ENQERE - Parlamenter Can Atalay bal kişand ser civîna Meclisê ya ji ber biryara AYM’ê derbarê wî de daye civiyaye û wiha pirsî: “Gelo bûyera Can Atalay hate girtin an Meclisê jî tev li xwe kir û bû bûyereke mezintir?”
Bi daxwaza partiyên muxalefetê di 16’ê tebaxê de Lijneya Giştî ya Meclisê wek awarte ji bo rewşa parlamenter Can Atalay civiya. Dema civînê de parlamenterên AKP’î êrişî Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kirin. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî derbarê nirxandina biryara Can Atalay a Meclisê de ku bi piraniya dengen hatibû redkirin, wiha gotibû: “Mijara Can Atalay bi temamî hatiye girtin.”
SPASIYA PIŞTEVANIYÊ KIR
Can Atalay têkildarî geşedanên hatine jiyîn bi riya parêzerên xwe ve daxuyanî da. Atalay bûyerê wek êrişekî “bixwîn” pênase kir û wiha got: “Her çiqas mijar bi navê min ve were bîranîn jî ez spasiyên xwe li kesên têkoşîna xwedîderketina Destûra Bingehîn, qanûnan, hiqûqê û heq dane meşandin; kesên ku li dijî keyfiyetê, cihêkariyê û encamên di rewşa min de derketine holê re têdikoşiyane; yên ku ked dane, parastine, piştevanî kirine, li dijî tundiyê serî netewandine, li parlamenteran, partiyan dikim.”
GELO BÛYERA CAN ATALAY HATE GIRTIN?
Atalay pirsa “Gelo bûyera Can Atalay hate girtin” pirsî û axaftina xwe wiha domand: “An Meclisê jî tev li xwe kir û bû bûyerekî mezintir? Bûyera ku bi mehan e hewl didin serê bigirin, çawa hiqûqê, edaletê, saziyan û herî dawî Meclisê jî tev li xwe kir û bi kêmasiyê, herimandinê û firehbûnê berdewam dike. Dê ev bûyer dema fermana hiqûqê hate sepandin were girtin. Yên ku dixwazin demekî din Can Atalay di girtîgehê de bidin ragirtin jî, texrîbata derketiye li holê dibînin. Hewldana ragirtina Can Atalay hurgiliya herî biçûk a vê bûyerê ye. Lê belê sepandina Destûra Bingehîn kirariyekî girêdayîna hiqûqê dixwaze, ji ber hewce ye Can Atalay jinûve wekî parlamenter were nivîsandin, ewqas li der dorê mijarê digerin. Bi qasî ku serê bûyerê bigirin bêhtir derdikeve holê. Li cihê ku Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin, li cihê ku her sazî rewabûna xwe dide nîqaşkirin, bûyera Can Atalay bi berfirehbûnê dibe rojev. Tê dîtin ku bûyera jê re dibêjin ‘qediya’ dema hemû qanûn, ûsil, nasnameya saziyan, û Destûra Bingehîn tê binpêkirin, nayê girtin, encam nade û her kesek dibîne ku bûyer li vir û wir digere, dîsa tê li pêşiya wan. Êdî herkes vê yekê dibîne.”