Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan

  • rojane
  • 16:02 26 Tebax 2024
  • |
ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên dijminane yên AKP’ê û MHP’ê berê xwe bidin Îmraliyê û wiha got: “Fikir, raman, nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û Rojhilata Navîn yekane çare ne.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, di çarçoveya xebatên rêxistinkirinê yên partiya wî dimeşîne de li Îzmîrê bi nûnerên partî û saziyan re civiya. Berdevkê Rêxistinkirinê yê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Vezîr Parlak, Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat, endam û rêveberên DBP’ê û DEM Partiyê beşdar bûn. 
 
Bayindir ê di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, diyar kir ku Herêma Egeyê û Îzmîr ji aliyê têkoşînê ve bajarekî girîng in. Bayindir, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê û çar parçeyê Kurdistanê di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û wiha got: “Dewleta tirk projeyeke nû daniye pêşiya xwe. Bi berdewama Plana Şark Islahatê hewl didin ku ax û zimanê kurdan nebe. Beriya du rojan li Silêmaniyê di encama êrişa SÎHA’yan 2 jin hatin qetilkirin. Em van êrişan şermezar dikin. Di kesayeta hevalên jin de li ber hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di sala 2014’an de Tirkiyeyê ji têkoşîna azadiyê ya kurd û Kurdistanê re şer îlan kir. Ji ber vê yekê desthilata qirker a faşîst, dijminatiya xwe ya ji têkoşîna kurdan re domand.”
 
’50 SAL IN TÊKOŞÎN DIDOME’ 
 
Bayindir, bi lêv kir ku tevî hemû zextan têkoşîn didome û ne tenê li Kurdistanê li hemû cîhanê didome û wiha berdewam kir: “Dayik, jin, ciwan li her qadê têkoşîna xwe didomînin û dîroka qehremantiyê tê nivîsandin. Têkoşîna ku ne tenê li dijî Tirkiyeyê li dijî hemû dewletên hegemon, faşîst, qirker û hêzan re tê birêvebirin 50 sal in li ser piyan e. Ev têkoşîn belavî hemû cîhanê bû, ji bo hemû gelên mazlûm bû çare. Ji Afrîkayê heta Amerîkayê, heta Ewropayê gelên li hemû Rojhilata Navîn aştî û azadiyê dixwazin li têkoşîna azadiyê ya kurdan a li Kurdistanê tê meşandin dinêrin. Çarenûsa vê têkoşînê di destê gelê kurd de ye, ji aliyê bilindkirina têkoşînê ve pratîka ku em deynin holê gelek girîng e. Weke gelê kurd li Îzmîrê, li Tirkiyeyê û li her derê em ê têkoşîna azadî û demokrasiyê bidomînin. Tu hêz, şer û dijminatî kêliyekê jî nikarin gelê kurd ji vê têkoşînê bigirin.”
 
BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ 
 
Bayindir, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku tecrîd amûra herî girîng a desthilata AKP’ê û MHP’ê ya şer e. Bayindir, diyar kir ku divê li dijî tecrîdê bi hemû hêzên xwe ve têbikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro li Tirkiye û Kurdistanê krîzeke siyasal û aborî dijî. Hemû bandorên van krîzan em hemû dijîn. Astengiya herî mezin a li pêş çareseriya van krîzan polîtîkaya tecrîdê ye. Em weke kesên ku van krîzan dijîn, divê ji polîtîkayên şer û dijminatiyê re bêjin ‘na’. Divê em ewilî ji polîtîkayên tecrîdê re dengê xwe derxînin û berê xwe bidin Îmraliyê, berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan. Fikir, raman, nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û Rojhilata Navîn yekane çare ne. Divê hemû kurd ji bo Serok, rizgarî, ax, ziman û hebûna xwe ji van polîtîkayan re dengê xwe derxînin. Heke tecrîd were rakirin dê ji bo Tirkiyeyê jî jiyaneke demokratîk pêkan bibe.”
 
‘ÇARENÛSA ME GIRÊDAYÎ AZADIYA OCALAN E’ 
 
Bayindir, qala rewşa PDK’ê ya bi dewleta tirk re hevkariyê dike jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila baş bizanin ku sed sal in demarên xiyanetê tu encam bi dest nexistin. PDK îro hewl dide bi demara xiyanetê encamekê bi dest bixe. Lê ji Bakur heta Ewropayê kurd dê têkoşîna xwe ya civakeke demokratîk bimeşînin. Gelê kurd girêdayî fikra Ocalan in. Çarenûsa me girêdayî azadiya Ocalan e. Bimre xiyanet bijî serkeftin.”
 
Piştî axaftina Bayindir civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 

Sernavên din

28/08/2024
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî
13:35 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
13:20 Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
13:11 Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
12:17 Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
11:53 Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
10:43 Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
10:31 Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
10:06 Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
09:37 Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
09:02 Karker û cotkar tev bi gazin in
09:01 Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN
08:50 Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket
25/08/2024
21:58 Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
20:02 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket
19:57 Qetilkirina rojnamevanan li Şehbayê bi meşek girseyî hat protestokirin
19:13 Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê
18:39 Li Efrînê 5 welatî hatin revandin
18:23 DEM Partî û Tora Zarokan a Amedê serdana malbata Narîn Guran kirin
17:01 Serdanên şîna ji bo rojnamevan Tara hatiye danîn didomin
17:00 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Çareserî azadiya Birêz Ocalan e
16:22 Li Hezexê 2 ciwan hatin binçavkirin
16:06 Rejîma Îranê kurdek din bi darve kir
15:44 Kovara Jinê bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojîiyê’ derket
15:19 Li Stenbolê rojnamevan dê ji bo Tara û Bahadîn çalakiyê li dar bixin
15:17 Li Endonezyayê lêhî rabû: 11 kes jiyana xwe ji dest dan
14:57 Qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin: Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin!
14:23 DEM Partiyê bi girseyî serdana Selahattîn Genç ê piştî 31 sal û 8 mehan hate berdan kir
13:51 Ukrayna êrişî Rûsyayê kir: 5 kes mirin 12 kes birîndar bûn
12:58 Di ‘Xwendinên Azadiyê’ de hevjiyana azad hate nîqaşkirin
12:28 Şewata li Çewligê derketibû hate vemirandin
12:27 Berteka rêxistinên çapemeniyê: Protokolên rojnamevanan diparêzin tên bipêkirin
11:13 Hêzên Heşdî Şeebî ji Germiyanê vekişiyan
11:03 Îsraîl ji bo 48 saetan Rewşa Awarte îlan kir
10:40 ‘Serpêhatiya wê ya azadiyê ew hêj bedewtir kir!’
10:05 Der barê sergardiyanê ku îşkence li girtiyan kir de lêpirsîn
09:48 42 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin
09:03 Destvala ji bazaran vedigerin
09:03 Banga kir ku demildest şandeyeke serbixwe biçe Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 Nivîskar û çavdarê siyasetê Osman hilbijartin nirxand: Gel li dijî PDK'ê bi bertek e
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN
24/08/2024
23:45 Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûm: Divê her kes dengê xwe bilind bike
19:21 Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin: Li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin
16:43 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê li dijî êrişan serî netewînin
16:30 Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e
16:20 Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin
16:02 Li Şirnexê 8 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
15:51 ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin
15:10 Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:09 Pêkhateyên Amedsporê: Tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne
14:42 Dewleta tirk li Dihokê jî êrişî wesayîteke sivîlan kir
14:36 Beştaş: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e