Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin

  • rojane
  • 15:20 9 Tîrmeh 2024
  • |
img

ENQERE - OHD’ê, ÇHD’ê û ÎHD’ê rapora ku di encama lêkolînên xwe yên têkildarî Kayseriya êrişên nijadperest lê qewimîn aşker kirin. Di raporê de hate aşkerekirin ku saziyên fermî agahî parve nekirine û hatiye tespîtkirin ku êriş bi awayekî organîzekirî hatiye kirin. 

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) rapora xwe ya têkildarî êrişa nijadperest a li Kayseriyê qewimî amade kirine li Navenda Giştî ya ÎHD’ê ya li Enqereyê aşkere kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku piştî êrişa nijadperest çûne Kayseriyê û Serdozgerî di nav de ji gelek saziyên rayedar re daxwazname nivîsandine ku dixwazin çavdêriyê bikin lê dozgeriyê bersiva neyînî daye wan û daxwaza wan a randevûyê jî qebûl nekiriye. Kuçukbalaban, qala serdanên xwe yên li herêmên ku êrişên nijadperest lê hatin kirin kir û da zanîn ku tabloyeke dişibe tiştên berê li Tirkiyeyê diqewimin. Kuçukbalaban, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dizanin ku di dîroka Tirkiyeyê de gelek êrişên wiha nijadperest çêbûne. Li dijî kurdan, elewiyan, li Gaziyê, Mereşê, Madimakê heman êriş çêbûn, dîsa li dijî romanan jî êrişên bi heman awayî çêbûn. Em fikirîn ku ev jî bi heman awayî pêk hatine û dema em gihiştin qadê van agahiyan em mafdar derxistin. Tişta bingehîn a me dît, bi awayekî organîze kirî êrişeke nijadperestî pêk hatiye. Me dîsa dît ku ev hatiye rêxistinkirin û ji aliyê hin derdoran ve tê plankirin.”
 
‘POLÎSAN MUDAXILE NEKIRIYE’ 
 
Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Çîgdem Kozan ku rapor aşkere kir, anî ziman ku çûne herêma êriş lê pêk hatin. Kozan, da zanîn ku rayedaran têkildarî asta êrişan agahî parve nekirine û wiha got: “Sûriyeyiyên pê re hevdîtin hatin kirin, têkildarî cihên ku êriş lê hatine kirin agahiyên texmînî parve kirin.” Kozan, destnîşan kir ku binpêkirinên weke, nirxandina zerar, talan û şelandina mal û kargehên rastî êrişê hatine, nehatine tespîtkirin û got: “Derbarê vê mijarê de rayedaran tu agahî nedane mexdûran ku dê di vê mijarê de çi bikin, zirara wan bê tazmînkirin an na. Li taxên ku me lêkolînkirin wesayîtên bi pîleqeyên MA ku ji bo kesên biyanî hatine dayîn nedîtin. Gotin ku sûriyeyiyan wesayîtên xwe veşartine. Hemû kesên ku pê hevdîtin kirin gotin ku her du rojên ewil hêzên ewlehiyê mudaxileyeke baş li koma êrişkar nekiriye, weke ku koma êrişkar daxuyaniyekê bide çapemeniyê nêzî wan bûne.”
 
‘JI NEDÎTÎ VE HATIYE’ 
 
Kozan axaftina xwe wiha domand: “Hêzên ewlekariyê di dema êrişan de kirin, gotinên cihêkar û nijadperest û êrişên koma nijadperest ji nedîtî ve hatine. Walîtiyê gotibû ku ew ji bo pêdiviyên xelkê xebat dane destpêkirin, lê me xwe negihand tu agahiyek wisa. Penaberên Sûriyeyê destnîşan kirin ku tu alîkarî ji bo wan nehatiye kirin.” 
 
‘NIKARIN BIÇIN SER KARÊN XWE’ 
 
Kozan diyar kir ku wan xwe negihandiye ka dozgerî lêpirsînek çawa bi rê ve dibe û lêpirsînek bi bandor daye destpêkirin an na û wiha got: “Wezîrê Karên Navxweyî ragihandibû ku êrişkar komek ji biçûkan pêk tê û kesên nasnameya wan nepaqij e. Di çarçoveya vê daxuyaniya wezaretê de der barê kesên ku êriş dane kirin de tu agahî nehatine parvekirin û ev yek jî wê metirsiyê dide ku wê ev êriş berdewam bikin. Penaberên ji Sûriyeyê nikarin biçin kargehên ku lêdixebitin. Ji bo çûna wan a kar tu agahî jî nedane wan. Li gorî nûçeyên medya Qeyseriyê; ji ber penaberên Sûriyeyê nikarin biçin ser karên xwe, di gelek sektoran de astengiyên cidî yên hilberandinê derketine. Divê meaş û mafên civakî yên karkerên ji Sûriyeyê ku hefteyeke neçûne kar bê dayîn. Divê hewcedariyên karker û mirovên ji Sûriyeyê bên dabînkirin.” 
 
‘NIKARIN JI XIZMÊN XWE AGAHÎ BIGIRIN’ 
 
Kozan di dawiya raporê de wiha got: “Ev êrişên li dijî penaberên ji Sûriyeyê êrişên berê yên li Mereş, Madimak, Gazî, romenan û kurdan anî bîra me. Me çavdêr kir ku lînc, şewitandin, talankirin, tirsandin, êriş û gotinên nijadperest û nefrete li dijî penaberan hatine kirin. Tê xuyakirin ku ev êriş bi plankirî û bi awayek organezîkirî pêk hatine. Lig elek bajarên Tirkiyeyê xwepêşandan, çalakî û daxuyaniyên aştiyane û demokratîk bi biryarên waliyan tên qedexekirin. Lê tevî ku êriş li dijî can, mal û milkê penaberên Sûriyeyê hatiye kirin jî Walîtiya Qeyseriyê xwepêşandanên komên nijadpereset qedexe nekiriye û tu tevdîr negirtiye. Penaber ji ber tirs û gefa êrişan û hişyariya hêzên ewlehkariyê nikarin ji malên xwe derkevin. Penaber ji ber astengkirina platformên medya civakî agahî ji gelek xizmên xwe nikarin bigirin û destnîşan kirin ku ev yek tirs û fikarên wan zêdetir dike.” 
 

Sernavên din

11/07/2024
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN