Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin

  • rojane
  • 16:37 20 Tebax 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan welatiyên ku ji şewata li Karşiyakayê derket bi bandor bûne guhdar kir, xwest ku taxên zirar dîtine weke herêma afete bê îlankirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û şandeya pê re di çarçoveya serdanên xwe yên li Îzmîrê de serdana welatiyên ku ji şewata daristanê ya li herêma Çiyayê Yamanlar a li navçeya Karşiyakayê bi bandor bûne kirin. Bakirhan ewilî li Taxa Dogançay a girêdayî navçeya Bayrakli ku ewilî ji şewatê bi bandor bû bi Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Zafer Levent Yildir û muxtara taxê re hevdîtin kir. Mûxtara taxê Arzû Nîsan a tiştên qewimîn vegot, daxwaza xwe ya ku herêm weke herêma afete were îlankirin anî ziman. Nîsan, diyar kir ku rast e rast ji şewatê bi bandor bûne û wiha got: “Me ji şaredariyan û rayedaran alîkarî xwest. Piştî ku nehat me dawiyê ji mirovan helalî xwest. Di nava çend deqîqeyan de me karî em ji nava şewatê derkevin.”
 
KOMÎSYON DÊ AVA BIBE
 
Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Zafer Levent Yildir jî diyar kir ku bi awayekî awarte banga civînê li Meclisa Şaredariyê kirine û da zanîn ku dê komîsyonekê ava bikin û hêj tespîta xesarê bi awayekî baş nehatiye kirin. 
 
‘RANT TÊ DÎTIN’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî anî ziman ku şewat di dema xwe de nehatine vemirandin û kezebên Îzmîrê li ber çavan şewitî ne. Akin, destnîşan kir ku dibe bi zanebûn şewat hatibe derxistin û wiha got: “Mirov difikirin ku tê xwestin vê herêmê bikin qada rantê. Bajêr ber bi van deran ve tê û ev der bi nirx bûn.”
 
Bakirhan û kesên pê re pişt re bi Yildir re serdana taxên Onûr û Yamanlar kirin. Şêniyên taxan ji şandeyê re gotin ku li herêma şewatê pirsgirêka ava vexwarinê û ceyranê heye û xwestin pirsgirêk bên çareserkirin. Bakirhan ê guhdariya welatiyan kir jî destnîşan kir ku divê herêm weke qada afetê bê îlankirin. Şandeyê herî dawî serdana Sîteya Senayiyê ya Ornekkoy a Karşiyakayê kir. 
 
DÊ HEVDÎTINA EKOLOJIYÊ BÊ KIRIN
 
Piştî serdanan Bakirhan û şandeya DEM Partiyê dê li Navenda Çandê ya Îsmet Înonu ya li Kulturparkê saet di 18.00’an de tev li aktîvîteya “Hevdîtina Ekolojiyê” ya dê bê kirin bibin. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/08/2024
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin