Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - 7 meh derbas bûn hê jî waliyê nû yê Kerkûkê nehatiye hilbijartin. Rêvebera Tevgera Azadiyê Ronak Macîd, anî ziman ku PDK ya li dijî tifaqa kurdan e û bi Tirkiyeyê re hereket dike, dixwaze tevî Tirkiyeyê YNK tesfiye bike. 
 
Li Iraqê di 18'ê Kanûna 2023'yan de hilbijartinên meclisa giştî ya parêzgehan hatin kirin. Lê zêdetirî 7 meh derbas bûne hê jî waliyê nû yê Kerkûkê nehatiye hilbijartin. Li gorî encamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê, Koalîsyona Hêza Me û Îradeya Me ya Kerkûkê ya bi pêşengiya YNK'ê bi 5 kursiyan li Kerkûkê bû yekemîn. Xirîstiyanan 1 kursî, PDK 2, Koalîsyona Ereb 3, Qaîdeya Ereb 2, Îtîlafa Ereban 1 û Tirkmenan 2 kursî bi dest xistin. Di meclisê de u bi giştî ji 16 kursiyan pêk tê de, kesê ku ji nîvê dengan zêdetir bigire, wekî walî tê hilbijartin. Kesê ku wekî walî tê destnîşankirin hem rêveberê îdarî û hem jî yê ewlekarî yê bajêr e û xwedî rayeya biryaran e.
 
Piştî serkeftina YNK'ê, çûnhatina di navbera Tirkiye û PDK'ê de zêde bû. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û herî dawî jî Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinan bi PDK'ê re li Herêma Federal a Kurdistanê hevdîtin kirin. Ji mijarêns ereke yên hevdîtinan yek jê jî hilbijartina li Kerkûkê bû. 
 
PDK DI ENIYA LI DIJÎ KURDAN DE CIH GIRT
 
Parlamenterê Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) Erşat Salihî di bernameyeke televîzyonê de ku di 18'ê Tîrmehê de beşdar bûbû, ragihandibû ku ji bo diyarkirina serokê meclisa giştî û walî bi PDK'ê re li hev kirine. Di vê mijarê de ji aliyê PDK’ê ve tu nerazîbûnek derneket. Tê diyarkirin ku ITC û PDK dixwazin ereban ber bi xwe ve bikişînin û YNK'ê tasfiye bikin. 
 
GIRÎNGIYA WALIYÊ KERKÛKÊ
 
Ji rêveberên Tevgera Azadî Ronak Mecîd girîngiya hilbijartina Walîtiya Kerkûkê û geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Macîd diyar kir ku hilbijartinên ku li bajarên Iraqê tên kirin gelekî girîng in û got: "Kesê ku wekî walî tê hilbijartin, serokê hemû yekîneyan e. Lewma hilbijartinên meclisa giştî yên Kerkûkê xwedî girîngiyeke gelekî mezin in."
 
Macid bi bîr xist ku waliyê Kerkûkê beriya referandûma serxwebûnê ya sala 2017'an ji aliyê PDK'ê ve hatiye kirin, ji aliyê kurdan ve hatibû hilbijartin û got ku piştî referandûmê ji sedî 51'ê xaka Herêma Kurdistana Federe ji dest çûye. Macid bal kişand ser wê yekê ku Kerkûk yek ji cihên winda ye û got: "Ji sedî 80'yê Kerkûkê kurd e. Ereb û tirkmen jî lı derdora ji sedî 20 ın. Dema em li vi dimeni dinêrin divê waliyê bajêr kurd be. Di komploya Tirkiyê ya sala 2017'an de, waliyê Kerkûkê ji aliyê kesekî ereb ve hat tayînkirin. Piştre hemû kurdên ku berpirsyar bûn, bi taybet di nav dezgehên polîsan de, yek bi yek ji kar hatin dûrxistin."
 
Macîd destnîşan kir ku li kerkûkê piştî guherandina walî hatiye wxestin ku demografî bê guherandin. 
 
Macîd bilêv kir ku PDK û Tirkiye di ser eniya tirkmenan re tifaqek çêkirine û û got: "Niha jî hewl didin bi eniya ereb re tifaqekê çêbikin. Bi vî awayî dixwazin hejmara kursiyên xwe bikin 9 û walî hilbijêrin. Dixwazin kurdan tasfiye bikin." 
 
Macîd, destnîşan kir ku wê aloziya ku piştî hilbijartina walîtiyê rû da, wê demeke din jî bidome. 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

02/08/2024
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû