fermanî Çetîn nehatin betalkirin û bi hinceta van cezayan tehliyeya wan hate taloqkirin. 

 
Girtiyê bi navê Fermanî Çetîn li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a Boluyê tê ragirtin. Çetîn, di cotmeha sala 1992’yan de hate girtin. Li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û di 2’yê kanûna 1993’yan de bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. 
 
TEVÎ BIRYARA DMME’YÊ JÎ NEHAT BERDAN 
 
Piştî vê biryarê, li Çetîn ê li girtîgehên cuda ma, bi hinceta ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûye û di daxwaznameya têkildarî greva birçîbûnê de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têgeha “Birêz” bi kar aniyê, di 26’ê adara 2007’an de 11 rojan cezayê hucreyê hate birîn. Çetîn, li dijî cezayê îtîraz kir û serî li rêyên hiqûqa navxweyî da. Lê ji ber ku encamek bi dest nexist, îcar serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Serlêdan bi sedema binpêkirina mafên fikr û xweîfadekirinê hate kirin û DMME’yê Çetîn mafdar dît. DMME’yê diyar kir ku têgeha “Birêz Ocalan” û çalakiya greva birçîbûnê dikeve çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê. DMME’yê bi vê boneyê di 4’ê îlona 2018’an de Tirkiye mehkûm kir. DMME’yê da zanîn ku mafê azadiya fikr û xweîfadekirinê hatiye binpêkirin û biryar da ku ji bo Çetîn 3 hezar û 500 euro tazmînat were dayîn. 
 
Çetîn, piştî biryarê ji bo rakirina cezayê hucreyê serî li rêveberiya girtîgehê, Dadgeriya Înfazê, Dadgeha Cezayên Giran û Wezareta Dadê da. Lê belê tevî biryara binpêkirinê jî tu bersiv ji serlêdana wî re nehatin dayîn. 
 
JI BER KAMERAYA NEŞIKYAYÎ CEZAYÊ HUCREYÊ DAN 
 
Cezayê duyemîn ê hucreyê jî bi îdiaya ku Çetîn tevî hevalên xwe zirar daye kameraya li hewşa girtîgehê hate dayîn. Di çarçoveya vê lêpirsînê de di 9’ê çileya 2014’an de 5 roj cezayê hucreyê dan Çetîn û hevalên wî. Di heman demê de derheqê Çetîn û hevalên wî de bi îdiaya “zirar dane malê cemaweriyê”, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Boluyê doz hate vekirin. Di encama dozê de salek cezayê hefsê hate dayîn. Çetîn û hevalên wî diyar kirin ku tu zirar nedane kamerayan û kamera hêj dixebitin. Ev yek jî bi delîlan şênber kirin û serî li Dadgeha Bilind dan. Dadgeha Bilind jî îtîraz maqûl dît û ceza betal kir. Di danişîna nû de hat tespîtkirin ku kamerayên dihat îdiakirin şikestine neşikestine û dadgehê di 17’ê mijdara 2022’yan de biryara beraetê da. 
 
Piştî biryara beraetê, Çetîn û hevalên xwe ji bo rakirina cezayê hucreyê serî li Dadgeriya Înfazê û merciyên jor ên darazê dan. Lê tevî gelek serlêdanan jî cezayê hucreyê nehat rakirin û bersiv nedan serlêdanê. 
 
Çetîn, cezayê xwe temam kir û ji bo berdana bişert serlêdan kir. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê serlêdana Çetîn nirxand. Lijneyê, bi hinceta cezayê disiplînê yê DMME û dadgeha herêmî ji bo wê biryara binpêkirinê dabû û çendek cezayên disiplînê yên di sala 2005’an de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a îzmîrê hatin dayîn, serlêdana Çetîn red kir. Lijneyê, diyar kir ku Çetîn 3 caran cezayê hucreyê girtiye lewma “halnebaş e” û biryar da ku Çetîn cezayê muebbetê ku 36 sal in lê girtî 30 salan dimînin bi temamî înfaz bike. Anku tehliyeya Çetîn ji bo 6 salan hate taloqkirin. 
 
Li ser vê yekê Çetîn tevî biryarên DMME’yê, yên dadgeha herêmî, gelek belge gihand ber destê Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal.
 
VEGUHERÎ SAZIYEKE BI SER DMME’YÊ RE JΠ
 
Uysal jî serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mmirovan (ÎHÎK) û Wezareta Dadê da û mijar xist rojeva Meclisê. Di serlêdana ÎHÎK’ê de hat gotin ku lijneya çavdêriyê tehliyeya girtiyan bi awayekî keyfî asteng dike. Uysal, diyar kir ku lijne veguherîne dadgehên paralel û wiha hat gotin: “Tevî biryarên dadgehan jî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê li gorî keyfa xwe tehliyeyên girtiyan taloq dike. Bi vê rewşa xwe bi ser rêveberiya îdarî re xuya dikin û ev lijneye li dijî hiqûqê ne.” 
 
DIVÊ TAVILÊ WERE BERDAN
 
Di serlêdanê de Uysal bal kişand ser peywirên ÎHÎK’ê û xwest ku ev rewşên wiha bên lêkolînkirin û ji holê bên rakirin. Her wiha hat xwestin ku hinek madeyên di TMK’ê de ku weke hinceta astengkirina tehliyeya girtiyan tên nîşandan bên rakirin û bal kişand ser biryarên DMME û dadgehê. Di serlêdanê de hat xwestin ku Çetîn û girtiyên di rewşa wî de tavilê bên berdan. Her wiha Uysal bi daxwaza ku Wezareta Dadê bibersivîne pêşnûmepirs da û pirsî bê ka çima tevî biryara DMME’yê jî cezayê hucreyê nehatiye rakirin. Wezaretê hêj bersiv nedaye Uysal. 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

06/07/2024
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
14:52 Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
14:06 Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
13:24 Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
12:59 Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin
12:58 Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye
12:34 Daxwaza ji nû ve darizandinê ya Kavala hate redkirin
12:14 OHD’ê ji bo têcrîd ‘di cih de bê lêkolînkirin’ serî li Baroya Semsûrê da
12:03 Dewleta tirk gelek wesayîtên zirxî şand Herêma Federe ya Kurdistanê
12:01 Roja 6’emîn a meşê: Dê qeyûm têk biçin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve
11:52 Konseya Ewropayê piştî 3 salan dê biryara ‘binpêkirinê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike
11:49 Keleka penaberan noqî avê bû: 89 kes mirin
11:48 Malbatan û wasî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 DEM Partî dê kampanyaya ‘Nan û Edalet’ bide destpêkirin
10:31 Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin
10:12 Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!
10:09 Li heremên dagirkirî di hezîranê de 18 welatî hatin kuştin
09:59 Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî
09:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin
09:06 Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!
09:04 'Êrişên li dijî penaberan sûcê li dijî mirovahiyê ye'
09:04 Di hilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran bi ser ket
09:03 Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin
09:02 Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin
09:00 Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Li Îranê tûra hilbijartinê ya duyemîn dest pê kir
04/07/2024
22:49 Nobeda li Stenbolê didome: Em ê bi ser bikevin
21:43 Ji meşvanên ‘Meşa Rêzgirtina li Vînê' xeleka mirovahiyê
19:12 Tûncel: Em ê wêrekiyê xurt bikin
17:55 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:44 Li Sîlîvriyê 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:43 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Îzmîrê da
16:09 Artêşa tirk gundê Dihokê topbaran kir: Gundiyan banga alîkariyê kirin
15:50 Rapora girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş e: Girtî di tecrîdê de ne
15:38 Almanyayê bangî sefîrê Tirkiyeyê kir
15:35 Meşvanên ‘Rêzgirtina ji îradeyê re’: Bila tayînkirinên qeyûman û tecrîd bên rakirin
15:02 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:00 Bertek nîşanî binçavkirina du parêzan dan
14:45 Doza tezmînatê ya Fîncanciyê hate taloqkirin
14:34 Cezayên li rojnamevanên kurd hatin birîn di rojeva Meclisê de ne
14:26 Li Reqayê êrişa DAIŞ'ê : Şivanek hat kuştin yek jî winda ye
14:14 Cezayê li 8 rojnamegeran hatine birîn dê li 3 bajaran werin protestokirin
13:51 Girtî: Mafê me yê dermankirinê tê astengkirin, em di bin şertên nebaş de ne
12:44 Li ser rêya Amed- Êlihê qeza çêbû: Yek jê zarok 14 kes birîndar bûn
12:10 Rapora şewatê: Di xetên ceyranê de sîgorte tune bû
12:10 Îdianameya der barê kuştina rêveberê DEM Partiyê de hat amadekirin
12:10 ‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’ bi sirûdan didome
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Laura Castel: Li Guatemalayê jî rejîmekî wiha ya tecrîdê nehatiye dîtin
10:17 Artêşa tirk sewqiyata tankan a li Herêma Kurdistanê didomîne
10:09 MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne
09:47 Ji avakirina komarê heta niha nîjadperestî qet neguherî
09:44 Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir
20:27 Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 42'yemîn de ye: Em ê li qadan bin
16:39 DEM Partiyê bi bihayê kirêyan TUÎK derewand
16:37 Guzel ê 31 sal in dihat ragirtin bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
16:37 Li Îzmîrê şewat li daristanê ket
16:29 Li Wanê daxuyaniya têkildarî ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’
16:10 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 8 jê hatin berdan
16:09 Kûrtûlmûş ji bo destûra bingehîn a nû bi Hevserokên Giştî yên DBP’ê re hevdîtin kir
15:50 MKG: Em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêndeng nemînin
15:23 Rojnamevanan bertek nîşanî ceza dan: Desthilat darazê weke çûvî bi kar tîne
14:40 Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin