Rapora Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê: Tedawiyan nîvco dihêlin

img
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş têkildarî Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê raporek amade kir. Guneş, diyar kir ku tedawiya diranan a girtiyan tê astengkirin û serî li ÎHÎK û Wezareta Dadê da. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş di 29’ê tîrmehê de çû serdana girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê. Guneş, çû serdana gelek girtiyan û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê raporek amade kir û parve kir. 
 
DI BIN NAVÊ LÊGERÎNÊ DE BI SER QAWÎŞAN DE DIGIRIN 
 
Di raporê de hat gotin ku mercên hîjyenê yên li girtîgehê derketine asta ku êdî xetereyê li ser tenduristiya girtiyan çêdike, gardiyan bi awayekî sîstematîk di bin navê lêgerînê de bi ser qawîşan de digirin. Hat diyarkirin ku di dema serdegirtinan de deriyan didin ber pêhnan, zirarê didin alav û amûrên girtiyan, bi darê zorê solên girtiyan didin derxistin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Di nîverojê de girtiyan derdixînin cihê hewadariyê. Her wiha nahêlin girtî sarinc û ava sar bi kar bînin.” 
 
KURD Û KURDISTAN QEDEXE YE!
 
Di berdewama raporê de hat gotin ku girtîgeh dest dane ser name û pirtûkên girtiyan û ev pirtûk heta demekî dirêj nayên dayin. Rapor wiha didome: “Pirtûkên bi kurdî û yên peyva Kurdistanê tê de derbas dibin bêyî ku hincetek were nîşandan tên desteserkirin. Heta pirtûkên yek ji helbestvanên navdar ên kurd Cegerxwîn jî tên desteserkirin. Li gel ku kontanjan heye jî bi keyfî nahêlin girtî biçin atolyeyan. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên girtiyan û daxwazên wan, me xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin lê ev daxwaz hate redkirin. Sergardiyanê bi navê Taner Şahîn û gardiyanên din, li dijî girtiyan dikevin nava tevgerên biçûkxistinê. Her wiha girtiyên cezayê xwe temam kirine jî ji ber Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ve nayên berdan. Tehliyeya girtî Abdullah Ruzgar, girtiyê nexweş Mehmet Şîrîn Tekmenûray û Mehmet Okur tên astengkirin.” 
 
DI QONAXA DAWÎ DE BI DARÊ ZORÊ SEWQ KIRIN
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku daxwaza tedawîkirina diranan a hinek girtiyan tên vehêlandin. Hat diyarkirin ku li Kocaeliyê 5 nexweşxane hene lê tenê girtiyek dikare daxwaza randevuyê bike û rapor wiha berdewam kir: “Girtiyên dibin nexweşxaneyê jî muayeneya destkelemçekirî lê tê ferzkirin. Girtiyên li dijî muayeneya destkelemçekirî bi rêya daxwazname û giliyan mafên xwe dipirsin jî di randevuyên de rastî muameleyeke hêj xerabtir tên. Girtiyên tedawiya diran dibin, di qonaxa dawî ya tedawiyê de bi darê zorê sewqî girtîgehên cuda tên kirin.” 
 
TEDAWIYA WAN TÊ ASTENGKIRIN
 
Bi domdarî ev agahî hatin parvekirin: “Yek ji girtiyên tedawiya wî ya diranan nîvco hatiye hiştin jî Neytûllah Bayram e ku ji sala 2010’an heta niha nexweşê ulserê ye û birêkûpêk dermanan bi kar tîne. Bayram, ji bo tedawiya diranan li Amedê amûrên implantê peyda kir. Lê bi hinceta ku peymana nexweşxaneyên li Kocaeliyê bi fîrmaya li Amedê re nîne, nehat qebûlkirin. Bi vê sedemê jî tedawiya wî ya diran nayê kirin. Zêdetirî 2 sal in di devê Bayram de diran tune ne û ji ber ulserê divê birêkûpêk bê tedawîkirin. Lê tevî vê jî ev du sal in kontrolên wî nehatine kirin. Divê Bayram li gorî lîsteya diyetê tevbigere lê jê re xwarinên guncav/taybet nayên temînkirin Mahmut Aba, Ferhat Demîrtaş û Zekî Bayhan jî tevî pirsgirêka diran jî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.” 
 
SERÎ LI WEZARETA DADÊ DA
 
Guneş, têkildarî binpêkirinên behsa xeberê, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) û Wezareta Dadê da. Guneş, di her du serlêdanan de jî xwest ku çavkaniya pirsgirêkan were eşkerekirin û bên çareserkirin. 
 

Sernavên din

11/08/2024
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû
10:55 Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
10:54 Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
10:25 Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
10:13 Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
10:10 Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
09:59 Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye
09:58 Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
09:57 Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
09:49 Ne birîn hatine kewandin ne jî hesab hat pirsîn
09:39 Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
09:38 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye
09:37 Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin!
09:37 Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
09:34 Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin
09:02 Ûrmiye: Divê rewşenbîr û nivîskar têkevin liv û tevgerê
Sefkan: Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye
09:01 Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN
08:38 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran
08/08/2024
23:10 2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin
22:57 Eniya Tirkmenan: Me li ser Kerkûkê bi PDK û ereban re li hev kir
22:43 Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin
22:39 Nobeda li dijî qeyûman didome: Em têkoşîna hevpar bilind bikin
16:22 Li Girtîgeha Mamarayê mirineke biguman
16:03 Di kana madenê ya bêrûxset de hezaz: Karkerek jiyana xwe ji dest da
16:00 Dê 968 dadgehên nû bikevin meriyetê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bîranîn
15:17 Li Cûdî şewat derket
15:16 Rapora Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê: Tedawiyan nîvco dihêlin
14:37 Girtî Erdemcî hate derbkirin
13:48 Di nav tiriyê li nexweşxaneyê hatiye dayin de şeytanok derket
13:39 Cotkaran bi dirûşma ‘Hikûmet îstîfa bike’ çalakî li dar xistin
13:39 Mor Çatiyê rapora ‘jinên penaber’ ji NY’ê re şand
13:13 Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin