Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye

  • rojane
  • 16:18 17 Tebax 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Li Cizîrê sazî û dezgehên ziman û çanda kurdî yên li bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê deklerasyona ji bo xebatên zimanê kurdî eşkere kirin. Di deklerasyonê de hat destnîşankirin ku têkoşîn û parastina zimanê kurdî wê were berfirehkirin û bang li partî, şaredarî û saziyên sivîl hat kirin ku ji bo zimanê kurdî dest bi seferberiyê bikin.     

Sazî û dezgehên zimanê kurdî yên li bajarên bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyeyê li Parka Birca Belek a navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo xebatên ziman dê dest pê bikin û dijî zextên li ser ziman, deklarasyon eşkere kirin. Nûnerên saziyên ziman, rêveberên, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Şirnexê, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Girsê pankarta ku li ser, "Em kurd in zimanê me kurdî ye, em ê kurdî bijîn" dinivisî û dovîzên, "Zimanê me hebûna me ye", "Zimanê me rûmeta me ye", dinivisî hilgirtin. Girse li ber deriyê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek heta cihê daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmeya, "Zimanê me hebûna me ye" meşiya.    Metna daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil ve hat xwendin. 
 
Metna daxuyaniyê wiha ye: 
 
“Di roja me de tevahiya cîhanê ji gelek aliyan ve di nava aloziyeke mezin de ye. Hêzên sermayedar û hegomonîk ên modernîteya kapîtalîst û hevkarên wan ên herêmî ji bo desthilatdarî û daxwazên xwe yên berjewendîperest pêşeroja mirovahiyê dixin xetereyeke mezin. Şerê cîhanê yê sêyemîn li gelek cihan û bi awayên cuda berdewam dike û her ku diçe li gelek cihan belav dibe.
 
TECRÎDÊ RAKIN Û RÊYA DIYALOGÊ VEKIN 
 
Birêz Abdullah Ocalan bi xeta sêyemîn a ku wek Pergala Moderniteya Demokratîk û Pergala Neteweya Demokratîk bi nav dike li derveyî şer ji bo mirovahiyê wek rêya çareseriyê bi pêş dixe. Lê mixabin ev sê sal in birêz Ocalan di nava tecrîdeke girankirî de ye û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ev rewş tenê bi serê xwe binpêkirina maf û zagonanên mirovahiyê ne. Tecrîda li ser birêz Ocalan di rastiya xwe de tecrîda li ser nirxên neteweya kurd û mirovahiyê ye. Fikrên rêzdar Ocalan ji bo çareserkirina pisgirêkên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê gelek girîng in. Ji ber van sedeman hewce ye ku demildest dawî li tecrîdê bê anîn û rêya diyalogê bê vekirin.
 
ÊRIŞÊN LI SER ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ
 
Lê li şûna diyalogê, desthilatdariya faşîzane ya Tirkiyeyê, ji her alî ve û bênavber li ser neteweya kurd û hemû nirxên wê yên dîrokî, xwebûnî, neteweyî, civakî û çandî her cure polîtîkayên tunehesibandin, dorpêçkirin, koçberkirin, mişextkirin, girtin, hefskirin, pişaftin, helandin û tevkujiyê dimeşîne. Bi taybetî di serî de li ser jinan li ser hemû gelê kurd ê azadîxwaz qirkirina fîzîkî û çandî pêk tîne. Di van demên dawiyê de li dijî ziman, çand û huner, govend û stranên kurdî zext, êriş, girtin û nêzîkatiyên gelek hovane pêk tên armanc, ast û awayê êrişên li ser zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd bi rengekî şênber radixe ber çavan. Dewleta Tirk hewl dide ku zimanê kurdî ji civakê dûr bixe, dorpêç bike, bixe nava qefesan, bibişivîne, bihelîne û di nava demê de ji holê rake.
 
‘ZIMAN LAŞ E LI LAŞÊ XWE XWEDÎ DERKEVE’
 
Ziman hêmaneke bingehîn a mirov, civak û neteweyan e. Bi qasî jiyanê, bi qasî nan û avê pîroz hewce û jêneger e. Di pirtûkên pîroz de jî wek ayeta xweda hatiye binavkirin. Bîr û bingeh, afirînerî û daneheva civakan û mirovahiyê ye. Nirxên her gel û neteweyekê di zimanê wan de kom bûne. Ji ber vê yekê ye ku ziman mak û çavkaniya dîrok, wêje, huner, çand û nasnameyê ye. Helbet hemû nirxên gel, civak û neteweyekê bi rêya zimanê wan vediguhezin nifşên siberojê. Ji ber vê ziman çawa ku paşeroj û niha ye, di heman demê de pêşeroj e jî. Rêzdar Ocalan destnîşan dike bi asta pêşketina civakê bi asta pêşketina zimanê wê ve têkildar û gotina xwe ya ‘ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin’ bi taybetî balê dikişine ser girîngiya zimanê dayikê. Belê ziman jiyan bi xwe ye. Ji ber vê yeke, êrişên li dijî zimên sûcê mirovahiyê ye. Ji bo me neteweya kurd jî ev rastî rastiyeke bingehîn û jêneger e.
 
PARASTINA ZIMAN
 
Zimanê kurdî nirxekî herî qedîm, bingehîn û bêhempa yê me kurdan û mirovahiyê ye. Ji bo gelek ziman û çandên neteweyên din bûye çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê parastin û pêşvebirina zimanê kurdî di serî de kurd peywir û berpirsyariya hemû mirovahiyê ye. Zimanê kurdî çawa ku bi hezaran salan neteweya kurd li ser piyan girtiye û hemû nirxên wê heta îro aniye, neteweya kurd jî bi hezaran sal in bi canbexşî, lehengî û berdêlên mezin zimanê kurdî parastiye û heta îr anîye. Bi taybetî têkoşîna kurdan a dîrokî ya van 50 salên dawiyê nehêlaye ku polîtîkayên pişaftin, helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî bi ser bikeve û zimanê kurdî parastiye.
 
ZIMANÊ KURDÎ XET Û PÎVAN E
 
Divê her kes baş bizane ku zimanê kurdî xet û pîvana herî sereke ya hemû neteweya kurd e û li cîhanê hemû zimanên xwedî statu xwedî kîjan mafan bin zimanê kurdî jî divê xwedî wan mafan be. Wek hemû gel û neteweyan, heta dawiyê mafê gel û neteweya kurd jî ye ku her dem û li her derê ku jiyan lê heye zimanê xwe bi kar bîne û bi zimanê xwe bijî; bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û bi zimanê xwe her awayê xizmetê bibîne. Helbet ji bo vê jî divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statu.
 
SEFERBERIYA BO ZIMAN
 
Ji bo pêkhatina vê yekê em kurd dê ji niha pê ve ji her demê zêdetir her kêliyê û li her derê, li dijî her cureyê kurdîkujiyê, di zimanê kurdî de û di jiyana bi zimanê kurdî de bi israr bin; em ê di her şert û mercan de, her dem û li her derê li dijî hemû êrişên li ser kurdî û li dijî hemû cureyên kurdîkujiyê bi awayekî şênber bisekinin; têkoşîna xwe ya parastin û pêşxistina zimanê kurdî bi hiş û giyanê seferberiyê li her derê bilindtir û kûrtir bikin.
 
Di vê çarçoveyê de;
 
* Em ê têkoşîn û xebatên hişmendiya zimanê kurdî bi gelek rê û rêbazên dewlemend û afirîner li her cihekî ku kurd lê dijîn belav bikin; ji bo vê civîn, panel, semîner, form, atolye, şahî, mîhrîcan, sempozyûm, komxebat û konferansên xwecihî, herêmî û giştî, daxuyaniyên girseyî yên çapemeniyê, meş, mîtîng û gelek bernameyên din ên demokratîk ên derbarê zimanê kurdî de li dar bixin. 
 
* Em ê li dijî her cureyê pişaftinê; ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê bazarê, siyasetê, zimanê saziyên kurd û zimanê her qada jiyanê têkoşîn û xebatên xweser û giştî bimeşînin.
 
* Em ê bi rêya bi sed hezaran belavok, pankart, dowîz û bîlbordên bi kurdî hişmendiya zimanê kurdî, di nava siyasetmedar, nivîskar, hunermend, sazî, karsaz, pîşesaz, karmend, karker, hemû derdorên din ên kurd de û gelê kurd de belav bikin. 
 
* Em ê li park, meydan, tax û gundan şahî û bernameyên axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî, helbestxwendin, strangotin û govendgerandina bi cil û bergên kurdî li dar bixin. 
 
* Em ê bi armanca ku her maleke kurdan bibe dibistaneke kurdî ya xwezayî, li her mezra, gund, kolan û taxan hevdîtinên rû bi rû bikin, civînan li dar bixin û dîwan, kom û civatên zimanê kurdî pêk bînin, li bajarok, navçe û bajaran komele û saziyên zimanê kurdî ava bikin.
 
* Em ê li her derê ji bo zarok, jin, ciwan û hemû beşên civakê atolyeyên hişmendî û hînkirina zimanê kurdî li dar bixin.
 
* Em ê li ser qada dijîtal têkoşîn û xebatên şênber û domdar ên xweser û girseyî yên derbarê zimanê kurdî de bimeşînin. 
 
* Em ê di gelek mijaran de kurtevideoyên li ser zimanê kurdî saz bikin û li ser qada dijîtal belav bikin, zimanê kurdî her dem bixin rojevê.
 
* Em ê ji bo pêkhatina daxwazên gelê kurd ên perwerdehiya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî û statuzebûna zimanê kurdî bi xebatên cur bi cur têkoşîneke civakî ya demokratik bimeşînin.
 
* Ji bo ku hemû partiyên siyasî, şaredarî, sendika, platform, sazî, dezgeh û hemû derdorên civakî, aborî, hunerî, çandî, rewşenbîrî, nivîskarî, pîşeyî yên jin, ciwan û giştî yên kurd, welatparêz, şoreşger, demokratîk û civakparêz strateji, polîtîka, plansazî û karnameyên xwe yên navxweyî û civakî yên derbarê parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de bi awayekî zelal ji raya giştî re deklere bikin, ji bo kar û xebatên zimanê kurdî, xebatkar û budçeyê veqetînin em ê di nava hewldanên şênber, domdar û encamgir de bin, bi wan re di nava têkilî û hevkariyê de bin, bi hev re gelek kar û xebatên kurdî bimeşînin.
 
* Ji bo ku li dijî hemû zext, dorpêçkirin, tecrîd, êriş, qedexe û kiryarên pişavker ên li ser zimanê kurdî ji holê bên rakirin, em ê bi rengekî demokratîk li ser bingeha nirxên mirovahiyê û zagonên navneteweyî li her qadê têkoşîna xwe ya parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilind bikin; bi rê û rêbazên dîplomasiya navxweyî û navneteweyî têkoşîn û xebatên zimanê kurdî li her derê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Ewropayê û cîhanê belav bikin, gur û geş bikin. 
 
BANGA LI PARTÎ, ŞAREDARÎ Û SAZIYÊN SIVÎL HAT KIRIN
 
Li ser vê bingehê em wek saziyên zimanê kurdî bang û gazî li hemû partiyên siyasî, şaredarî, sendika, platform, sazî, dezgeh û hemû derdorên civakî, aborî, hunerî, çandî, rewşenbîrî, nivîskarî, pîşeyî yên jin, ciwan û giştî yên kurd, welatparêz, şoreşger, demokratîk û civakparêz û bi taybetî jî bang û gazî li hemû gelê xwe yê azadîxwaz dikin ku, ji heft salî heta heftê salî, bi hiş û giyanê seferberiyê em bi hemû aliyên xwe yên xweser û hevpar, bi hemû hêza xwe, bi rengekî herî çalak, şênber, bi rê û rêbaz, alav û amûrên nûjenkirî û afirîner di asta herî pêşeng û jor de, her dem û li her derê têkoşîn, kar û xebatên xwe yên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilind, berfireh, xurt û kûr bikin; her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngeha kurdî; em hemû kurd zimanê kurdî hîn bibin, hîn bikin, bidin hînkirin; em her kurdek xwe bigihînin asta perwerdekar û mamostetiya zimanê kurdî; her dem û li her derê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn û govenda zimanê kurdî li her derê xweş û geş bikin, ala zimanê kurdî li her derê bi serfirazî bilind bikin. 
 
Zimanê Kurdî, Rûmet, Hebûn, Xwebûn û Nasnameya me ye! Bijî Zimanê Kurdî! Bijî Têkoşîna Zimanê Kurdî!” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, "Zimanê me hebûna me yê” û “Zimanê me rûmeta me ye" û gerandina govendê bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

21/08/2024
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin