Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî

  • rojane
  • 09:46 8 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtigeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê girtiyên ji doza PKK’ê girtî ne û girtiyên ji doza FETO û serbixwe di heman korîdorê de têne hiştin. Girtiyan diyar kirin ku piştî çalakiya ji bo azadiyê li 20 girtiyan cuda cuda 11 roj cezayê hucreyê birîne. 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiya xwe ya di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan dabûn destpêkirin di 4’ê Nîsanê de derbasî qonaxeke nû kiribûn. Girtiyan di 4’ê Nîsanê de biryar dabûn ku dadgehan boykot dikin û dernakevin hevdîtina bi malbatan re û bi telefonê bi malbatan re naaxivin. Girtiyan piştî 4’ê tîrmehê dawî li vê çalakiyê anîn û gotin: “Di asta heyî de ev çalakî diqede. Di pêvajoya pêngava ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêvajoya pêngavê bibin.”
 
Piştî vê çalakiyê zext û tundiya li ser girtiyên siyasî zêde bûn. Yek ji girtîgehên ku zext li ser girtiyan zêde kiriye Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê ye. Yek ji girtiyên mafê wî tê xwarin jî girtiyê siyasî Îsmaîl Tuzun ku 20 sal in girtî ye.
 
Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê 20 sal in girtî ye, di 8’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hatibû kirin û pêkanînên “lêgerîna tazî” û “lêgerîna dev” lê hatibû ferzkirin. Tuzun zêdeyî 3 meh in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehirê tê ragirtin. Tuzun têkildarî zext û tundiya rêveberiya girtîgehê bi rêya malbatê agahî dan. 
 
23 SAETAN LI MENZELÊ TÊ RAGIRTIN 
 
Tuzun diyar kir ku piştî girtiyên siyasî çalakiya ku dabûn destpêkirin bi dawî kirin, zextên li ser wan zêdetir bûn û wiha got: “Girtiyên siyasî li vir her yek di menzelekê de tê hiştin. Girtîgeh 3 qat e. Her girtî rojê tenê dikare saetekê derkeve hewşê û hewayê bistîne. Rojê 23 saetan di hundirê menzelê de ye. Li vir girtiyên PKK’yî, FETO û bêalî di heman korîdorê de têne hiştin.”
 
11 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ BIRÎN
 
Tuzun anî ziman ku mafê girtiyan ên hevdîtina hevpar, kurs, atolye û hwd ji destê wan hatiye girtin û got: “Bi hinceta ‘Propaganda û xwe bi vî awayî bi rêxistin dikin’ vî mafê wan nadin me. Em li vir 20 girtî tev li çalakiyê bûbûn. Bi hinceta me propaganda kiriye li me 20 kesan ji bo her yekî 11 roj cezayê hucreyê birîne. Ji ber ku min lêgerîna tazî qebûl nekir, 6 roj cezayê hucreyê li min birîne.” 
 
Tuzun, da zanîn ku dema ew li Edeneyê bû li ser mijarên cuda lêkolîn kiribû û nivîs nivîsandibûn û wiha axivî: “Rêveberiya girtîgehê ji ber nivîsên min, bi hinceta min propaganda kiriye 11 roj cezayê hucreyê li min birîn. 100 roj piştî ku dest danîn ser nivîsên min ên ku ji lêkolîn û romanan pêk tê, dozger der barê nivîsên min de lêpirsîn da destpêkirin.” 
 
'3 ROJAN QET AV NEDAN ME' 
 
Tuzun da zanîn ku girtî nikarin biçin nexweşxaneyê tedawî bibin û wiha berdewam kir: “Hem girtî nikarin biçin nexweşxaneyê û hem jî avê ji ser me qut dikin. 3 rojan qet av nedan me. Me pêdiviya avê ji markete peyda dikir. Me av bi pereyên xwe kirî. Her hefte 1-2 rojan li menzelê lêgerîn dikin û menzelê belav dikin û diçin. Em têkildarî van zext û tundiyan li dozger gilî dikin. Lê dozger tu bersîvê nade me. Li vir rêveberiyek taybet heye. Nameyên me nadin derve û nameyên derve nadin me. Li vir wekî dijmin nêzî me dibin. Em dixwazin parêzer û wekîl bên li vir lêkolîn bikin û li dijî vê neheqiyê raya giştî ava bikin.” 
 

Sernavên din

08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da