'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’

  • rojane
  • 17:11 25 Tîrmeh 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku tayînkirina qeyûm a bi zîhniyeteke darbekar, hewldana xespkirina îradeya demokratîk a hemû gelên Tirkiyeyê ye. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û bûyerên piştre qewimîn de rapor amade kir. Rapor bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û rêveberên ÎHD’ê jî tev li bûn. Rapor, ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hate xwendin. 
 
Keskîn beriya daxuyaniyê axivî û got ku helwesta aqil û îradeya dewletê ji sala 1923’yan heta niha didome. Keskîn, wiha got: “Îradeya gelê kurd tune hesiband û şaredarî xesp kir.” Keskîn, anî ziman ku tevî doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hebû jî namzetiya wî hatiye qebûlkirin û cezayekî neheq lê hatiye birîn. Keskîn, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Tevahiya kurdên têkoşîna mafan dimeşînin û di siyasetê de cih digirin doz lê hatine vekirin. Em li ser vê xakê weke dîlgirtiyan dijîn. Tevî vê jî têkoşîna me didome.” 
 
'BIRYAREKE SIYASÎ YE’ 
 
Piştre jî rapor hate xwendin. Çapraz, da zanîn ku Akiş bi hincetên razber ên wezareta karên hundir hatiye girtin û wiha got: “Wezareta karên hundir hûrgiliyên lêpirsîna derheqê Akiş de li ser medyaya dijîtal parve kir. Ev yek, binpêkirina karîneya bêgunehiyê ye. Wezaretê xwe xistiye şûna meqamên lêpirsîn û darizandinê û dosyayên lêpirsîn û teqîbatê weke hinceta tayînkirina qeyûm nîşan daye. Ev biryar, ne biryareke hiqûqî lê ya siyasî ye. Hêj di soyayê de biryar nehatibû dayîn, karîneya bêgunehiyê tune hat hesibandin û mudaxileyî serbixwebûna dadgehê kirin.” 
 
'LI DIJÎ VÎNA GEL DARBE HAT KIRIN’
 
Çapraz, got ku AKP ji sala 2016’an ve qeyûman tayîn dike û di her serdemê de jî di hilbijartinan de têk diçe. Çapraz, wiha domand: “Qeyûm, amûra darbeya siyasî ya li dijî îradeya demokratîk a gel e û dîsa serî li vê rêbazê dan. Tayînkirina qeyûm a bi zîhniyeta darbekar ne tenê li dijî vîna gelê Colemêrgê, her wiha hewldana xespkirina vîna tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Divê tavilê ji vê sepana li dijî demokrasiyê vegerin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî zêde divê bi lezgînî bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin pirsgirêka kurd e lê li şûna çareseriyê, li şaredariyan qeyûm tê tayînkirin. Ev jî çareseriya meseleya kurd bêhtir tevlihev dike.” 
 
MUDAXILEYA LI DIJÎ MAFÊ BIJARTIN Û HILBIJARTINÊ 
 
Bi domdarî Çapraz, got ku îktîdar îradeya gelê kurd nas nake û gelê kurd rastî pratîkên îktîdar û dewletê yên cihêkar tê. Çapraz, destnîşan kir ku mafên bijartin û hilbijartinê yên gelê kurd hatiye binpêkirin û wiha pê de çû: “Li bajarên piranî kurd lê dijîn sepana qeyûm di dewrê de ye û ev sepan bi têgehên razber û terorê tên mayindekirin. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, ji hêla mudaxilekirina mafê bijartin û hilbijartinê ve balkêş e.” 
 
BANGA PAŞVEKIŞANDINA QEYÛM 
 
Çapraz, got ku avakirina pergalake demokratîk berpirsyartiya her kesî ye û bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, nivîskar û rewşenbîran kir ku li dijî sepana tayînkirina qeyûman derkevin. Çapraz, xwest ku îktîdar biryara tayînkirina qeyûm paşve bikişîne. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN HATINE KIRIN 
 
Çapraz, da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûm, li Colemêrg û bajarên Bakur ji bo 10 rojan qedexeya çalakî û xwepêşandanan ketiye meriyetê û polîsan destûr nedane ku endamên meclisa şaredariyê bikevin hundir. Çapraz, got ku wezareta karên hundir “karîneya bêgunehiyê” ya Akiş binpê kiriye, DEM Partî ya dixwest biryarê protesto bike hatiye dorpêçkirin û ketin û derketin hatine qedexekirin. 
 
Çapraz, daxuyand ku parlamenterên çalakiya rûniştinê li dar xistin hatine dorpêçkirin; destûr nehatiye dayin baroyên herêmê li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bidin; li dijî çalakiya parlamenteran bi gaz û ava şid êriş hatiye kirin; 2 rojnameger ji ber mudaxileyê bibandor bûne û rakirine nexweşxaneyê; polîsan ji nêz ve gaza îsotê li şandeya ÎHD’ê, parlamenter, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl reşandiye; di mudaxileya polîsan de kal, astengdar û jin rastî tundiya polîsan hatine; di dema mudaxileyê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, endamê MYK’ê Hamdî Bayhan, Sekretera Şaxa Colemêrgê Pinar Şen û endamê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Eren Baskin ji mudaxileya bi gaz û ava şid bibandor bûne; piştî mudaxileyê 2 jê zarok 4 kes rastî tundiya polîsan hatine; ji pişt ve hatine kelemçekirin û bi îşkenceyê hatine binçavkirin û di dema çalakiya rûniştinê de destûr nehatiye dayîn şandeya ÎHD’ê lêkolîn û hevdîtinan bike. 
 
'POLÎSAN TILIYA PARLAMENTERE ŞIKANDIN’ 
 
Di berdewamê de Çapraz da zanîn ku di dema danişîna biryarê ya Akiş de edliye bi têlên direhî hatiye pêçandin; polîsan edliye dorpêç kirine; li serê her kolanê wesayîtên zirxî hatine bicihkirin; destûr nehatiye dayîn kesek biçe pêşiya edliyeyê; komên cendirmeyan li kolanan geriyane; li avahiya edliyeyê parêzer 3 caran di kontrola nasmayê de derbas bûne; destûr nehatiye dayîn parastvanên mafên mirovan û parlamenter beşdarî danişînê bibin û tiliya Parlamenterê Colemêrgê Vezîr Parlak ji ber derba polîsan şikestiye. 
 

Sernavên din

27/07/2024
10:45 Ji bo Çewlîgê hişyariya erdhejê
10:21 Ji gelê kurd re gerandina govendê jî qedexe ye: 6 kes hatin binçavkirin
10:10 Mîhrîcana Mûnzûrê: Têkoşîna bi talana xwezayê re berpirsyartiya herkesê ye
09:23 Şahida dawî ya Geliyê Sefo: Leşkerên bavê min kuştin, bi zorê ji bo xwe bi jinên gund nan dan patin
09:22 Jiyana girtiyên nexweşên diyalîzê di xetereyê de ye
09:20 Girtiyê nexweş naşînin nexweşxaneyê: Mafê dermankirinê tê astengkirin
09:12 Li Navenda Çandê ya Eyşê Şanê qurs dest pê dikin: Werin fêrî ziman û çanda xwe bibin
09:09 Înce yê DBP’î: Divê herkes li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike
09:07 KON-MED dê li dijî tecrîdê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêş bixin
09:05 Şaredarî bi traktor û maşîneyekê ji xizmeta gel namîne
09:02 Li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê Meclis TV jî qedexe ye!
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2024'AN
26/07/2024
23:18 Nobetên qeyûm: Heke berxwedaneke civakî çênebe dê agir bikeve mala herkesê
22:44 Li mihrîcanê aktîvîteya zarokan û nîşandana şanoyê
22:33 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi jehrê ketin
22:02 Şaredariya Cizîrê li taxa Sûrê bi gel re civiya
21:59 Aktîvîteyên TJA’yê yên xwendinê didomin
21:50 Li Ataşehîrê civîna gel: Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye
21:24 NY’yê xwest ku Tirkiye tecrîda li Îmraliyê rake
20:36 Li Behra Egeyê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
20:32 Ozperçîn ê DEM Partiyî hate berdan
19:57 Di protestoya DEDAŞ’ê de welatiyê ji sedî 96 astengdar hate derbkirin
19:48 Cenazeyê dayika Ozkan ê li Pirsûsê hate qetilkirin hate veşartin
19:39 TIR’a ku darên li Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin gêr bû
19:24 Malpera ajansa me hate astengkirin
18:52 Endama Meclisa DEM Partiyê Bîrol birin girtîgehê
18:36 Panela ‘Zimanê me, bişaftin û em’: Divê em bi zimanê xwe biaxivin
17:45 4 kesên li dijî DEDAŞ’ê derketin hatin binçavkirin
17:32 Nivîsa nijadperest hate rakirin, ‘Pêşî peya’ bi paş ve hat
17:03 Xizmên girtiyan banga ‘berpirsyartiyê’ li saziyên navneteweyî kirin
16:07 Mutlu: Divê elewî li dijî pişaftinê têbikoşin
14:53 Zenger piştî 31 salên girtîgehê li gundê xwe bicoş hate pêşwazîkirin
14:51 Di 3 mehan de li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 916 binpêkirin
13:57 Rêberê Şiiyan Necefî: Em operasyonên Tirkiyeyê red dikin
13:09 Tirkiye heya derengiya şevê 15 gundan bombebaran kir
13:08 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Hewlêrê bi jinan re hevdîtin kirin
13:07 Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin