35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin

  • rojane
  • 09:22 23 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - 35 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyekî bertek nîşanî êrişên li Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û wiha gotin: “Dagirkirina welatekî li herêmê tê wateya dagirkirina hemû herêmê.”

 
35 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên domdar ên Tirkiyeyê daxuyaniya nivîskî dan. Li gorî daxuyaniya di ANHA’yê de cih girtiye hat gotin ku Tirkiye bi “polîtîkayên dijminane” nêzî gelên li herêmê dibe. 
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser gelên kurd, ereb, suryan, asur û pêkhateyên din ên Sûriyeyê û Iraqê siyasetên xwe yên dijminane yên li gorî projeya Mîsaq-i Millî û zîhniyeta Osmaniyan didomîne. Herwiha îşaret pê hat kirin ku Tirkiye li ser komkujî û qetlîmanên li dijî gelan û civakan ava bûye û heta roja îro li gorî heman zîhniyeta şovenîstî, qetilkirin, tirsandin û çewisandinê tev digere. Di daxuyaniyê de behsa êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, siyasetên koçberkirin û guhertina demografiyê û gefên dagirkirin û îlhaqkirina deverên din jî hat kirin.
 
Têkildarî Başûrê Kurdistanê jî hate gotin: "Di dema dawîn de dewleta Tirk êrişeke mezin pêk anî. Bi sedan tank û bi hezaran leşker û çeteyên xwe ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî beşdarî şerê xwe yê qirêjî yê li Herêma Kurdistana Iraqê kir. Ev yek bi hevkariya hin aliyên kurdî, bi hemahengiya Bexdayê û bêdengiya hikumeta Iraqê tê kirin. Dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê didomîne, gund, bajar, darxistan û baxçeyan dike armanc da ku herêmê vala bike û bişewitîne. Gefan li niştecihan dixwe û wan ditirse da ku malên xwe biterikînin û di encamê de herêmê vegerîne herêmeke leşkerî. Em tev dizanin ku ev hincet derew in. Em tev diznain şervanên gerîla li Sûriye û Iraqê roleke sereke di erê li dijî DAIŞ’ê de lîst û êzidî ji fermanan rizgar kirin. Ji wê demê heta niha Tirkiye destekê dide DAIŞ û El Qaîdeyê.
 
Weke nûnerên partî, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, gel û tevahî civakê em êrişên sîstematîk şermezar dikin. Em bang li hikumeta Bexda û hêzên nîştimanî yên Iraqê dikin ku li hemberî binpêkirin û sûcên dermirovî û xerabkirina xwezayê berpirsyariyên xwe yên mirovî, exlaqî, qanûnî û serdestî bi cih bînin. Li ber binpêkirinên domdar ên Tirkiyeyê bigirin. Divê civata navneteweyî û saziyên wê têkildar tevahî tedîbrên pêwîst bigirin, dawî li êrişên hovane yên dagirkirinê bigirin, serdestî û pêkhateyên Iraqê biparêzin.
 
Li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker em piştgiriya xwe bi gelê Iraqê re radighînin. Em bang li Komara Ereban û tevahî dewletên Ereban dikin, her wiha bang li tevahî hêzên nîştimanî û saziyên qanûnî û dîplomatîk dikin ku bêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin, li ber dagirkeriya Tirk a li bakurê Iraqê û bakurê Sûriyeyê û destwerdanên wê yên li dewletên Ereban berpirsyarên xwe bigirin.  Dagirkirina welatekî mîna Iraq an welatekî din li herêmê tê wateya dagirkirina tevahî herêmê. Di heman demê de ewlehiya her welatekî tê wateya ewlehiya tevahî gelên herêmê."
 
Daxuyanî ji aliyê van partiyan ve hatiye dayîn:
 
1-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
2-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
3-Partiya Kesk a Demokrat
4-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
5-Partiya Lîberal a Kurdistanê
6-Partiya Komunîst a Kurdistanê
7-Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî
8-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
9-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê
11-Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê
12-Tevgera Nûjen a Kurdistanê
13-Yekîtiya Karkerên Kurdistanê (YKK)
14-Heya El Weteniya El Erebiye (Desteya Nîştimanî ya Erebî)
15-Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriye
16-Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê
17-Tevgera Çaksazîyê-Sûriya
18-Partiya Asûrî ya Demokratîk
19-Partiya Roj a Demokratîk li Sûriye
20-Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)
21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
22-Kongra Star
23-Partiya Muhafezekaran
24-Partiya Têkoşîna Demokrat
25-Tevgera Pêşeroja Kurdistanê
26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
27-Heyet El Tensîq El Weteniye-Tevgera Guhertin a Demokratîk
28-Partiya Yekitiya Suryanî
29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî
30-Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)
31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)
32-Partiya Çep a Şoreşgerî li Sûriye
33-Partiya Suryaya
34-Partiya El Weten El Sûrî
35-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
 

Sernavên din

24/07/2024
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin