Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike

  • rojane
  • 10:01 20 Tebax 2024
  • |
img

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî geşedanên mehên gulan, hezîran û tîrmehê yên 2024’an serî li CPT’iyê da. Buroyê diyar kir ku prosedura ji bo Îmraliyê nayê bicihanîn ji bo Azerbaycanê hatiye bicihanîn û xwest bi lezgînî serdanek ad hoc ango xweser li Îmraliyê pêk bîne. 

 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîdkirin û agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan carek din serî li Komîteya Pêşîlêgeritina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Buroya Hiqûqê di serlêdana xwe de cih da geşedanên mehên gulan, hezîran û tîrmehê yên 2024’an der barê Abdullah Ocalan, û her sê girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş.    
 
36 SERLÊDAN BÊBERSIV HATIN HIŞTIN 
 
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di navbera 1’ê gulanê û 30’yê tîrmehê de 24 serlêdanên parêzeran û 12 serlêdanên malbatê bi giştî 36 serlêdan hatine kirin, lê hemû serlêdan bêbersiv hatine hiştin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de tu name negihîştine parêzeran û aqûbeta 4 nameyên ji Îmraliyê re hatine şandin jî ne diyar e û der barê mafên telefonê de jî tu pêşketin çênebûne.    
 
CEZAYÊ NÛ YÊ DISIPLÎNÊ 
 
Hate diyarkirin ku ji 14’ê îlona 2018’an û vir ve serlêdanên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran bi hinceta “cezayên disiplînê” herî kêm 23 caran hatine astengkirin. Di raporê de hat bibîrxistin ku di 4'ê tîrmehê de beriya ku "cezayê disiplînê" yê dawî ya 12'ê nîsana 2024'an bi dawî bibe di 4'ê tîrmehê de "cezayê disiplînê" yê nû ji bo 3 mehan hat dayîn û hat destnîşankirin ku pêvajoya navborî ji parêzeran bi dizî hatiye kirin û bi awayek li dijî qanûnê hatiye teqezkirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di 3’yê gulana 2024’an de ji aliyê Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ve biryara qedexekirinê ya nû hatiye dayîn. Ev biryara qedexeyê jî di 14’ê gulanê de bi awayek li dijî qanûnê hatiye teqezkirin.    
 
RÎSKA ERDHEJÊ Û ÇALAKIYÊN LI GIRTÎGEHAN 
 
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di nav 3 mehên navborî de li Behra Marmarayê 3 erdhejên cuda rû dane, lê ji ber qedexeyên hevdîtina parêzer û malbatan bêbersiv mane fikarên raya giştî ya der barê Îmraliyê de zêde bûne. Her wiha di serlêdanê de hate diyarkirin ku grevên birçîbûnê ya di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji Pirsgirêka Kurd e Çareseriya Demokratîk” li girtîgehan hatibûn destpêkirin ji ber ku daxwaza girtiyan bêbersiv hat hiştin, çalakî di 4’ê tîrmeha 2024’an hat bidawî kirin. Hat gotin ku bêbersiv hiştina serlêdan û daxwaza girtiyan rê li ber zerarên ku vegera wê tine ye tê vekirin. Di serlêdanê de hat gotin, "Ji bo ku encamên wiha giran dernekevin holê bêyî ku dem were windakirin divê ku hemû berpirsiyariyên pêwîst werin cîbicîkirin.”    
 
HEWLDANÊN NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYΠ
 
Di berdewamiya serlêdanê de hat gotin ku hewldanên saziyên neteweyî û navneteweyî yên di nava 3 mehan de li dijî berdewamiya agahî negirtina ji Îmraliyê jî bêbersiv mane û hat gotin ev yek rewşa xemsariya ji bo Îmraliyê nîşan dide. Di serlêdanê de biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên der barê tecrîdê de jî hatin bibîrxistin. 
 
BIRYARA BO AZERBAYCANÊ 
 
Di serlêdanê de wezîfeyên CPT’yê yên tespît û pêşîlêgirtinê-tevdîrê jî hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Her çiqas CPT li Îmraliyê hevdîtinan dike jî der barê rewşa birêz Ocalan de tu agahiyan nade. Ev ji 40 mehî zêdetir e ji birêz Ocalan û girtiyên cem wî agahî nayê girtin. Têkiliya wan bi malbat, parêzer û cîhanê re hatiye qutkirin. Bi taybetî prosedura ku dix ala 10/2’yan a Komîteya we de cih digire nayê bicihanîn. Lê prosedur ji bo Azerbaycanê hatiye bicihanîn. Ji ber ku rapora we ya 2022’yan nayê eşkerekirin, rejîma îşkenceya sîstematîk a li Îmraliyê didome.” 
 
Di serlêdanê de bang li CPT hate kirin ku li dijî şert û mercên awarte yên li Îmraliyê dest ji helwesta xwe ya pêvajoyên asayî berde û pêvajoyên têkildarî şert û mercên miameleya xerab û rewşa "nepeywendiyê (incommunicado)" ji holê rake.
 
DAXWAZÊN DI SERLÊDANÊ DE 
 
Parêzeran di serlêdanê de ev daxwaz kirin:
 
“* Ji ber ku şert û mercên heyî yên li Îmraliyê ji serdana we ya dawî ya 22'yê Îlona 2022'yan û vir ve di nava nezelaliyê de dewam dikin û her ku diçe tundtir dibin û di nava 2 salan de şert û merc gihiştine asteke nû, bi awayekî ad hoc (xweser) divê bi lezgîn serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin. 
 
* Ji bo ku şert û mercên niha yên serlêderan li gorî bi rûmeta mirovî re hevaheng bin, ji bo pêkanîna hemî mafên ragihandinê yên ku dê peywendiyên wan bi cîhana derve re misoger bike û biparêze, nemaze serdanên parêzer û malbatê, bi cih bîne û bi dawî anîna qedexeyên sîstematîk ên neqanûnî, divê hemû hewldanên pêwîst bên kirin. 
 
* Ji bo pêşîlêgirtina îşkence, miameleya dermirovî û xerab û jiholêrakirina rewşa incommunicadoyê, divê tevdîrên pêwîst bên girtin û em dixwazin prosedurên di xala 10/2’yemîn a Peymanê de hatiye destnîşankirin bikevin meriyetê.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

21/08/2024
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin