Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan

  • rojane
  • 11:24 29 Tîrmeh 2024
  • |
STENBOL - Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica diyar kir ku rapora Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê di rapora xwe ya têkildarî dewleta tirk de nîşan daye ku CPT li gorî standartên navneteweyî tevnegeriyaye û wiha got: “Tişta ku em li bendê bûn CPT bibêje, NY’ê got.” 
 
Rûniştina 56’emîn a Konseya Mafên Mirovan (KMM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 18’ê hezîranê de li paytexta Swîsreyê Cinevê dest pê kir û di 26’ê tîrmehê de bi dawî bû. Rûniştinên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê (CAT) di 16-17-18’ê tîrmehê de hatin lidarxistin û ji seranserî cîhanê 20 rêxistinên civaka sivîl tev li bûn û raporên xwe yên binpêkirinan pêşkeş kirin. Ji Tirkiyeyê jî Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û The World Organisation Against Torture (OMCT) tev li bûn û rapora ji 49 rûpelan pêk tê pêşkeş kirin. 
 
Di raporê de binpêkirinên li girtîgehan, binpêkirinên li dijî penaber û koçberan, binpêkirinên li dijî çapemenyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ku 41 meh in agahî jê nayên girtin, di raporê de cih girtin. Piştî pêşkeşkirina raporê, komîteyê ji dewleta tirk rewşa agahînegirtina ji Îmraliyê, qedexeyên hevdîtina bi parêzer û malbatan re pirs kir û xwest bersivê bide. Şandeya tirk her çend ku hebûna sepaneke taybet qebûl nekiribe jî, d di parastina xwe de tecrîda li Îmraliyê qebûl kirin. 
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan parêzer Rezan Sarica ku li ser navê TOHAV’ê tev li rûniştinan bûbû, têkildarî nîqaşên ser tecrîdê û helwesta dewleta tirk ji ajansa me re axivî. 
 
AMADEKARIYÊN JI BO RAPORÊ
 
Sarica, da zanîn ku rapora xwe ya pêşkeşî komîteyê kirin, tevî 4 rêxistinên civaka sivîl di 4 mehan de amade kirine. Sarica, diyar kir ku di cewhera wê de binpêkirinên di mijara qedexeya îşkenceyê de bûn lê hewcehî pê dîtin ku rewşa binpêkirinên li Tirkiyeyê raxin pêş çavan. Sarica, anî ziman ku beşa herî girîng têkildarî şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bû. Sarica, got ku wan rewşa giştî ya li Tirkiyeyê raxistine ber çavan û rapora xwe pêşkeş kirine. Sarica, destnîşan kir ku ne tenê wan lê zêdetirî 20 rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê rapor pêşkeş kirine û ev yek jî nîşan dide bê ka li Tirkiyeyê binpêkirinên çiqas giran hene. 
 
‘ÎMRALI BÛYE ÇALEREŞA PERGALA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ’ 
 
Bi domdarî Sarica got ku dema raporên xwe pêşkeş kirin û bi raportoriyan re hevdîtin kirin, bi taybet li ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê sekinîne. Sarica, got: “Ji ber ku şert û mercên birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê tê de tê ragirtin, di çarçoveya rejîmeke rewşa awarte ya birêkûpêk û domdar de ne. Me got ku li wir tu peymanên navneteweyî, destûra bingehîn a Tirkiyeyê û mekanîzmayên navneteweyî derbasdar nînin. Me biryara Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê ku digot ‘divê parêzer demildest û bêyî bên bisînorkirin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin’ weke mînak nîşan da. Me got ku Tirkiye li gorî hiqûqa gerdunî tevnagere. Me pirsên weke ‘Gelo Girtîgeha Îmraliyê ji derveyî venêrîna hiqûqê ye?’ û ‘Di nava 13 salan de tenê 5 hevdîtinên bi parêzeran re çêbûne. Gelo mînaka vê li cîhanê heye?’ jê kirin. Me got ku rewşa li Girtîgeha Îmraliyê, çalereşa pergala hiqûqa navneteweyî ye. 
 
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ
 
Têkildarî “cezayên disiplînê” jî Sarica wiha got: “Me îdiayên Tirkiyeyê yên ji bo astengkirina hevdîtinan jî bi hûr û kûr vegot. Ji ber ku qedexeyên disiplîn û parêzeran weke hincet tên nîşandan. Lê diviya bû ev pêvajo bi zelalî bihata meşandin. Me ev rewş jî vegot. Anku weke parêzeran haya me ji van pêvajoyan çênabe û dosya bi awayekî derqanûnî bi veşarî tên meşandin. Em neçarî dimînin ku li ser îxtîmalan her tim bikevin nava hewldanan û serlêdanan bikin. Muwekîlên me nikarin ji parêzerên xwe sûd bigirin, ji mafê parastinê bêpar dimînin. Me got ku di rapora CPT’yê ya 2020’ê de hatiye destnîşankirin biryarên disiplînê ji ber xapandin û sedemên polîtîk tên dayîn. Me got ku em dixwazin muxatabeke ku bikare ji bo pergala Îmraliyê çareseriyeke hiqûqî peyda bike bibînin. 
 
Me herî dawî got ku ‘cezayê muebbeta girankirî li dijî qedexeya îşkenceyê ye û di vê mijarê de biryarên DMME’yê hene. Me jê re got ku Tirkiye tevî biryarên DMME’yê jî gavan naavêje. Me jê re got ku Tirkiyeyê di plana çalakiyê ya pêşkeşî komîteya wezîran kirî de bi eşkereyî gotiye ku dê vî cezayî raneke. Me rol û mîsyona birêz Ocalan a di mijara aştiyê de, girîngiya wî ya ji bo avakirina pergaleke demokratîk û hiqûqî û encamên pergala tecrîdê yên li ser civakê pêşkeşî wan kir.” 
 
HELWESTA RAPORTORAN
 
Di berdewamê de Sarica bal kişand ser helwesta raportoran a têkildarî tecrîda li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Raportoran di gelek mijaran de ji Tirkiyeyê pirs kirin. Me wisa fêm kir ku raporên me baş xwendibûn û lê serwext bûn. Ji ber ku pirsên kûr kirin. Bêguman yek ji pirsên girîng jî têkildarî birêz Ocalan bû. Şert û mercên birêz Ocalan yekser ji şandeya tirk pirsîn.” Sarica, da zanîn ku raportoran rewşa li Îmraliyê bi berfirehî ji şandeya tirk pirsîne û pirsên yekser ên weke “Malbat û parêzer çima nikarin pê re hevdîtinê bikin?” û “Gelo ji bo cezayê muebbeta giran hûn li ser çareseriyekê difikirin an na, hûn çareseriyeke çawa difikirin?” kirine. 
 
BERSIVÊN ŞANDEYA TIRK
 
Sarica, bi lêv kir ku rayedarê wezareta dadê têkildarî cezayê “Muebbeta giran” û “cezayê hefsê yê demkî” tiştên di pirtûkan de hatine nivîsandin xwendiye. Sarica, wiha dom kir: “Gotin ku girtiyên muebbeta giran di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, saetekê diçin cihê hewadariyê û sporê, 15 rojan carekê bi mafê hevdîtina bi malbatê re û yê telefonê heye. Her wiha got ku ‘ev kes bi tu awayî nayên berdan.’ Rayedarê wezaretê dema mijar bûyî mercên Ocalan, got ku ‘2’yemîn DGM’a Enqereyê cezayê muebbeta girankirî daye.’ Got ku ‘tevî 3 girtiyan tê ragirtin, mecbûre li gorî rejîma li wir tevbigere nexwe dê cezayê disiplînê lê were birîn, dê serdan bên qedexekirin û di vê mijarê de înîsiyatîf a lijneyên disiplînê ye.’ Di berdewamê de jî cezayên dawî bi bîr xist. 
 
Di mijara eşkerekirina hejmara girtiyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn de Tirkiye xwe vedişêre. Tenê rêjeya ji sedî 1,24 eşkere kir. Nikarin hejmara rast bidin. Di pêvajoya komîteya wezîran de jî hejmar negotin.” 
 
‘BI BERSIVÊN XWE TECRÎDÊ QEBÛL DIKIN’
 
Parêzer Sarica anî ziman ku di esasê xwe de wezaretê bi bersivên xwe tecrîd qebûl kiriye û sedema wê wiha vegot: “Anku negotin tecrîd tune ye. Li wir nekarîn bibêjin tecrîd tune ye. Lewma dema mirov ji vî alî ve lê dinere, tenê qala çendek rewşên di mewzûatê de û qedexeya dawî kirin. Heke bigotina ‘tecrîd tune ye’, nedikariyan biparêzin. Dê me bigota ku ji îlona 2018’an heta niha herî kêm 22 cezayên disiplînê yên li ser hev hene. Her wiha dê qala qedexeyên komî yên di OHAL’a 2016’an de bihata kirin. Heke qala van tevan bihata kirin, dê ji neçarî li xwe mikûr bihatina ku pergaleke îşkenceyê ya di asteke wiha mezin de heye. Hem nekarîn bibêjin tecrîd nîne, hem jî nekarin rewşa heyî biparêzin.” 
 
‘ŞANDEYA TIRK NEKARÎ BERSIVA PIRSAN BIDE’ 
 
Sarica, daxuyand ku ji ber bersiva pirsan kêm hate dayîn, raportoran îcar hewcehî pê dîtin pirsên yekser ên têkildarî rewşa li Îmraliyê bikin. Sarica, wiha domand: “Raportoran gotin ku têkildarî biryara DMME’yê ya xala 3’yemîn agahiyên baş nehatine dayîn û li benda mînakên şênber in. Raportoran pirsîn bê ka qedexeyên hevdîtinê yên ji bo 3 meh û 6 mehan ên têkildarî Ocalan tenê ji bo carekê ne an na. Di vê mijarê de gelek pirsên şênber kirin. Piştre jî gotin hevdîtinên bi parêzeran re li dijî îşkenceyê tevdîreke. Ji şandeyê pirsîn bê ka kîjan qanûn û rêzikname rê dide van qedexeyan. Xwestin were vegotin bê ka ev rewş li gorî standartên navneteweyî ye yan na. Beriya niha têkildarî Qeydên Nelson Mandela ji bo rewşa girtiyan pirsa ‘biryarên pêşniyarê çawa tên cîbicîkirin’ hatibû kirin. Lê belê îcar bi hûr kûr û pirsgirêkên şênber hate pirsîn. Lê şandeya Tirkiyeyê nekarî bersivê bide. Bi nebersivandina pirsan re gotinên xwe jî vala derxistin.” 
 
‘DENGÊ EM LI BENDÊ BÛN CPT DERXÎNE JI NY’Ê DERKE’ 
 
Piştî rûniştinan, komîteyê rapora xwe ya çavdêriyê eşkere kir. Sarica, têkildarî raporê ev tişt anî ziman: “Dema em li raporê dinêrin, dibînin ku tespît û pêşniyarên girîng hene. Her wiha derket holê ku pirsên raportoran ên têkildarî îşkenceyê jî bersivên têrker nehatine dayîn. Tespît û pêşniyarên komîteyê yên ji bo Îmraliyê ji bo me pir girîng in. Ji ber ku tespîtên weke; rewşa li Îmraliyê li dijî qedexeya îşkenceyê ya NY’ê ye, ne li gorî hiqûq û standartên navneteweyî ye, mercên giran didomin û fikarên zêde hene, hatine kirin. Mekanîzmayeke navneteweyî vê rewşê qebûl nake lewma seknekî girîng e. 
 
Di vê çarçoveyê de pêşniyar hat kirin ku tavilê rewşa agahînegirtina li Îmraliyê bê bidawîkirin, parêzer tev li pêvajoya hiqûqî bibin û mafên wan ên serdanan bên cîbicîkirin. Her wiha hat pêşniyarkirin ku cezayê heta dawiya emr bê bidawîkirin û li gorî biryarên dadgehên navneteweyî be. Dengê ku me dixwest ji CPT’yê derkeve, ji hêlekê ve ji NY’ê deket. Tespîteke di qada navneteweyî de û pêşniyarên şênber. Berevajî bêdengiya CPT’yê ya li dijî Îmraliyê, NY’ê seknekî wiha nîşan da. Vê jî da xuyakirin ku CPT li gorî standartên navneteweyî tevnagere û ev yek raxistin ber çavan. Komîte bi parastinên Tirkiyeyê qaneh nebû lewma gotin ku ev şert û merc nayên qebûlkirin. 
 
DÊ JI VIR Û ŞÛNDE ÇI BIBE?
 
Sarica, anî ziman ku dê piştî rûniştina komîteyê salekê pêvajoya şopandinê çêbibe û wiha pê de çû: “Komîte dê têkildarî tespît û pêşniyarên xwe pêvajoya guftûgoyê ya bi Tirkiyeyê re bidomîne. Lê NY’ê di rapora xwe de bi eşkereyî got ku mercên li Îmraliyê nayên qebûlkirin. Eşkere ye ku ev pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ji hêla hiqûqî ve êdî nema dikare bimeşe. Lewma em dixwazin ku Tirkiye tavilê mercên îşkenceyê yên li Îmraliyê bi dawî bike, maf û azadî bikevin meiyetê, rê bide hevdîtinên bi parêzeran re û divê agahiyên bitendurist ji miwekîlên me bên girtin. Em dixwazin tavilê bersivê bidin pêşniyarên NY’ê û pergala li Îmraliyê bi dawî bikin. Divê mirov tespît bike ku mercên li Îmraliyê baş nayên nîqaşkirin. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê rûspî, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û hwd. Ji bo bidawîkirina pergala heyî, divê tespît û biryarên Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê derxînin pêş. 
 
HEWLDANÊN DIN ÊN DI QADA NAVNETEWEYÎ DE
 
Sarica, da zanîn ku wan bi 5 raportorên taybet re jî hevdîtin kirine û wiha qala wan hevdîtinan kir: “Ev, mekanîzmayên derveyî komîteya behsa xeberê ne. Ev; Raportorê Taybet ê li Dijî Îşkenceyê, Raportorê Taybet ê Têkildarî Serbixwebûna Parêzaran, Raportorê Taybet ê Têkildarî Parastvanên Mafên Mirovan,  Raportorê Taybet ê Têkildarî Mafê Civîn û Xwepêşandanan û Raportorê Taybet ê Têkildarî Azadiya Xweîfadekirinê ne. Me cuda cuda bi tevekan re hevdîtin kirin. Her sê raportorên ewil jixwe têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û îşkenceya li wir de ne. Du meh berê ji xwe me ji bo wan serlêdan kiribûn. Me jî firsend dît ku hem têkildarî serlêdana xwe ya taybet hevdîtinê bikin hem jî me rewşa heyî ya Îmraliyê vegot. Rewşa wan derxistî holê ev e; mercên li Îmraliyê teqez li gorî standarên navneteweyî nîne, bi tespîteke îşkenceyê re mercên heyî yên li wir fikaredar in, parêzer nikarin peywira xwe bikin û tiştên Tirkiye dike teqez nayên qebûlkirin. Gotin ku dê serlêdana me lêkolîn bikin û di vê çarçoveyê rayeya xwe de çendek gavan biavêjin. Di qada navneteweyî de em bi rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgehên mafên mirovan û hiqûqê diparêzin re hevdîtinan dikin.
 
CPT REWŞA LI ÎMRALIYÊ ASAYÎ DIBÎNE LEWMA TECRÎD DIDOME 
 
Saziya herî girîng a Îmraliyê dişopîne CPT ye. Em ji hemû rewşên rojane agahdar dikin û hewl didin pê re hevdîtinê bikin. Ev hevdîtin weke guftûgoyê çênabin. Zêdetir weke ragihandina rewşa li Îmraliyê û vegotina fikarên me ne. Lê CPT’yê di demên dawî de rewşek raxist holê. Anku di esasê xwe de tengijîna xwe derxist holê 
 
Çendek roj berê hevpeyvîneke wan ji hêla ajansekê ve hat parvekirin. Hem di hevpeyvînê de hem jî di hevdîtinan de dibêjin ku rewşa li Îmraliyê nayê qebûlkirin. Lê daxwazên me yên ku bikevin nava tevgerê bicih nayînin. Ji ber ku heke bikirana rewşa li Îmraliyê wiha endibû. Me di mijara Azerbaycanê de vegot. Rejîmeke sîstematîk a îşkenceyê ya li Îmraliyê nayê qebûlkirin. Asayîdîtina vê rewşê ya ji hêla CPT’yê ve nayê qebûlkirin. Dema ev sînor derbas kir û tespîtên rast kir, dikare di qada navneteweyî de çavdêriyên xwe vebêje û rapora xwe parve bike. Gelo çima rapora Azerbaycanê eşkere kirin lê ya vir eşkere nakin? Ev helwesta cihêkar çima ye? Ji ber ku CPT rewşa li Îmraliyê asayî dibîne lewma tecrîda li Îmraliyê didome.” 
 
HEVDÎTINÊN LI PARÎSÊ 
 
Parêzer Sarica daxuyand ku demekê nêz berê li Parîsê bi gelek rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirine. Sarica, got ku rewşa li wir derketî holê kir ku ew tabloya heyî jinûve binirxînin. Sarica, wiha domand: “Her wiha me bi sanetor Pascal Sodelli re hevdîtin kir û nêrînên pir girîng bûn. Got ku birêz Ocalan weke ‘girtiyekî siyasî’ dibîne, pozîsyona wî girîng e û di vê mijarê de hewceye piştevaniyeke navneteweyî were avakirin. Ji van hevdîtinan me fêm kir ku divê mirov bêhêvî nebe. Nîşan da ku têkoşîneke navneteweyî ya li dijî tecrîdê û piştevaniya navneteweyî dikare bi xwe re encamê bîne.”
 
BÊDENGIYA SAZÎ Û RÊXISTINÊN LI TIRKIYEYÊ 
 
Sarica, anî ziman ku heke bertekeke berfireh a di mijara mafên mirovan de bihata nîşandan îro rewşa li Îmraliyê wiha nedibû. Sarica, axaftina xwe wiha qedand: “Weke mînak Baroya Parîsê ji rêveberiyê biryar girt û têkildarî rewşa li Îmraliyê daxuyanî da. Gotin ku rewşa heyî fikaredare û nameyeke ku vê rewşê protesto dike ji Wezareta Dadê re şandin. Baroya Parîsê hewcehî bi parastina maên mirovan, hiqûq û peymanên navneteweyî dibîne lê Baroya Stenbolê û Yekitiya Baroyan pê nabîne. Bêdengiya wan nayê qebûlkirin. Mirov îro nikare derheqê tecrîda li Îmraliyê de jî biaxive. Jixwe medyaya alîgir vê mijarê bi temamû sansur dike. Daxuyaniyên komeleyan tên qedexekirin, OHD û gelek saziyan serî li Baroya Stenbolê dan lê xistin dorpêça polîsan û nexwestin daxuyaniyê bidin. Her wiha helwesta wezîrê dadê ya di hevdîtina bi dayikan re li holê ye. Helwesta wezîrê karên hundir a têkildarî ciwanê li Mêrsînê qala birêz Ocalan kirin li holê ye. Naxwazin ev mijar bê axaftin. Jixwe bingeha pirsgirêkê jî ji vir diqewime. Sedema qedexe, îşkence û bêhiqûqtiyên li Tirkiyeyê, ji ber bêdengiya li hemberî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Divê ev rastî bê dîtin û derdoreke berfirehtir li dijî tecrîdê dengê xwe derxîne.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak

Sernavên din

30/07/2024
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn
09:24 Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin
09:12 ‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’
09:07 Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
09:01 Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Koma ku polîsan diparast li Amedê nivîsên bi kurdî reş kir
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket
08:19 Li Êlihê qeza: 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
28/07/2024
23:48 Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi dawî bû
23:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû
22:27 Hatîmogûllari protesto kir: Em li benda herkesê ne ku tev li govenda azadiyê bibin
21:56 Li Mîhrîcana Mûnzûrê meşa hawîrdorê
21:40 Mîhrîcana Mûnzûrê: Pêdivî bi hevkariya têkoşîna ekolojiyê heye
20:21 Ji binçavkirin û girtinan re berteka ‘govenda bikurdî’
19:52 Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin
16:55 Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû
16:51 DEM Partiyê xwest mudaxileya îktîdarê ya li darazê bê lêkolînkirin
16:36 Hatîmogûllari: Kêr negihaşt hestî, êdî hestî derbas kir
16:08 Hatîmogûllari: Dê gelê kurd her dem li her derê govenda xwe bigerîne
15:53 Xizmên girtiyan: Heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
15:50 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê hevdîtinên xwe didomîne
15:29 Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiya: Em ê xaka xwe nedin şîrketan
15:00 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin
14:29 Ciwanan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin: Çareserî têkoşîn e
13:12 Li Wanê zaroka ketî bendavê jiyana xwe ji dest da
12:33 Li Stenbolê bi hinceta ‘Govenda kurdî’ 11 kes hatin girtin
12:32 Pasûriyan bertek nîşanî madenan dan: Dewlet jî be em ê destûrê nedin
11:48 Konseya Bajar a Wêranşarê hat avakirin
11:40 ROJIN’ê ji bo Ezîzî û Muhammedî bang kir: Biryara îdamê bidin sekinandin
11:24 ‘Her kes divê li her derê govendê bigerîne û dirûşman berz bike’
10:47 Hejmara 74’emîn a Kovara Jinê derket
10:46 Li gundên PDK’ê daye valakirin malên şewitî û hilweşiyayî man
10:43 'Têkoşîna wî îro jî tê domandin’
09:58 Hulaku: Li dijî tiryakê tu tevdîr nayên girtin
09:46 ‘Xeyala Keybanû Zenûbyayê li Rojava pêk tê’
09:38 Mihrîcana Mûnzûrê: Asîmîlasyon jî didome berxwedan jî
09:16 Rojnameger Zagros: AKP dixwaze Başûr girêdayî Tirkiyeyê bike
09:08 Dosyeya îşkenceyê bêyî îfadeyên leşkeran bên girtin hate betalkirin
09:07 Dayikên Aştiyê li dijî ‘dagirkerî û hevkariyê’ bi bertek in
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2024’AN
00:08 CPT: Ji bo valakirina gund 9 saet dem hate dayîn
27/07/2024
23:46 Zana: Sînorên kurdan nedin zorê
23:31 14 Baro daxuyanî dan: Divê daraz nebe şirîkê linçkirina medya dîjîtal
23:00 Parvekirina trol wek delîl hat hesibandin: 4 kesên govend gerandine hatin girtin
21:44 Midûrê girtîgehê: 80 girtî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
21:25 Nobetên Qeyûman: Bila Serokatiya Viyan Tekçeyê were naskirin
20:48 Li Dêrsimê meşa jinan: Jin jiyan azadî
19:19 Geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin: Divê têkoşîna hevpar were xurtkirin
18:42 'Li dijî êrişan xelasbûn, di xwebûna xwe de israrkirin e'
17:41 Li Wanê komxebata zarokan
17:29 DEM Partî piştgirî da daxwaza Îmraliyê ya 69 xelatgirên Nobelê
16:58 Tevgera Goran: Her aliyê ku hevkariya dagirkeriya tirk bike, xiyaneta netewî dike
16:50 DEM Partiyê li Wanê du malbat li hev anîn: Kurd aştîxwaz in
16:34 Dest danîn ser pirtûka Jineolojiye Girîşê
16:29 Li Îranê kolberek hate qetilkirin
16:25 Daxwaza berdana girtiyê ku jê re gotine dikarî 2 salan bijî kirin
16:07 Di binçavkirinên govend û stranên kurdî de kesek hate girtin
15:53 Sebahat Tûncel: An em ê azadiyê hilbijêrin an jî em ê bibin kole
15:20 Ji bo girtiya 75 salî hişyarî: Jiyana wê di xetereyê de ye
15:03 Li Sêrtê cenazeyên 4 kesan anîn nexweşxaneyê
14:57 Ji bo girtiyê nexweşê giran Menteş daxwaza ‘azadiyê’
14:32 Dayikên Şemiyê faîlên Ozturk a beriya 32 salan hate qetilkirin pirsîn
14:12 Li Stenbolê 11 kes ji ber ‘govenda kurdî’ hatin binçavkirin
13:59 Li Îranê di 10 rojan de 27 darvekirin
13:58 AYM’ê ji bo Emîne Şenyaşarê biryara binpêkirinê da
12:51 Malbatên windakiriyan: Heta faîl bên darizandin dê têkoşîn bidome