Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin

  • rojane
  • 12:54 20 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nûçeyeke ku Kovara Private Eye ya ingilîzan amadekiriye de malbata Barzanî bi gotinên “Rêxistineke mafyayê ku berîkên xwe tejî dike” hate pênasekirin. 
 
Kovara Private Eye ku bûyerên rojane yên Îngilistanê digire dest, têkildarî malbata Barzanî ya rêveberiya Herêma Kurdistana Federe di destê xwe de digire di 14’ê tebaxê de nûçeyek parve kir. Kovarê di nûçeyê de malbata Barzanî bi gotinên “Rêxistineke mafyayê ku berîkên xwe tejî dike” pênase kir.
 
‘HERÎKÎNA PEREYAN BI LEZ DEST PÊ KIR’ 
 
Kovarê di nûçeya xwe de wiha got: “Di encama peymana navbera hêzên mêtinger de kurdên li Rojhilata Navîn ji malên xwe bêpar hatin hiştin, ji ber zor û zehmetiyên di nava sed salên dawî de li ber xwe dan, gelek mirov sûcdar kirin. Lê di rastiyê de çavkaniya van pirsgirêkan car caran pir nêzîktir bû.  Di sala 1946’an de Mistefa Barzanî Partiya Demokrat a Kurdistanê damezrand û ji wê demê ve navê wî û malbata wî di çarenûsa Kurdistana Iraqê de roleke diyarker lîstiye. Bi salan e ku kurd ji ber ku ji nedîtî ve tên gilî û gazinan dikin. Lê rastiya ku ew ji nedîtî ve hatin, encamên ji ya ku ew difikirin pir xirabtir bûn. Di sala 2014’an de ji bo demeke kurt Kurdistan di rojeva navneteweyî de cihekî girîng bi dest xist. Di dema belavbûna bi lez a DAIŞ'ê ya li Iraqê de li dijî vê rêxistina terorê li ber xwe da. Hêzên taybet ên Amerîkayê û pêşmergeyan bi gerîla re ji nêz ve xebitîn. Dema şer hate qezenckirin jî herikîna pereyan bi lez û bez dest pê kir.”
 
DESTNÎŞANKIRINA RÊXISTINA MAFYAYÊ 
 
Di nûçeyê de bal hate kişandin ku referandûma serxwebûnê ya malbata Barzanî ya di sala 2017’an de li Herêma Kurdistanê hate kirin xebateke lobiyê bû û ev tişt hatin gotin: “Kesên ku lobî kirin ji her kesî re gotin ku Kurdistanek serbixwe dikare li herêmek bêîstiqrar bibe sembola aram û aştiyê. Lê rastî ew bû ku malbata Barzanî ji serkêşiya tevgereke azadiyê ya ku her diçe serkeftîtir dibe derbasî serokê rêxistineke mafyayê bû bi tejîkirina berîkên xwe mijûl dibû. 
 
Piştî referanduma serxwebûnê nelirêtî zêde bû û malbata Barzanî bi rêya xaniyên şanedar û milkên fîşal ên bi sed hezaran dolarî mal û milkên xwe yên qirêj li Amerîkayê veşartin. Tevî dewlemendiya xwe ya mezin a petrolê ku mehê carekê bi qasî 1 milyar dolar anîn jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê ev 10 sal in nikare mûçeyên karmend û teqawîtên xwe bide.”
 
SEXTEKARIYA ŞÎRKETA TELEKOMUNÎKASYONÊ
 
Kovarê behsa geşedanên Herêma Kurdistanê yên piştî nedayîna mûçeyan jî kir û wiha got: “Dema ku mamosteyan di cotmeha 2023’yan de nekarîn mûçeyên xwe wergirin, dest bi greva ku 4 mehan domiya kirin. Pişt re bijîjk û hemşire tev li grevê bûn. Pisporan girêdana Kurdistanê ya bi petrolê weke çavkaniya van pirsgirêkan nîşan dan. Her wiha nelirêtiyeke ku malbata Barzanî bi rêya şîrketa Telekomunîkasyonê ya Korekê pêk tîne heye. Di sala 2023’yan de li Londonê desteya dadweriye ya bazirganiyê biryar dabû ku biraziyê serokê berê û pismamê serokê niha Sîrwan Barzanî Şîrketa Telekomê ya Irakê ku şîrketa Orange ya telekomê ya fransiyan û Agility Public Warehousing Company ya kuweytiyan hevkarên wê ne, xapandiye.” 
 
SERMAYEYA JI NELIRÊTIYAN HATIYE BIDESTXISTIN 
 
Kovarê di berdewama nûçeya xwe ev tişt gotin: “Malbata Barzanî bi nelirêtiyên bi dest xistî bi sermayayê re lobiyên xwe didomînin û derdora xwe berfireh dikin. Tevî van hemû skandalan jî malbata Barzanî di nava derdorên xurt de dostaniya xwe didomîne. Di meha Hezîranê de Şaredarê Londonê ji bo hikumeta Herêma Kurdistanê di civîna Konseya Kar a Iraq û Brîtanyayê de civîna razemeniyê li dar bixe xalîçeya sor raxist. Lê belê hewldanên malbata Barzanî yên ji bo kêfxweşkirina rûspiyên Londonê bi cih nehat.”
 
 

Sernavên din

11/10/2024
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin