Dayikên aştiyê hatin bibîranîn: Em ê dest ji doza wan bernedin

img
COLEMÊRG –Dayikên Aştiyê yên ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûbûn Wanê û di vegerê de qeza kiribûn Adalet Safali û Sosin Akçelîk û parêzerên wan Cîhan Akçelîk û Erdal Safali li ser gorên xwe bi girseyî hatin bibîranîn.
 
Dayikên Aştiyê Sosin Akçelîk û Edalet Safali û parêzerên wan Cîhan Akçelîk û Erdal Safali di 22’yê tebaxa 2023’an de ji bo îfadeya dozgeriyê diçin Wanê û di vegerê de  qezayê dikin. Di encama qezayê de Dayikên Aştiyê Sosin Akçelîk, Edalet Safali û parêzer Cîhan Akçelik jiyana xwe ji dest didin. Parêzer Erdal Safali jî bi giranî birîndar dibe û piştî 85 rojan li Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeya Yuzuncu Yilê ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclîsa Dayikên Aştiyê di salvegera mirina wan de Sosin Akçelîk, Cîhan Akçelîk û Erdal Safaliyên gorên wan li Gundê Şahê û Adalet Safali ya gora wê li Gundê Memkawa yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi bîr anîn. Endamên malbata Safali û Akçelîk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevserok û rêveberên DEM Partiyê, Hevşaredarê Geverê Şoreş Dîrî û gelek kes tev li bîranînê bûn.
 
LI SER NAVÊ KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAN KANÎ ÇÊKIRIN
 
Malbatên Akçelîk û Safali ji bo bîranîna kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Gundê Dirbêsan ê li ser rêya bajaroka Bajêrge kaniyek çêkirin. Girse ewilî tev li vekirina kaniyê bûn. Li vir li ser navê şandeyê Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi axivî û da zanîn ku ew kesên jiyana xwe ji dest dane kesên pîroz bûn û ji bo aştiyê têdikoşîn. Mihçi, diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane di dilê wan de hertim dijîn û wiha berdewam kir: “Ev kes ji bo me di vê rêya pîroz de şehîd in. Ji ber vê sîstema qirêj jiyana xwe ji dest dan û xwedê qebûl neke. Ev kanî li ser navê wan hatiye çêkirin. Em ê niha vekirina vê kaniyê pêk bînin. Pîroz be ji bo rihê şehîdan.”
 
‘ME SOZA TEKOŞÎNÊ 40 SAL BERÊ DAYE’
 
Dû re girse derbasî gundê Şahê yê girêdayî bajaroka Bajêrge bûn û li wir Sosin Akçelîk, Cîhan Akçelîk û Erdal Safali li ser gorên wan bi bîr anîn. Ewilî girseyê dûa xwendin û ji bo hemû şehîdên aştiyê deqeyek rêz girtin. Li vir li ser navê malbatê Husret Akçelîk axivî û xêrhatina mêvanan kir. Akçelîk, da zanîn ku wan soza tekoşînê 40 sal berê daye û wiha dirêj kir: “Em careke din li ser van goran soza xwe dûbare dikin ku heta dilopek xwîna me hebe em ê vê tekoşînê bimeşînin. 
 
‘EM Ê DEST JI DOZA WAN BERNEDIN’
 
Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez jî mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku her dû malbat jî gelek bi nirx û qîmet in. Sevmez, da zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane zimanê xwe, axa xwe, dîroka xwe û mafên zarokên xwe dixwestin. Sevmez, ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: “Hevalên me dixwestin li ser axa xwe azad bijîn. Lê me dît ku hiqûqa wan jî kujer e. Gava mesele dibe kurd bi hemû saziyên xwe ve zilmê dikin. Ev dayik û parêzerên me şehîdên azadiyê û aştiyê ne. Em soz didin malbat û gelê xwe ku em ti caran dest ji doza dayikên Sosin û Edalet û parêzer Cîhan û Erdal bernadin. Çi dibe bila bibe dê miraza şehîdên demokrasî, aştî û azadiyê pêk bê. Serê gelê me û Dayikên Aştiyê sax be.”
 
Piştî axaftinan gireyê qûnefîl danîn li ser gorên Akçelîk û Safali û ber bi gundê Memkawa ve bi rê ketin.
 
SOZA MEZINKIRINA TEKOŞÎNÊ DAN
 
Herî dawî girse derbasî gundê Memkawa bûn û li vir jî Dayika Aştiyê Edalet Safali bi bîr anîn. Girseyê ewilî li vir jî ji bo şehidên demokrasiyê deqeyek rêz girt û soza mezinkirina tekoşînê dan. Herî dawî jî qûrnefîl danîn li ser gora Safaliyê û bernameya bîranînê bi dawî bû.
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/08/2024
09:02 Nivîskar û çavdarê siyasetê Osman hilbijartin nirxand: Gel li dijî PDK'ê bi bertek e
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN
24/08/2024
23:45 Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûm: Divê her kes dengê xwe bilind bike
19:21 Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin: Li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin
16:43 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê li dijî êrişan serî netewînin
16:30 Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e
16:20 Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin
16:02 Li Şirnexê 8 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
15:51 ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin
15:10 Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:09 Pêkhateyên Amedsporê: Tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne
14:42 Dewleta tirk li Dihokê jî êrişî wesayîteke sivîlan kir
14:36 Beştaş: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
14:27 Li Stenbolê ji ber govendê binçavkirin: Zarokek hat berdan, 6 kesan dê bibin edliyeyê
14:14 Zarokên Yaşar ê beriya 30 salan hate windakirin: Em bi te serbilind bûn
13:36 Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê êrişa dewleta tirk şermezar kir
13:22 Emîne Şenyaşar beriya emeliyat bibe: Kurê min berdin
12:57 Li Zarokistan a di dema qeyûm de bêfonksiyon hatibû kirin qeydan dest pê kir
12:45 Bavê Hêro Behadîn: Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin
12:41 ROJIN: Hûn nikarin bi êrişan pêşî li rastiyan bigirin
12:14 Girtî Oztekîn bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Sûlûcayê hate kirin
11:46 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê ragihandina heqîqetê bidomînin
11:01 Xizmên Windayan li aqûbeta windayan û li faîlan pirsîn
11:01 Gundê Ewêna li ber xwe dide: Em zilma DEDAŞ’ê û leşkeran qebûl nakin
10:58 Edhem Barzanî: Bi dagirkeriyê ranewestiyan rojnamevanan şehîd dikin
10:23 Heman dadgehê derbarê du serlêdanên cuda de biryarên cuda dan
10:22 Girtî Ferhat Onkol hat sewqkirin û wî xistin hucreyê
09:53 Welatiyên Amedê ji bo çareseriya pirsgirêkan dawa hilbijartina pêşwext kirin
09:52 Ji TJA'yê li dijî şer banga rêxistinkirinê
09:00 Li ber kamerayan lêxistin û gefa kuştinê lê xwarin!
09:00 Girtiyê ku 30 sal in girtî ye salek e nayê berdan: Em têkoşînê bilind bikin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2024'AN
23/08/2024
23:59 Bayindir ji Botanê bang kir: Em ê bi kurdîtiya xwe bi ser bikevin
23:31 Genç piştî 31 salan li warê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:42 Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn hat veşartin
20:39 Ji bo Demîrê mewlûd hat dayîn
20:36 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:33 Bayindir: Taqet di desthilatê de nemaye, serkeftin a gelê kurd e
16:52 DBP: Herêma Kurdistanê bûye sedema kuştina zarokên kurd
16:33 ‘Êrişa li dijî rojnamevanan, terora dewletê ye’
16:32 Ji ciwanan pankarta ‘Jiyan bi kurdî xweş e…’
16:24 MKG’ê û DFG’ê qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin: Bila saziyên navneteweyî peywîra xwe bi cih bînin
15:53 ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafan a 2023’yan eşkere kir: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
15:01 Rêveberê Produksiyona Chatrê: Destek reş ê navxweyî bû sedema şehîdxistina her du rojnamevanan
14:43 Şukru Akbaş piştî 30 salan hat berdan: Têkoşîn berdewam dike
14:42 Têkoşîna Ewênayê DEDAŞ û cendirme dan sekinandin
14:42 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Girtî li erdî radikevin
13:46 Navên rojnamevanên di êrişê de hatin qetilkirin eşkere bû
13:43 Wesayîta hatiye bombebarankirin aydê Şîrketa Çetirê ye
12:35 Xebatên lêgerînê yên Narîna 8 salî didomin
12:34 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Wesayîta rojnamevanan hate bombebarankirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:21 Balafirên şer ên Tirkiyeyê Mawatê bombebaran kirin
10:48 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
10:14 Li ser rêya Kerkuk û Hewlêrê qeza çêbû: 4 kes mirin
10:14 Neteweyên Yekbûyî gendeliyên li Herêma Kurdistanê eşkere kir
10:08 Dr. Polat: Divê li ber vîrusa ‘Sorika Meymûnan’ tevdîr bên girtin
09:49 Namzetbûna Kamala Harrîs bi awayekî fermî hate ragihandin
09:25 Pêkanîna 12’ê Îlonê di dewrê de ye: Li malbata girtî ‘axaftina bi tirkî’ hate ferzkirin
09:21 Jinên li nava zeviyan dixebitin heqê keda xwe nastînin
09:03 Serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter didomin
09:01 Tevî biryara DMME'yê jî seta pirtûkan a Abdullah Ocalan nehat dayîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2024'AN
22/08/2024
23:31 Kişanak a ku di Nobeda Şîşhaneyê de axivî: Ev vîn xwedîlixwederketin e
20:09 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
20:05 Dayikên aştiyê hatin bibîranîn: Em ê dest ji doza wan bernedin
20:01 Karkerê muzîka kurdî guhdar kiriye hate girtin
17:05 Tirkiyeyê gundekî Şarbajêrê bombebaran kir
16:32 Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin
16:26 Laçika kesk û sor û zer a li serê wê sûc hate hesibandin
16:15 Çalakiya Malbata Şenyaşar: Dê bi serokkomar re hevdîtin were plansazîkirin
16:13 Bertekê nîşanî Mansûr Yavaş da: Hûn şaredarê kujerên sewalan in?
15:25 DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê
15:17 Jinan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îranê
14:47 Îtîraz li rapora pisporan a şewatê hate kirin: Tê xwestin ku dosya bê girtin
13:40 DEM Partî di 1’ê Îlonê de li dijî şer û tecrîdê aştîxwazan vexwend qadan
12:40 Li Mêrdînê DEDAŞ’ê bi leşkeran re bi ser bajarok de girtin
12:33 Tirkiyeyê avahiya Asayîşa Qamişlo bombebaran kir
12:14 Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên kurdî derçûn
11:28 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:42 Alimê olê Pênciwênî: Tirkiye êrişên komkujiyê pêk tîne
10:10 Ji bo berdana girtiyê 30 salan astengiya ‘poşmaniyê’!
09:48 Xizmên girtiyan: Heya tecrîd ranebe wê tu tişt çareser nebe
09:44 Xwendinên Azadiyê: Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin
09:43 Ji jinan bertek: Feraseta Bûdak netehemulkirina hevserokatiyê ye
09:42 ‘Ji bo berdanê ne sûc kes girîngtir in’
09:05 Îdianameya govendê hat amadekirin: We govend gerand?
09:02 Li dijî talana ekolojiyê bang kirin: Berê xwe bidin Şirnexê
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2024'AN
21/08/2024
21:17 Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da
21:16 Li Şirnexê çalakiya 'Xwendina azadiyê'
21:12 Malpera Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:30 Êrişa li dijî bijîşk hatiye kirin hate şermezarkirin
16:09 Şenyaşar: Heta ku çalakiya me ya li Meclisê encam bigire dê 24 saetan bidome
16:08 Îlham Ehmed: Divê Hikûmeta Şamê Rêveberiya xweser nas bike
15:37 Ji bo alîkariya hiqûqî ya jinên tundî li wan tê kirin protokol hate îmzekirin
15:04 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Çareserî ne baregehên leşkerî ye, tevgera demokrasiyê ye
14:53 Zilamê jin derb kiriye hate girtin
14:39 Aşxaneya Peyasê hate vekirin
13:34 Li Bosna Hersekê êrişa çekdarî: 3 kes mirin kesek birîndar bû