Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin

  • rojane
  • 12:56 20 Tebax 2024
  • |
ENQERE - Emîne Şenyaşar a ku nobeta xwe ya edaletê bir ber Serokatiya Meclisê, bang li Serokkomarê AKP’yî Erdogan kir û got: “Heke hewce bike ez ê li Meclisê rakevim.” 
 
Parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê beriya hilbijartina giştî, êrişî dikana malbata Şenyaşar kirin. Êrişê heta ber nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê berdewam kir. Di êrişê de Haci Esvet Şenyaşar û du lawên xwe hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ku ev demek bû navber dabûn nobeta xwe ya edaletê, vê carê nobeta xwe birin ber Serokatiya Meclisê û ji nû ve dan destpêkirin. Beriya çalakiyê malbata Şenyaşar li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
‘WE MALA MIN XERA KIR’ 
 
Emîne Şenyaşar di civîna çapemeniyê de axivî û bi bîr xist ku 6 sal in ji bo edaletê têdikoşin. Şenyaşar bang li Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan kir û got: “Heke hewce bike ez ê li Meclîsê rakevim. Çima hûn vê zilmê dikin? Zarokên te nînin? We mala min xera kir. We lawê min xist girtîgehê. Hûn çi ji wî dixwazin?” Şenyaşar anî ziman ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê pêwîstiya wê bi emeliyatê heye û got: “Ez dixwazim beriya emeliyatê lawê xwe bibînim. Lawê min berdin. Nizanim emeliyat wê çawa biçe, belkî ez bimirim jî. Ji ber vê yekê ez dixwazim lawê min bê berdan. Ez 6 sal in li ber qesrên edaletê rûdinêm.” 
 
JI MECLISÊ BANG 
 
Parlamenter Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser bêedaletiyên li Tirkiyeyê diqewimin û got ku divê li dijî vê bêedaletiyê helwestek rêxistinkirî bê lipêşxistin. Şenyaşar destnîşan kir ku tu hêzek nikare civakek birêxistinkirî bide seknandin û wiha got: “Ez vê bangê ji kursiyê Meclisê dikim; werin em hemû ji bo edaletê mil bidin milê hev. Dayika min daxwaza xwe ya edaletê gihan hemû cîhanê. Bi salane tenê li ser zimanê wî edalet heye. Gelo kîjan ji we bêedaletiyek wisa li ser dayika xwe qebûl dike?”
 
LI BER SEROKATIYA MECLISÊ ÇALAKÎ HAT DESTPÊKIRIN 
 
Malbata Şenyaşar piştî civîna çapemeniyê derbasî ber Serokatiya Meclisê bû û bi pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet” dest bi çalakiya xwe kir. Emîne Şenyaşar li vir jî bal kişand ser komkujiya li wan hatiye kirin û daxwazên xwe anî ziman. 
 
DAXWAZA HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE 
 
Ferît Şenyaşar jî axivî û destnîşan kir ku aliyek vê dozê jî Serokkomar Erdogan û wiha got: “Ez wek welatiyek vî welatî ji ser kursiyê gel gazî Serokkomar Erdogan dikim; dayikek ku mala wê xera bûye, dixwaze vê bêedaletiya 6 salan ji we re rave bike. Şahidê komkujiyê waliyê berê yê Rihayê Abdullah Erîn e. Niha li Enqereyê li navendê disekine. Dibe ku hûn ji tiştên dayika min ji we re dibêje bawer nakin. Divê teqez Abdullah Erîn jî beşdarî hevdîtina ku bê kirin, bibe. Heta ku ev daxwaza me ya hevdîtinê were qebûlkirin, em ê li ber Serokatiya Meclisê nobetê bigirin.” 

Sernavên din

21/08/2024
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin