Bahçecî bertek nîşanî PDK’ê da: We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd

AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser rola PDK’ê ya di şer de û wiha got: “Em jin bang li PDK’ê dikin; we berjewendiyên xwe yên malbatî danîn pêşiya berjewendiyên gelê kurd. Dê welatparêzên Kurdistanê vê qebûl nekin û emrê we yê li ser îktîdarê dê bi qasî hûn texmîn dikin kêmtir be.” 

 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, têkildarî geşedanên di rojevê de li buroya şêwirmendiyê ya partiya xwe daxuyanî da. Bahçecî, diyar kir ku li Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê dorpêçeke tundiyê heye û wiha got: “Modernîteya kapîtalîst a di krîzê de, li dijî xweza, zindî û hemû kesên ji bo maf têdikoşin şer daye destpêkirin.” 
 
Bahçecî, diyar kir ku pergala mêr-serdest hewl dide tundiya li dijî jinan weke tiştekî xwezayî nîşan bide û wiha got: “Sedema vê jî ew e ku aqilê mêr-dewletê vê tundiyê pîroz dibîne. Em vê yekê di qetilkirina Jîna Emînî de dibînin ku rejîma Îranê ji bo dîktaya xwe li ser pêyan bigire wisa kir. Em di biryarên darvekirinê yên rejîmê de vê dibînin. Jixwe biryarên dawî yên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammed, yek ji mînakên herî şênber ên dijminatiya li hemberî jinan e.” 
 
‘DEWLET, TUNDIYÊ ASAYÎ DIKE’
 
Bi domdarî Bahçecî anî ziman ku li Tirkiyeyê hema hema her roj jin tên qetilkirin lê faîlên wan nayên cezakirin. Bahçecî, wiha pê de çû: “Ev yek jî encama binhişê îktîdara dijminatiya jinan dike ava kiriye. Peymana Stenbolê di şevekê de hate betalkirin û piştre cînayetên jinan zêde bûn. Ev ne tiştekî rasthatî ye. Di 6 mehên ewil ên 2024’an de 205 jin hatin kuştin û 117 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ev ne bîlançoya şerê di navbera du dewletan de ye, şerê tundiya zilam a li dijî jinan e ku hewl didin asayî bikin.” 
 
PAKETA 9’EMÎN A DARAZÊ
 
Di berdewamê de Bahçecî destnîşan kir ku dewleta mêr bi desteserkirina mafên jinan ên hatine qezenckirin hewl dide bingeha tundiya piralî ava bike. Bahçecî, got ku jinan piştî têkoşîneke mezin mafê bikaranîna paşnavê xwe bi dest xistiye û wiha domand: “Îktîdar hewl dide vî mafî xesp bike. Hewl dide vê bi rêya Paketa Darazê ya 9’emîn pêk bîne. Tevî ku li dijî AYM’ê ye jî lê dixwazin madeya AYM’ê betal kirî dîsa bînin. Îktîdar hewl dide bi qanûna paşnavê re dîsa jinan li ser zilaman pênase bike.” 
 
BERTEKA LI DIJÎ ŞER Û PDK’Ê
 
Bahçecî, got ku hemû cureyên tundiyê hev xweyî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tundiya li dijî jinan, li dijî penaberan, sewalan, tundiya aborî û hwd. temamiya van cureyên tundiyê bingeha xwe ji polîtîkayên şer digirin. Para herî mezin a bûdçeya welat ji bo şer tê xerckirin. Jin dibin hedefa tundiya aboriyê û roj bi roj bêhtir xizan dibin. Gelên Tirkiyeyê li gel şer nînin. Li pey ked û edaletê ne. Dixwaze êdî bêhnê bistîne.” 
 
Bi domdarî Bahçecî bi lêv kir ku îktîdara AKP-MHP’ê li pey dagirkeriyê ye û ev tişt anî ziman: “Zîhniyeta mêtinger, îro li dijî kurdan bi PDK’ê re hevkariyê dike. Li Herêma Federe ya Kurdistanê baregeh ava kiriye û êrişî gel dike, wan bi darê zorê ji warên wan derdixînin. Noqteyên leşkerî yên PDK’ê di destê Tirkiyeyê de ne. PDK êdî ne partiyeke siyasî, weke xanedaniya malbatekê li dijî têkoşîna gelê kurd cih girtiye. Xetereyê li ser xweseriya Herêma Federe ya Kurdistanê çêdike û weke hikûmeteke mêtingeriyê bi AKP-MHP’ê re hevkariyê dike. Weke jinên kurdistanî em bang li PDK’ê dikin; we berjewendiyên xwe yên rojane danîn pêşiya berjewendiyên neteweyî. We bi dijminên kurdan re hevkarî kir. We pêşengtiya xiyanetê kirin. Ji bo vê jî yên bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Şengalê çete têk birin, xizanên Başûr, ewladên welatparêz ên Kurdistanê dê vê ji we qebûl nekin. Emrê we yê li ser îktîdarê dê bi qasî hûn texmîn dikin dirêj nebe.” 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Di berdewamê de Bahçecî êrişên komên hîzb-î kontrayê yên li Amedê li dijî kafe, kargehan tên kirin û êrişên li dijî felsefe û têkoşîna jinan bi bîr xist. Bahçecî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êriş, parçeyeke polîtîkayên şerê taybet in. Bi van êrişan hewl didin jinan ji qada cemaweriyê derxînin. Me di salên 90’î de ev tirs têk bir. Em ê li her noqteya vî bajarî hebin. Aparata ewil û ya dawî hîzb-î kontra jî dê tevî AKP-MHP’ê biçe sergoya dîrokê. Li gel polîtîkaya şer a bi salaye didome, polîtîkayên şerê taybet jî xistine meriyetê. Îro li Kurdistanê temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9’an, tehemûla stranên û zimanê kurdî nakin, dar tên birîn, ji her alî ve êrişî çand, huner û zimanê kurdî dikin, kesên biunîforma bi rehetî tundiyê li jinan dikin. Heke îro li ser tekane kesê xwedî hêza aştiyê birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke ku mînaka wê li cîhanê tune ye hebe, ev yek nîşan dide ku polîtîkayên şerê taybet didomin. Weke kesên ev nêzî nîvsedsal e bênavber ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têdikoşin, em baş dizanin ku ev polîtîkaye girêdayî hev in. AKP-MHP dixwazin bi tecrîda girankirî re şer mezin bikin, tecrîdê li seranserî civakê belav bikin, gel di nava xizanî û birçîtiyê de bihêlin. Lê dê nekarin bi ser kevin. Civak li dijî vê ye. Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, sedema têkoşîna me ye.”
 
‘EM Ê DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN’ 
 
Bahçecî, bal kişand ser atolyeyên li dijî şerê taybet û axaftina xwe wiha qaedand: “Me heta niha li 7 bajaran li dar xistin û zêdetirî 200 jin tev li 29 atolyeyên me bûn. Em ê bi rêya bi sedan atolyeyan hewl bidin pratîka têkoşînê bixin meriyetê. Ji bo li ser polîtîkayên şerê taybet biaxivin, rastiya wê derxînin holê, em ê tax bi tax, kolan bi kolan, cade bi cade, mal bi mal bi jinan re bên gel hev. Roja me ya ku dê tarîtiyê ronî bike, felsefeya me ya ‘jin, jiyan, azadî’ heye. Em bi biryar in ku vê têkoşînê bidomînin. Em li ser xeta Pexşan Ezîzî ne ku dibêje ‘Em ne ji mirinê, ji jiyaneke bêrûmet ditirisin.’ Em ê destkeftiyên jinan biparêzin, mezintir bikin û biparêzin.” 
 
 
 

Sernavên din

11/08/2024
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû
10:55 Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
10:54 Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
10:25 Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
10:13 Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
10:10 Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
09:59 Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye
09:58 Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
09:57 Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
09:49 Ne birîn hatine kewandin ne jî hesab hat pirsîn
09:39 Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
09:38 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye
09:37 Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin!
09:37 Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
09:34 Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin
09:02 Ûrmiye: Divê rewşenbîr û nivîskar têkevin liv û tevgerê
Sefkan: Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye
09:01 Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN
08:38 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran
08/08/2024
23:10 2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin
22:57 Eniya Tirkmenan: Me li ser Kerkûkê bi PDK û ereban re li hev kir
22:43 Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin
22:39 Nobeda li dijî qeyûman didome: Em têkoşîna hevpar bilind bikin
16:22 Li Girtîgeha Mamarayê mirineke biguman
16:03 Di kana madenê ya bêrûxset de hezaz: Karkerek jiyana xwe ji dest da
16:00 Dê 968 dadgehên nû bikevin meriyetê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bîranîn
15:17 Li Cûdî şewat derket
15:16 Rapora Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê: Tedawiyan nîvco dihêlin
14:37 Girtî Erdemcî hate derbkirin
13:48 Di nav tiriyê li nexweşxaneyê hatiye dayin de şeytanok derket
13:39 Cotkaran bi dirûşma ‘Hikûmet îstîfa bike’ çalakî li dar xistin
13:39 Mor Çatiyê rapora ‘jinên penaber’ ji NY’ê re şand
13:13 Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin