Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin

  • rojane
  • 09:09 31 Tîrmeh 2024
  • |
RIHA - Muslum Guneş destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de bi darê zorê strana “Ez ê bimirim Tirkiyeya min" pê dane xwendin, dîmenên wî hatine qeydkirin û muameleya xerab a lê hatiye kirin vegot. 
 
Kampanyaya lînçkirinê ya bi ser hesabên bedya dijîtal hatiye destpêkirin, dom dike. Gelek kes bi hinceta li gel stranên kurdî gerandina govendê hatin binçavkirin û girtin. Yek ji kesên hedef hatiye nîşandan Muslum Guneş ê 29 salî bû. Guneş li navçeya Karakopruyê di 27’ê tîrmehê de bi hinceta parvekirina xwe ya ser medya dîjîtal, bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin. 
 
Midûriyeta Polîsan a Rihayê dîmenên binçavkirinê yên Guneş bi ser hesabên medya dîjîtal parve kir. Ji Guneş re hat gotin ku ji ber parvekirinekî sala 2019’an de qeyda wî ya sûc a “endamtiya rêxistinê” ku bi beraetê bi dawî bû, heye. Guneş ê hedef hatiye nîşandan di 28’ê tîrmehê de ji hêla dozgeriyê ve bi şertê kontrola edlî hate berdan. Ji ber binçavkirinê Guneş, ji kargeha ku 20 sal bû lê dixebitî, ji kar hate avêtin. 
 
Guneş ji ber agahiyên wî yên takekesî hatine parvekirin û di bin çavan de muamileya xirab lê hatiye kirin, serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Rihayê da 
 
MUAMILEYA XIRAB A BI ‘DIMIRIM TIRKIYEM’ 
 
Guneş ê têkildarî muamileya xirab a di bin çavan de dîtiye axivî. Guneş destnîşan kir ku wî bi kelemçeya berpişt ve hatiye binçavkirin û wiha got: “Dema ku min binçav kirin, serê min li dîwar xistin, kelemçeya berpişt li min kirin. Xwestin ez dakevin ser çokên xwe. Di wê kêliyê de çêr li min kirin. Di rê de dîmenên min qeyd kirin û bi darê zorê strana ‘Dimirim Tirkiyem’ li min dane xwendin. Ev yek nijadperestî ye. Piştî nexweşxaneyê min birin nezareta TEM’ê. Yekem gotina peywirdarê li wê derê bû ‘Tu bi xêr hatî dojehê’.
 
‘BI HINCETA ÎŞARETA SERKEFTINÊ HATIM BINÇAVKIRIN’
 
Guneş diyar kir ku muamileya xirab di nezaretê de jî dom kir û wiha pê de çû: “Min li erdê dirêj kirin û bi pê li pişta min kirin. Ji ber nexweşiya min a bêhnçikiyê hebû, bêhna min derneket. Min got qey pişta min şikest. Piştî ez hatim berdan, min dît ku dîmenên min hatine parvekirin. Ji ber min strana kurdî guhdar kir,  pê re min destê xwe rakir, ez hatim binçavkirin û rastî vê muamileyê hatim. 
 
Guneş da zanîn ku ew ji ber hatiye binçavkirin, bêyî kar hatiye hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî binçavkirinê ez çûm li cihê xwe yê kar û ji min re hat gotin ku tu ji kar hatiyî derxistin. Ez ji karê xwe bûm. Ji ber dîmenên min yên ji hêla midûriyeta polîsan ve hatiye parvekirin kes min nagire kar. Ez gilîkarê midûriyeta polîsan û kesên ku dîmenan bi ser hesabên medyayê parve kirine me. Ez di kirê de me û bêyî kar mam. Divê dîmenên hatine parvekirin bên rakirin.” 
 
PRZ. TAŞ: MIDÛRIYETA POLÎSAN HEDEF NÎŞAN DA
 
Parêzerê ji Baroya Rihayê Kazim Ekîncî û Serokê Navenda Mafên Mirovan Ahmet Taş destnîşan kirin ku parvekirina agahiyên takekesî derveyî hiqûqê ye. Taş destnîşan kir ku di demên dewî de dîmenên gelek kesan bi ser hesabên medya dîjîtal hedef hatine nîşandan û wiha got: “Parvekirina dîmenên û agahiyên kesan li madeya 187 a CMK’ê qedexe ye. Ji ber karîneya bêgunehiyê tu dîmenên bersûcan nayê parvekirin. Lê belê midûriyeta polîsan bi parvekirina dîmen derketiye derveyî vê yekê, hem dîmen parve kiriye hem jî agahî. Midûriyeta Polîsan Guneş hedef nîşan daye.” 
 
‘EM Ê GILÎ BIKIN’
 
Prz. Taş bal kişand ser bi darê zorê xwendina “Dimirim Tirkiyem” û qeydkirina dîmenan û wiha derbirî: “Ev stran ne stanekî ji rêzê ye. Wek amûrekî zext û çewisandinê tê bikaranîn. Ev stran bûye malê nijadperestiyê. Dema li demboriya stranê tê nêrîn, eşkere ye ku di xebatên nijadperestiyê de hatiye bikaranîn. Di demên dawî de ev stran wek amûrekî îşkenceyê hat bikaranîn. Ev sepan ne erk û peywira polîs û cendirmeyan e, keyfî ye. Ev li Mêrsînê jî hate kirin û bêyî ceza ma. Ji ber derbarê polîsan de lêpirsînek nehat destpêkirin îro li Rihayê tê kirin. Polîs ji erka xwe derdikeve û van tiştan dike. Me serlêdanê girt û em ê derbarê berpirsyaran de di rojên pêş de giliyê bikin. 
 
MA / Emrûllah Acar 
 

Sernavên din

02/08/2024
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû