Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin

  • rojane
  • 20:50 29 Tîrmeh 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtina kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her qada lê ne tevlî govenda berxwedanê bibin û bi dengekî bilind stranên xwe bistirên.”
 
Bertekên li dijî girtina kesên li ber stranên kurdî govend gerandin didomin. Li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û girtin hatin şermezarkirin. 
 
RIHA 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Eyubiyeyê li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, endamên Meclisa Şaredariyê yên Partiyê yên Eyyûbiyeyê û her wiha gelek kes amade bûn.
 
Di daxuyaniyê de endamê Meclisa Şaredariya Eyyubiyeyê Celal Altûn axivî û wiha got: “Rêzikên Destûra Bingehîn bi awayekî zelal hatine binpêkirin. Pratîka îxlalkirina Destûra Bingehîn a tifaqa AKP’ê û MHP’ê bi rengekî vekirî li dijî kurdan hatiye domandin. Em feraseta neyarê kurdan ku ji ber dayik û sê keçên wê stran gotin û cilên kurdî li xwe kirin hatin girtin şermezar dikin. Tu hêz nikarin govenda me ya azadiyê rawestînin. Gerandina govendê ne sûc e lê hemû hewldanên li dijî vê sûc û nijadperestî ne.”
 
Piştî daxuyaniyê li gel stranên kurdî govend hate gerandin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “zext nikarin me têk bibin” bi dawî bûn.  
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî (ARÎ-DER) bi daxuyaniya ku li ber Parka Yilmaz Guney li dar xist girtin şermezar kirin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Em êrişên li dijî ziman û çanda kurdî şermezar dikin” hate vekirin de Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Tenha axivî. 
 
Tenha da zanîn ku li dijî çand û zimanê kurdî êrişeke sîstematîk heye û bang kir ku li dijî êrişan her qada jiyanê veguherînin zimanê kurdî û govenda azadiyê bigerînin.  
 
STENBOL  
 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî daxuyaniyeke nivîskî da.  NÇM’ê bi bîr xist ku di salên 90’î de ji ber dişibîn rengên netewî yên kurdan hate xwestin ku lambeyên trafîkê yên kesk û sor û zer bên guhertin û wiha got: “Îro tabelayên hişyariyê yên kurdî yên li ser rêyan hatine nivîsandin bi rengekî rêxistinbûyî tên jêbirin û zimanê kurdî bi nivîsbariya nîjadperest û faşîst re hedef tê girtin. Ev êrîşên nîjadperestî yên li dijî zimanê me li Wanê dest pê kirin û li Amedê hatin domandin, bi rengekî organîzeyî di bin çavdêriya polîsan de tên kirin. Çanda Kurd navê berxwedana li dijî qirkirinê û têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Weke xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê em van êrîşên nîjadperest û faşîst ên li hemberî hebûn, nasname û nirxên me yên civakî qebûl nakin û bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her qada lê ne tev li govendên berxwedanê bibin û bi dengekî bilind stranên xwe bêjin.”
 
ŞIRNEX  
 
Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) êrişên li dijî çand û zimanê kurdî bi gerandina govendê şermezar kir. Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê yên li baxçeyê Şaredariya Hezexê hatin bahev bi kurdî kilam gotin û govend gerandin. 
 
‘ÎNKARKIRINA KURDAN DI ASTEKE TUND DE YE’ 
 
Aktîvîsta TJA’yê Adalet Fîdan a li ser navê jinan daxuyanî da, anî ziman ku înkarkirina kurdan di asteke bilind de ye û wiha got: “Niha jî kesên cilên herêmî li xwe dikin, govendê digerînin, stranên kurdî dibêjin an tên binçavkirin an jî tên girtin. Me jî weke TJA’yê kampanyayek da destpêkirin. Em ê li malên xwe, li kolanan, li meydanan an ku li hemû qadên jiyanê em ê bi kurdî axivin û bi kurdî bijîn. Em ê stranên xwe bêjin û govenda xwe bigerînin. Ji ber ku çand û ziman hebûna gelekî ye û em jî dê xwedî li vî zimanî derkevin.”
 
Bername, bi govendên hatin gerandin û berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bêçand jiyan nabe” bi dawî bû. 
 
WAN
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê li ber avahiya xwe ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da û bertek nîşanî girtina kesên ku li ber stranan govenda kurdî digerandin da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bernadin vê dîlanê” hat vekirin û dirûşmeya “Zimanê me rûmeta me ye” hat berzkirin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar, Komeleya Çand û Ziman a ARSÎSA’yê, saziyên demokratîk û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
 
‘ZIMANÊ KURDÎ NIRXEKÎ BINGEHÎN E’
 
Hevberdevkê Lijneya Çand û Ziman yê DEM Partiyê Heval Dilbihar di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku ziman û çanda kurdî nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Dilbihar, destnîşan kir ku ziman û çanda kurdî ji gelek kom, netewe û gelan re bûye çavkaniyeke bingehîn. Dilbihar, diyar kir ku ziman û çanda kurdî rûmeta gelê kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di gelek serdemên dîrokê de gelek serdest ji bo berjewendiyên xwe êrîşên hovane anîne ser ziman û çanda kurdî. Ji ber ku ziman û çanda kurdî parastine gelek kes hatine kuştin, girtin û îşkencekirin. Lê van serdest û desthilatan tiştek ji bîr kiribûn. Ziman û çanda kurdî çiqas rehên xwe berdabin dîrokê, hest û ramanên berxwedana gelê kurd jî rehên xwe berdane. Gelê kurd ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda xwe serî netewandiye.”
 
‘ZIMANÊ ME ŞEREFA ME YE’
 
Dilbihar, anî ziman ku cîhan gelek pêşketiye, lê hêj jî serdest û desthilatên hov êrîşî zimanê kurdî dikin. Dilbihar, da zanîn ku ji wan ve ew dê bi van êrîşan ziman, çand û govenda kurdî tune bikin. Dilbihar, wiha lê zêde kir: “Ev çend roj in êriş li ser neteweya kurd tên kirin. Li Mêrsînê, Stenbolê, Agiriyê, Êlihê, Sêrtê û herî dawî jî li Colemêrgê ji ber parastin û pêşxistina zimanî kurdî, ji ber gerandina govenda kurdî gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Em vê yekê bi tûndî şermezar dikin. zimanê me şerefa me, zimanê me namûsa me ye.”
 
‘TEHEMULA WAN JI BO DU PEYVÊN KURDÎ NÎNE’
 
Dilbihar, bertek nîşanî jêbirina nivîsên trafîkê jî da û wiha dawî kir: “Tehemûla wan ji bo du peyvên kurdî nîne. Ev yek li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. Çawa zimanê tirkî, erebî, farisî, ingilîzî pîroz û bi nirx bin, zimanê kurdî jî bi qasî wan bi nirx û pîroz e. Pêşî kurdî, paşî kurdî û li her der her dem kurdî.”
 
Piştî daxuyaniyê girseyê li ber avahiya DEM Partiyê govend gerand û bertek nîşanê êrîşên li ser ziman û govenda kurdî dan.
 
AGIRÎ
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Bazîdê li Parka Şaredariyê li hev civiya û govend gerand. Hevşaredarê Bazîdê Kenan Alkan û gelek welatî beşdar bûn. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Bazîdê Hadîme Temel a li vir axaftineke kurt kir, wiha got: “Dema dewlet nebû jî govend hebûn. Beriya 14 salan ji ber li dawetekê govend gerandibûn jin hatin girtin. Li Karadenîzê çawa horon hebe govenda me jî heye.”
 
Pişt re li ber stranên kurdî govend hate gerandin.  
 
MÛŞ
 
Di pêşengtiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê de parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Rêxistina DBP’ê ya Bajêr, TJA, hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek kes li Parka Ataturk hatin bahev û govenda azadiyê gerandin.
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/07/2024
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn
09:24 Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin
09:12 ‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’
09:07 Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
09:01 Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Koma ku polîsan diparast li Amedê nivîsên bi kurdî reş kir
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket
08:19 Li Êlihê qeza: 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
28/07/2024
23:48 Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi dawî bû
23:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû
22:27 Hatîmogûllari protesto kir: Em li benda herkesê ne ku tev li govenda azadiyê bibin
21:56 Li Mîhrîcana Mûnzûrê meşa hawîrdorê
21:40 Mîhrîcana Mûnzûrê: Pêdivî bi hevkariya têkoşîna ekolojiyê heye
20:21 Ji binçavkirin û girtinan re berteka ‘govenda bikurdî’
19:52 Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin
16:55 Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû
16:51 DEM Partiyê xwest mudaxileya îktîdarê ya li darazê bê lêkolînkirin
16:36 Hatîmogûllari: Kêr negihaşt hestî, êdî hestî derbas kir
16:08 Hatîmogûllari: Dê gelê kurd her dem li her derê govenda xwe bigerîne
15:53 Xizmên girtiyan: Heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
15:50 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê hevdîtinên xwe didomîne
15:29 Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiya: Em ê xaka xwe nedin şîrketan
15:00 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin
14:29 Ciwanan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin: Çareserî têkoşîn e
13:12 Li Wanê zaroka ketî bendavê jiyana xwe ji dest da
12:33 Li Stenbolê bi hinceta ‘Govenda kurdî’ 11 kes hatin girtin
12:32 Pasûriyan bertek nîşanî madenan dan: Dewlet jî be em ê destûrê nedin
11:48 Konseya Bajar a Wêranşarê hat avakirin
11:40 ROJIN’ê ji bo Ezîzî û Muhammedî bang kir: Biryara îdamê bidin sekinandin
11:24 ‘Her kes divê li her derê govendê bigerîne û dirûşman berz bike’
10:47 Hejmara 74’emîn a Kovara Jinê derket
10:46 Li gundên PDK’ê daye valakirin malên şewitî û hilweşiyayî man
10:43 'Têkoşîna wî îro jî tê domandin’
09:58 Hulaku: Li dijî tiryakê tu tevdîr nayên girtin
09:46 ‘Xeyala Keybanû Zenûbyayê li Rojava pêk tê’
09:38 Mihrîcana Mûnzûrê: Asîmîlasyon jî didome berxwedan jî
09:16 Rojnameger Zagros: AKP dixwaze Başûr girêdayî Tirkiyeyê bike
09:08 Dosyeya îşkenceyê bêyî îfadeyên leşkeran bên girtin hate betalkirin
09:07 Dayikên Aştiyê li dijî ‘dagirkerî û hevkariyê’ bi bertek in
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2024’AN
00:08 CPT: Ji bo valakirina gund 9 saet dem hate dayîn
27/07/2024
23:46 Zana: Sînorên kurdan nedin zorê
23:31 14 Baro daxuyanî dan: Divê daraz nebe şirîkê linçkirina medya dîjîtal
23:00 Parvekirina trol wek delîl hat hesibandin: 4 kesên govend gerandine hatin girtin
21:44 Midûrê girtîgehê: 80 girtî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
21:25 Nobetên Qeyûman: Bila Serokatiya Viyan Tekçeyê were naskirin
20:48 Li Dêrsimê meşa jinan: Jin jiyan azadî
19:19 Geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin: Divê têkoşîna hevpar were xurtkirin
18:42 'Li dijî êrişan xelasbûn, di xwebûna xwe de israrkirin e'
17:41 Li Wanê komxebata zarokan
17:29 DEM Partî piştgirî da daxwaza Îmraliyê ya 69 xelatgirên Nobelê
16:58 Tevgera Goran: Her aliyê ku hevkariya dagirkeriya tirk bike, xiyaneta netewî dike
16:50 DEM Partiyê li Wanê du malbat li hev anîn: Kurd aştîxwaz in
16:34 Dest danîn ser pirtûka Jineolojiye Girîşê
16:29 Li Îranê kolberek hate qetilkirin
16:25 Daxwaza berdana girtiyê ku jê re gotine dikarî 2 salan bijî kirin
16:07 Di binçavkirinên govend û stranên kurdî de kesek hate girtin
15:53 Sebahat Tûncel: An em ê azadiyê hilbijêrin an jî em ê bibin kole
15:20 Ji bo girtiya 75 salî hişyarî: Jiyana wê di xetereyê de ye
15:03 Li Sêrtê cenazeyên 4 kesan anîn nexweşxaneyê
14:57 Ji bo girtiyê nexweşê giran Menteş daxwaza ‘azadiyê’
14:32 Dayikên Şemiyê faîlên Ozturk a beriya 32 salan hate qetilkirin pirsîn
14:12 Li Stenbolê 11 kes ji ber ‘govenda kurdî’ hatin binçavkirin
13:59 Li Îranê di 10 rojan de 27 darvekirin
13:58 AYM’ê ji bo Emîne Şenyaşarê biryara binpêkirinê da
12:51 Malbatên windakiriyan: Heta faîl bên darizandin dê têkoşîn bidome