Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê

  • rojane
  • 11:35 19 Tebax 2024
  • |

ENQERE - Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê axivî. Dogan anî ziman ku hikûmetê tundiya li kolanan xistiye nava meclisê û bi tundiyê hebûna xwe berdewam dike. 

 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê axivî. Ayşegul Dogan ewil berteka xwe ya li dijî tundiya li ser ziman û çandê anî ziman û wiha got: “Ji ber tundiya li ser ziman, huner û çanda kurdî ez ê bi kurdî dest pê bikim. Rewşên awarte hin caran daxuyaniyên awarte tîne rojevê. Lê  li Tirkiyeyê her tim rewşa awarte heye.” 
 
TUNDÎ JI KOLANÊ DERBASÎ MECLISÊ BÛYE
 
Ayşegul Dogan, li ser sedema rewşa Rewşa Awarte rawestiya û wiha got: “Hûn jî dişopînin. Tundî êdî ji kolanê derbasî meclisê û ji meclîsê derbasî kolan bûye. Ji girtîgehan derbasî salonên dawete bûye. Dixwazin tundiyê bikin parçeyekî jiyanê û ji rêzê. Dixwazin li dijî tundiyê îtîraz neyên kirin û lehengan ava bikin. Desthilat dixwaze tundiyê li hemû qadên jiyanê belav bike û hebûna xwe li ser tundiyê ava bike. Vê çawa çêdike. Bi rageşî, nijadperestî, berberiyê pêş dixe. Berberî û rikberiyê zindî dike. Senaryoyan ava dike. Li ser elewiyan, ermeniyan, karker, rojnameger, jinan û pîşeyên din pêş dixe. Li diji hemû kesên ku muxalefetê dike, tundiyê pêk tîne. Mudaxaleyî govendan dike. Nivîsên 'Pêşî Peya' şev nîvê şevê mesai dikin û jê dibin.” 
 
DESTHILAT BI AWAYEKÎ AŞKERE DIJMINATIYA GELÊ KURD DIKE
 
Ayşegul Dogan bal kişand ser dijminantiya desthilatê ya li diji gelê kurd û wiha pêde çû: “Me berê jî gotibû. Dijminantiya kurdan dikin. Lê hikûmet êdî vê yekê venaşêre. Aşkere dijminantiyê dike. Dixwaze dawetên li herêmê bi destûrê ve girê bide. Cendirme, qeymeqam, walî eger berê destûr bide dikarin dawetê xwe çebikin. Eger ne li gorî pîvanên wan û daxwazê wan be, destûr nedin welatiyan. Welatî nikarin dawetê xwe bikin.” 
Axaftina kurdî qedexe dikin
 
Dogan, bal kişand ser politikaya desthilatê ya li dijî zimanê kurdî û ev agahî dan: “Serokkomar Erdogan pir dibêje. Dibêje me meseleya kurd çareser kir.  Pesnê xwe dide û dibêje ‘Dayik êdî li girtîgehan dikarin bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Pesnê xwe dide û lê zêde dike. Dibêje ‘Ev pêşketin di serdema vê desthilatê de pêk hat. Bi dehan caran pesnê xwe da. Lê niha çi dike. Dayikên ku qet bi tirkî nizanin, destûr nade ku bi zarokên xwe yên girtî re bi kurdî biaxeve. Vê yekê jî bi krîza hiqûqî diparêze. Mînakê vê yekê li Girtîgeha Şirnexê pêş ket. Malbatên girtiyan ji ber bi telefonê bi xizmên xwe yên girtî re bi kurdî axivîn, axaftina wan hat astengkirin. Malbatan serî li me didin. Ez wekî parlamentera Şirnexê bi Midûrê Girtîgeha Şirnexê re li ser ve meseleyê axivîm. Têkildarî vê astengî û qedexeyê ji min re qala Rêziknameya 5275’an dike. Bi hişyariya nivîskî qedexe dike. Dibêje bila îspat bikin ku bi tirkî nizanin. Ev li Şirnexê pêk tê. Li şirnexê ji sedî 90 bi kurdî diaxive. Li vir şertê nivîskî ku bi tirkî nizane dixwaze.” 
 
LIJNEYA GIRTÎGEHÊ BÛYE DADGEH
 
Dogan bal kişand ser nêzîkatiya Lijneyên Çavdêriyê yên Girtîgehan û wiha pêde çû: “Dîsa mijarek din heye. Li gel dadgehê dadgehek din ava kirine. Ev jî Lijneyên Çavdêrî û Rêvberiyê ye. Ev lîjne bi keyfî azadiya girtiyan asteng dike. Ev lijne bi zanebûn û keyfî berdana girtiyan asteng dike.” 
 
STRANÊN KURDÎ WEKE SÛC DIBÎNIN
 
Dogan bal kişand ser hincetên binçavkirinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa mijara binçavkirin û girtinan jî balkêş e. Hincetên pir balkêş nîşan didin. Govend, dirûşmeyên di govendan de berz dikin. Stranên ku di govendê de digerin hincet nîşan didin. Kesên xwe wekî nûnerên dewletê dibînin van dirûşm, stranan hincet nişan dide. Em vê yekê ji nirxandina gel re berdidin. Kesên di nîşan, dawet û şahidan de tên cem hev çima desthilatê ditirsîne. Ev tirsa wan nîşanî me dide ku ev desthilat hatiye dawiya çîrokek zelûl.” 
 
LI SER MEDYAYA DÎJÎTAL KURDAN DIKIN HEDEF
 
Dogan helwesta Wezîrê Ragihandinê ya li diji kurdan jî rexne kir û got: “Ev hewldana dijminantiya kurdan a desthilatê tenê bi van pratîkan bi sînor namîne. Em dibînin ku li ser medyayê jî sansurê pêş dixin. Gelek hincetan nîşan didin. Weki meseleya govendê hincetan ava dikin. Em qala tiwîtter/X bikin. Ev platforma ku li gorî daneyên meha Nîsanê nêzî 20 milyon dişopîne em qala wê dikin. Di platforemk wisa de çi dikin? Wezîre Ragihandinê duh parvekirinek kiribû. Em qala desthilata ku bi salan e ji bo SÎHA û ÎHA’yê pereyan xerç dike, dikin. Ji Mêrdînê heta Îzmirê daristan dişewitin. Lê mixabin balafirên ku agir vedimirînin û bi şevê karibin mudaxale bikin tune ne. Naxwazin vê rastiyê lêpirsin bikin. Yên ku vê rastiyê lêpirsîn dikin jî wan asteng dikin. Yên der barê vê mijarê de pirsan dikin, dengê wan tê qutkirin. Lê ya tê xwestin li ser medya belav bikin? Dema agir li Rojavayê Tirkiyeyê bi daristanê dikeve, rêveberên DEM partiyê an jî raste rast kurdan dikin hedef. Kurdên li Ege, Marmara, Derya Spî û Anatoliya Navîn dijîn ji ber van şewatên daristanan raste rast dibin hedef. Wekî berberpirsiyariya şewata daristanan nîşan didin. Ji bo ser sûcê xwe veşêrin şewatê bi DEM partiyê ve girêdidin. Niha hilbijêrên DEM partiyê li ser hesabê medya tijidal dikin hedef.” 
 
DEM PARTÎ ÊŞA HER ZINDÎ HÎS DIKE
 
Dogan bal kişand ser şewata daristanan û wiha domand: “Di şewatan de hedefa partiya me ya esasî bijî û bide jiyandin e. Partiya me bi şewata her zindîyî êşê dijî û vê êşa her zindî hîs dike û li gorî wê li dijî şewatê derdikeve. Em dixwazin qada darazê kesên vê rastiye berovajî dikin darizîne û hesap ji wan bipirse. Partiya me û hilbijêrên me li ser hesabên medya dijîtal hedef tên nişandan. Em dixwazin yên li dijî vê yekê bedeng dimînin êdî bêdeng neminin. Em dixwazin wezîrê karên hundir û rayedarên hikûmetê erka xwe pêk bînin.” 
 
‘EM NAYÊN VÊ LÎSTIKÊ’ 
 
Dogan herî dawî bal kişand ser girtina Can Atalay û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em vê lîstikê û gefê dibînin û dizanin. Em ê neyên vê lîstikê. Em ji mijara tundiya ku ji kolanan derbasî meclisê û ji meclisê derbasî kolanê bû, berdewam bikin. Mijara Can Atalay hat axaftin. Divê Can Atalay li meclise be. Divê cihê wî ne girtîgeh be. Em her tim vê yekê tînin ziman. Her kes vê yekê dibêje. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan dibêjin. Destûra Bingehîn der barê Can Atalayê biryar da. Lê dadgehê got ‘Ez biryara Destûra Bingehîn nas nakim’. Dawiya dawi li meclisê wekîltiya Can Atalay xistin. Destûra Bingehîn herî dawî da zanîn ku li gorî DMME’ê divê Can Atalay dîsa wekî wekîl berdewam bike.” 
 
 
 

Sernavên din

21/08/2024
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin