Banga ji bo 1'ê Îlonê: Divê em li dijî şer xeta têkoşînê ya hevpar birêxistin bikin

  • rojane
  • 09:31 31 Tebax 2024
  • |

STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangozê anî ziman ku Tirkiye sûcê li dijî şer dike û got ku li dijî şer rêxistinkirina xeta têkoşînê ya hevpar divê û 1'ê Îlonê ji bo vê firsendeke girîng e. 

Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin, didomin. Di 15'ê Tebaxê de di navbera Enqere û Bexdayê de “peymana ewlehiyê” hatibû îmzekirin. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ya Stenbolê Gonca Yangozê diyar kir ku li hemberî polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê divê xeta aştiyê bê xurtkirin.
 
Yangozê anî ziman ku şerê ku Tirkiye li dijî Herêma Kurdistana Federe daye destpêkirin ne nû ye û got ku desthilata AKP-MHP'ê bi polîtîkayên şer hebûna xwe diparêze. Yangozê diyar kir ku ew desthilateke ku qet naxwaze gelê kurd bibe xwedî statu û got ku êrişa li ser Herêma Kurdistana Federe encama vê yekê ye û hebûna kurdan û pêkhateya xweser a li herêmê naxwaze.
 
HELWESTA PDK'Ê REXNE KIR
 
Yangozê diyar kir ku PDK jî destekê dide êrişên Tirkiyeyê û vê rewşê wekî xiyanetê pênase kir û got: “Rastiya PDK’ê ya xwedî xeteke xiyanetê heye. Tişta ku Tirkiye dixwaze bike ew e ku PDK'ê bike mîna xwe. Divê PDK vê yekê baş bizane. Tirkiye her qadên jiyanê yên sivîlan bombe dike û PDK çawa dikare li hemberî vê rewşê bêbersiv bimîne?" Yangozê anî ziman ku di navbera PDK û desthilata AKP-MHP'ê de tenê têkiliyeke berjewendîperest heye û got: "PDK niha li berjewendiyên xwe difikire, ne li berjewendiyên gelê wê derê. Divê em vê rastiyê bibînin; PDK niha mîna faşîzma AKP-MHP'ê tevdigere."
 
‘TIRKIYE SÛCÊ ŞER DIKE'
 
Yangozê îşaret bi wê yekê kir ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe sûcê şer dike û got ku êrişa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê û qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadînê li Silêmaniyê mînaka vê yekê ye. Yangoz di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Desthilatê li herêmê dest bi zindîkirina cinayetên kiryar nediyar û polîtîkaya koçberiyê ya di salên 90’î de li Kurdistanê dihat meşandin, kiriye. Li ber çavê her kesî sivîlan qetil dike. Rojnamevanên ku qala sûcên şer ên Tirkiyeyê dikin hedef digire.  Mafê agahîgirtina gel tê binpêkirin. Li vir em dikarin bi zelalî bibêjin ku Tirkiye sûcê şer dike.”
 
Yangozê diyar kir ku divê hemû beşên civakê li dijî şer helwestê nîşan bidin û got: “Pêwîst e her beşên civakê li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Di vê çarçoveyê de bi taybetî muxalefeta sereke pêwîst e berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Lê dema ku em li pêkanînên muxalefeta sereke dinêrin, tiştekî jî nakin. Tew destûra operasyonên derveyî sînor didin. Rakirina tezkereyê mînaka vê yekê ye."
 
BANGAWAZÎ
 
Yangozê diyar kir ku şer zirareke mezin dide gelên Tirkiyeyê û got ku ew polîtîkaya li dijî şer dimeşînin û divê di nava gelan de aştî pêk were. Yangozê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em bi kesên tên vederkirin hemûyan re xeta têkoşînê ya hevpar ava bikin. Li pêşiya me 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê heye û ev banga me ji bo hemû gelan e; Bila dakevin kolanan, li dijî şer ji bo avakirina aştiyê." 
 

Sernavên din

03/09/2024
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN
02/09/2024
23:23 12 kesên di mitînga aştiyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:49 Apê Narîn Guranê hat girtin
16:54 Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye
16:44 Zarokên bavê wan hate girtin ev 3 roj in li deriyê sînor tên sekinandin
15:49 Ji bo Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê dê kampanyaya ‘azadiyê’ bê destpêkirin
15:30 Bertek nîşanî projeya HES’ê dan: Dixwazin nasnameya Dêrsimê tune bikin
15:29 Ji bo mamê Narîn Guranê daxwaza girtinê
15:28 Kuştina Luqman di rojeva Meclisê de ye: Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?
15:11 Malbata rojnamevan Gulistan Tara serdana MKG'ê kir
15:09 Tehliyeya Gobe yê 30 salin girtî ye dîsa hate taloqkirin
14:18 Dîmenên hêzên paramîlîter ku dewleta tirk veguhestin Amêdiyeyê hatin kişandin
14:17 Li Amedê destpêkirina sala edlî: Wê têkoşîna me ya hiqûq û edaletê bidome
14:16 Emîne Şenyaşar li Meclisê li muxataban digere
13:33 GOÇÎZDER: Em ê xebatên xwe bidomînin
13:31 Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!
13:26 Li Stenbolê dê panela ‘Şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bê lidarxistin
12:11 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
11:52 Dîmenên tundiya polîsan a li Êlihê derketin holê
11:46 13 roj in Narînê winda ye: Apê wê S.G. anîn edliyeyê
11:44 Malbatên girtiyên ji Girtîgeha Maltepeyê hatin sewqkirin nehatin agahdarkirin
11:35 DFG: Êrişên li ser rojnamevanan zêde bûne û gelek malperên înternetê hatin qedexekirin
11:28 Ji mitînga 1’ê Îlonê: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:34 Li Pirsûsê serdegirtinên malan
10:33 Li nexweşxaneya dewletê ‘cîhaz tune ye’ û nexweşxaneya taybet jî 800 hezar TL jê dixwaze
09:02 Desthilat çima binpêkirinên jin û zarokan parve nake?
09:02 Îdareya Taybet a Bajêr 7 milyon lîre dane komeleya mizgeftê: Nelirêtî tê kirin
09:01 Jin her hefte ji bo ‘kedê’ li parkekê tên cem hev
09:00 Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye
09:00 ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN
08:02 Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? Derket
01/09/2024
21:59 KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan
21:29 Amedî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
21:02 Bakirhan serdana Makbûle Ozerê kir
20:53 Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
20:45 Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin
19:40 Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê
19:10 Li Kadikoyê mitînga aştiyê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin
18:33 Li Wanê bi hezaran kes li dijî 'şer, dagirkerî û tecrîdê' li qadê ne
18:12 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
17:42 Xizmê Lokman ê di êrişa nijadperest de hate qetilkirin: Bila êrişkar bên girtin
17:03 Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e
16:44 Ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin
16:06 Li Pulurê polîsan welatiyek bi lêdanê binçav kirin
15:50 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Dîlokê hatin bibîranîn
15:49 Hejmara kesên li Xezeyê hatin qetilkirin nêzî 41 hezaran bû
15:48 Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
14:58 Hinek herêmên Pîranê hatin qedexekirin
14:56 Li cihê Erdogan got ‘Milyarek û nîv TL veberênan lê hat kirin’ vala derket
14:36 Cenazeyên kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayin birin baregeha leşkerî
14:00 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
12:40 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir
12:39 Li Nisêbînê cenazeyê kesekî hate dîtin
12:15 Li Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:30 Çiyayê Bagokê hate bombebarankirin
10:40 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:50 Hiqûqnasa giliyê MHP’iyan kiribû hate binçavkirin
09:45 Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e
09:44 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
09:42 Zaroka li Nisêbînê ji qata 6’an ketî xwarê jiyana xwe ji dest da
09:41 Balsever: Em ji bo elewiyan statu û temînata qanûnî dixwazin
09:15 ‘Em ê nehêlin li Hasandînê kana madenê bê çêkirin'
09:06 Eren ê DEM Partiyî: Desthilat li pişta êrişên nijadperest e
09:04 Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin
09:04 Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne
09:01 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN
08:59 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
31/08/2024
23:29 'Meşa Dirêj' li ber NY’ê bi dawî bû
23:26 Li Wanê stran ji bo xwezayê hatin gotin
20:23 Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Saziyên navneteweyî tecrîda Îmraliyê paşguh dikin
16:47 Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Divê Ocalan azad bibe
16:43 Turkoglû: Tekane alternatîfa dê aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye
15:45 Bêrîvanên Zozanê Berçelan bertek nîşanî fotokapanan dan
15:34 Weqfa Aştiyê: Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye
15:14 Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan
14:32 Karkerê madenê hê jî binçavkirî ne
14:29 Dayikên Şemiyê: Windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye
14:16 Rejîma Îranê kolbereke din qetil kir
14:06 Li aqûbeta Acar û Gunduz hat pirsîn
14:02 Emîne Şenyaşar: Heta hevdîtin pêk tê ez ê li vir bim
13:56 11 roj in ji Narîn Guran agahî nayên girtin: Apê wê hate binçavkirin
13:31 Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê
12:09 Êriş di roja 330’an de didomin: 40 hezar û 602 filistînî hatin qetilkirin
12:01 Amed ji bo 1’ê Îlonê amade ye: Rêya aştiyê, rakirina tecrîdê ye
11:48 Ji bo meşa li Amedê bang hat kirin: Werin em tecrîdê rakin
11:39 Hatîmogûllari: Em dikarin tifaqa qirêjî ya li Milazgirê bi hêzên demokrasiyê re vala derxînin
10:45 Ji Dayikên Aştiyê banga 1’ê Îlonê: Bê Ocalan aştî pêk nayê
10:07 Bang li ciwanan kirin: Çareserî ne çûna derveyî welat, têkoşîna birêxistinkirî ye
10:06 Abdullah Ocalan: Ez ji bo aştiyê şer dikim