Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê

  • rojane
  • 19:46 20 Tebax 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Berdevkê KESK'ê yê Şirnexê Samet Kaya ku di daxuyaniya di çarçoveya çalakiya qirkirina li dijî xwezayê de axivî, bi lêv kir ku talana xwezayê ji qadên jiyanê re xetereyan derdixîne û got: "Em ê li dijî talana xwezayê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Şirnexê di çarçoveya çalakiya ji bo xwezayê ku li Şirnexê hatibû destpêkirin li ber avahiya xwe daxuyanî da. Partî û saziyên sivîl ên giredayî Platforma Kêd û Azadiyê ya Şirnexê, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zeki Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, "Qîrkirina xwezayê rawetînin û dawî li polîtikayên rantê bînin" dinivisî û dovîzên, "Xweza jiyanê", "Xwezayê biparêzê" dinivisî hat hilgirtin. 
 
Beriya daxuyaniyê ciwan li dijî talana xwezayê bi çepik û dirûşiman meşiyan cihê daxuyaniyê. 
 
 
'QADÊN JIYANÊ DI BIN XETERÊ DE NE'
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê berdevkê demê yê KESK'ê yê Şirnexê Samet Kaya ve hat xwendin. Kaya diyar kir ku polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê zerareke mezin daye ekolojiyê û jiyana zindiyan tehdîd dike. Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe:"Li Şirnexê xebatên kana komirê, birîna daran, qirêjiya çavkaniyên avê û ji ber polîtîkayên ewlehiyê tunekirina daristanan ekosîstema herêmê dixe bin xetereyê. Li herêmên Cûdî, Besta, Kureş û Kometê dar ji kok ve hatin hilkirin ku careke din şîn nebin.  Ji holêrakirina daristanan li herêmê ne tenê cihêrengiya jîngehê ji holê radike di heman deme de metirsiyê dide qadên jiyanê yên gelê herêmê. Wêrankirina daristanan krîza avhewayê kûr dike û dibe sedema xirabûna hevsengiya avhewayê ya li herêmê."
 
 
ENCAMA TAXRÎBATA EKOLOJÎK LI SER TENDURISTIYA MIROVAN
 
Kaya encamên wêrankirina ekolojiyê ya li ser tenduristiya mirovan jî wiha ragihand: "*Zêdebûna gemariya hewayê dibe sedema nexweşiyên giran ên nefesê û dil û vaskuler ên wekî asitm, nexweşiya pişikê ya kronik, kansera pişikê û nexweşiyên dil.
 
*Qirêjbûna çavkaniyên ava xwezayî dibe sedema belavbûna nexweşiyên ji avê yên wekî îshal, kolera û tîfoyê.
 
*Ji ber tunekirina jîngehên xwezayî dibe sedem ku heywanên kovî nêzikî wargehên mirovan bibin, nexweşiyên zoonotîk (nexweşiyên ku ji heywanan derbasî mirovan dibin) hêsantir dibe.
 
*Zêdebûna germahiyê, ziwatî, lehî û bûyerên hewayê yên dijwar ên ji ber lezbûna guherîna avhewayê şert û mercên jiyana civakan zehmet dike. Pêlên germê metirsiya krîza dil û felcê zêde dike, lehî û felaketên din ên xwezayî dibin sedema birîndar, mirin û travmayên psîkolojîk. Ji ber wêrankirina qadên jiyanî rê li ber koçberiyê vedike."
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
 
Kaya ji bo wernakirina xwezaya Şirnexê bê rawestandin ev bang li rêyedar û berpirsyaran kir: "Li dijî talan kirina xwezayê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li rayedaran dikin ku bi lezgînî li herêmê rûxandina ekolojiyê ya li Şirnexê rawestînin. Hemû kesên li Şirnexê dijîn ji bo parastina xweza, jiyan û siberoja xwe li dijî vê talanê dengê xwe bilind bikin."
 
Piştrê jî parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Îrmez bi lêv kir ku desthilata AKP'ê li dijî xwezaya Kurdistanê polîtikayên dijminatiyê dimeşîne û  wiha got: "Pêwîste her kes li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind bike. Ji ber qedexeyan gelê me nikarin biçin deştan. Lêbelê her der ji kesên ku xwezayê talan dikin re vekirî ye. Tu qedexe li ser wan nîne. Em vê yekê qebûl nakin. Ev polîtîkaya li hemberî gelê Kurd bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Heta ev polîtîkayên şer ên hikûmetê bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî vê talana xwezayê têkoşîna me wê bidome."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bê xweza jiyan nabe" bi dawî bû. 

Sernavên din

21/08/2024
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin