Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike

  • rojane
  • 09:46 27 Tebax 2024
  • |

ENQERE - Rojnamevan Fréderike Geerdînk diyar kir ku ne ji rojnamevanên kurd be wê gelek rastî neyên bihîstin û got ku Tirkiye bi qetilkirina rojnamevanan sûcê şer dike. 

Di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe, di êrişa balafirên şer ên dewleta tirk de rojnamevan Gulistan Dara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dabûn û 6 rojnameger jî birîndar bûbûn. Rojnamevana Hollandî Fréderike Geerdînkê bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan da û diyar kir ku Tirkiye çendî bêje ew di nava şer de ye jî, lê mafekî wê yê rojnamevanan hedef bigire tune ye. 
 
Geerdînk diyar kir ku divê rojnamevan li gorî hiqûqa navneteweyî bên parastin û got: "Madem Tirkiye dibêje ev şer e, nexwe sûcê şerî kiriye û ev bi her awayî sûc e, hûn nikarin mirovan bikujin. Lê her kes bêdeng e. Siyaset jî bêdeng."
 
Geerdînk her wiha bal kişand ser "peymana ewlehiyê" ya ku di 15'ê Tebaxê de di navbera Enqere û Bexdayê de hatibû îmzekirin. Geerdînk diyar kir ku li bajarên di bin kontrola PDK'ê yên Herêma Kurdistanê de desthilatdariyeke tund a kontrolê ya Tirkiyeyê heye, lê li bajarên ku YNK lê serdest e, rê li ber vê yekê tê girtin û got ku bi peymana ku di navbera Enqere û Bexdayê de hatiye îmzekirin, Bexda dikare mudaxeleyî waliyan bike. Geerdînkê diyar kir ku Îran û Tirkiye demeke dirêj e li herêmê kurdan qir dikin û wiha got: “Ji ber vê yekê ev rewş, ev demeke dirêj e didome. Bêguman peymana ewlehiyê ya li gel Bexdayê metirsiyeke zêde çêdike, lê ev metirsî her tim hebûye."
 
 
Rojnamevan Fréderike Geerdînk
 
ROLA PDK'Ê
 
Geerdînk da zanîn ku PDK di warê siyasî û aborî de girêdayî Tirkiyê ye û got: “Ji ber vê yekê Tirkiye PDK'ê di berîka xwe de dihêle. Ger armanca wan zengîniyeke zêdetir be, dibe ku pir serketî bin. Min tiştek nedîtiye ku nîşan bide ku armanceke wan heye, lê eger armanca wan bidestxistina azadiya Kurdistanê û gelê kurd be, bi eşkereyî ew bi tu awayî nagihên armancên xwe. Lê ez bawer nakim êdî armanca wan ev be. Dibe ku ew di demên berê ên dîrokê de hebûya, lê ev ji zû de winda bûye." 
 
Geerdînk anî ziman ku çavkaniya bêdengiya li hemberî êrişên li ser rojnamevanên kurd ew e ku rojnamevanên kurd baş nayên ravekirin û got: "Di warê 'rojnamevaniya kurd çi ye' şaşiyek heye. Têgihiştineke 'ji rojnamevanan bêtir wekî aktivîstan e, belkî pêwendiya wan bi terorîzmê re jî hebe' heye. PErspeltîfeke din a rojnamevanên kurd jî perspektîfa têkoşînê ye." 
 
Geerdînk wiha got: “Eger ne ji çapemeniya kurd û rojnamevanên kurd bûye, dê ewqas çîrokên ku me nedizanîn hebûna. Wekî Abdurrahman Gok ê ku wêneyên ciwanê li qada Newrozê hat qetilkirin kişand, wê haya me ji dayikên ku cenazeyên zarokên xwe di sindoqan de ji postexaneyê girtin û ji gundiyên ku ji helîkopteran hatin avêtin  çênebûya." 
 

Sernavên din

28/08/2024
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî
13:35 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike
13:20 Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
13:11 Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
12:17 Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
11:53 Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
10:43 Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
10:31 Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
10:06 Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
09:37 Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
09:02 Karker û cotkar tev bi gazin in
09:01 Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2024'AN
08:50 Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket
25/08/2024
21:58 Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
20:02 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket
19:57 Qetilkirina rojnamevanan li Şehbayê bi meşek girseyî hat protestokirin
19:13 Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê
18:39 Li Efrînê 5 welatî hatin revandin
18:23 DEM Partî û Tora Zarokan a Amedê serdana malbata Narîn Guran kirin
17:01 Serdanên şîna ji bo rojnamevan Tara hatiye danîn didomin
17:00 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Çareserî azadiya Birêz Ocalan e
16:22 Li Hezexê 2 ciwan hatin binçavkirin
16:06 Rejîma Îranê kurdek din bi darve kir
15:44 Kovara Jinê bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojîiyê’ derket
15:19 Li Stenbolê rojnamevan dê ji bo Tara û Bahadîn çalakiyê li dar bixin
15:17 Li Endonezyayê lêhî rabû: 11 kes jiyana xwe ji dest dan
14:57 Qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin: Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin!
14:23 DEM Partiyê bi girseyî serdana Selahattîn Genç ê piştî 31 sal û 8 mehan hate berdan kir
13:51 Ukrayna êrişî Rûsyayê kir: 5 kes mirin 12 kes birîndar bûn
12:58 Di ‘Xwendinên Azadiyê’ de hevjiyana azad hate nîqaşkirin
12:28 Şewata li Çewligê derketibû hate vemirandin
12:27 Berteka rêxistinên çapemeniyê: Protokolên rojnamevanan diparêzin tên bipêkirin
11:13 Hêzên Heşdî Şeebî ji Germiyanê vekişiyan
11:03 Îsraîl ji bo 48 saetan Rewşa Awarte îlan kir
10:40 ‘Serpêhatiya wê ya azadiyê ew hêj bedewtir kir!’
10:05 Der barê sergardiyanê ku îşkence li girtiyan kir de lêpirsîn
09:48 42 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin
09:03 Destvala ji bazaran vedigerin
09:03 Banga kir ku demildest şandeyeke serbixwe biçe Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 Nivîskar û çavdarê siyasetê Osman hilbijartin nirxand: Gel li dijî PDK'ê bi bertek e
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN
24/08/2024
23:45 Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûm: Divê her kes dengê xwe bilind bike
19:21 Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin: Li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin
16:43 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê li dijî êrişan serî netewînin
16:30 Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e
16:20 Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin
16:02 Li Şirnexê 8 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
15:51 ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin
15:10 Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:09 Pêkhateyên Amedsporê: Tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne