Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê

img
ŞIRNEX - Der barê endamên DEM Partiyê û Dayikên Aştiyê de ku di çalakiya şermezarkirina  qeyûm de  sirûda "Herne Pêş" gotin, lêpirsîn hat destpêkirin. Di lêpirsînê de xwendina sirûda "Herne Pêş" wekî sirûda "terorê" hat pênasekirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajarên Kurdistanê li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Colemêrgê bi çalakiyên wekî daxuyanî, meş û rûniştinê protesto kirin. Li navçeya Hezex a Şirnexê di 30'yê hezîranê de  rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê xwest ku ji navenda navçeyê heta avahiya şaredariyê ya navçeya Hezex a Şirnexê bimeşin, lêbelê avahiya partiyê ji aliyê polîsan ve hat dorbêçkirin û meşa ber bi şaredariyê ve bi hinceta qedexeya walitiyê heye hatin astenkirin. Girseya ku xwestin bimeşin jî rastî êrişa polîsan hat. Girseyê astengî û dorpêça polîsan bi çalakiya rûniştinê protesto kir. Girseya ku derbasî çalakiya rûniştinê bû merşa "Herne Pêş" xwendin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê 13 kesan de ku hevşaredarê  Hezexê Dogan Adîbellî, Hevseroka navçeya Hezexê Songul Erden, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên TJA'yî, endamên meclisa şaredariyê jî di nav de, bi hinceta ku strana “Herne Pêş” gotine lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 13 kes çûn Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û îfade dan.
 
SIRÛD PESNÊ PKK'Ê DIDE! 
 
Ji 13 kesên ku îfadeya wan hat girtin ev pirs hat kirin: " Çalakiya bê destûr ku ji aliyê Rêxistina Navçeya DEM'ê ya navçeya Hezexê ve ku hûn hevserok û berpirsyarê hemû xebatên wê ne, ji aliyê kê ve hatiye organîzekirin an jî ji cihekî/kesekî ferman hatiye girtin ku hûn pêk bînin? Ev sirûde ji aliyê kê ve hatiye hilbijartin? Armanca we ya gotina sirûda Herne Pêş a ku pesnê rêxistina terorê ya PKK/KCK'ê  dide çiye?" 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Hezexê Songul Erden ku bi parêzerê xwe re çû Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê û îfade da, bersiva pirsên ku hatine kirin wiha da: "Rêxistina me ji bo şermezarkirina tayinkirina qeyûm a li ser Şaredarê Colemêrgê biryar da ku  meşek li dar bixin, dema ku me xwest em bi komî ji avahiya partiyê derkevin, hêzên ewlehiyê nehiştin em derkevin, li dijî vê em li wesayîtan siwar bûn û li nêzî şaredariyê rawestiyan. Hêzên ewlehiyê wesayît rawestandin, dema me xwest ji wesayîtan xwe pêya bibin û ber bi şaredariyê ve bimeşin, dîsa hêzên ewlehiyê mudaxele kir û di wê encamê de  qirika min girtin û bi mertalan dehf dan min.  Ji ber vê yekê em li cihê ku lê bûn rûniştin, ji ber vê mudexeleya ku li min hatiye kirin ez zêde ne li ser hemdê xwe bûm ji ber wê  sirûda bi navê Herne Peş min gotibe negotibe nizanim."
 
'DIXWAZIN KU ÇAND Û ZIMANÊ ME QEDEXE BIKIN' 
 
Endama TJA'yê Meryem Eşkara a ku der barê wê de jî lêpirsîna xwendina Herne Pêş hatiye vekirin bertek nîşanî lêpirsînê da û wiha got: "Ev merşe li gorî min ne sûce. Çawa ku stranên kurdî gotin ne sûce ev jî ne sûce û heta roja me ya îro jî nehatiye qedexekirin. Beriya niha jî li ser stranên me û merşên qedexe hebû. Niha jî dixwazin ku weke salên 90'yan stranên me qedexe bikin. Lê ev sirûd û stranên me ne qedexe ne.  Ev sirûde  li ser Youtubê jî heye kî bixwaze dikare guhdar bike. Dixwazin bi vê yekê sirûdên me û stranên me qedexe bikin. Çiqas êrişî li ser çanda me zimanê me êriş bikin em ê ewqasî xwedî li wan derbikevin û li dijî van êrişan jî tebikoşin û em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Me di çalakiyê de ev sirûd got lê ji ber ku sirûda me ye me ev sirûd gotin. Niha der barê me de lêpirsîn hatiye vekirin ev nayê qebûlkirin."

Sernavên din

02/08/2024
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû