Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye

ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku cara sêyemîne berdana wî tê taloqkirin ev meheke bi daxwaza bidawîbûna bêedeletiyê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Nebahat Îşçî bang kir û got: "Kurê min îro ji ber vê neheqiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Dengê wî bibihîzin." 

Berdana girtî Naîf Îşçi (28) ê ku di îlona 2010’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû binçavkirin û girtin, cara 3’yemîn hat taloqkirin. Îşçî ku li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê tê ragirtin, ji ber ku dest bi greva birçîbûnê kiriye û ferzkirina “poşmaniyê” red kiriye di 1’ê tebaxê de ji aliyê Desteya Îdarî û Çavdêriyê ve cara 3’emîn berdana wî ji bo 3 mehan hat taloqkirin. Bi îdiayên “Bêyî ku endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye”, “propagandaya rêxistinê kiriye”, “binpêkirina qanûna civîn, xwepêşandan û meşan” 24 sal cezayê girtîgehê li Îşçî hat birîn. Lê cezayê Îşçî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin û cezayê wî daxistin 16 salan. Lê tevî ku Îşçî cezayê lê hatiye birîn qedandiyê jî nikare ji mafê xwe yê berdana bişert sûd werbigire. Îşçî, beriya bê girtin di qezaya trafîkê de birîndar bûye û di lingê wî yê çepê de platîn heye. 14 sal in ku di linge Îşçî de platîn heye. Ji ber platîn nayê derxistin lingeke wî dirêj bûye û lingek jî kurt dimîne. Îşçî ji ber biryara girtîgehê ya keyfî ya  taloqkirina berdana wî, dest bi greva birçîbûnê kiriye, ev meheke ku di greva birçîbûnê de ye û daxwaz dike ku bêhiqûqiya ku li wî tê kirin bi dawî bibe. 
 
'JI BER NEHEQIYÊ BEDENA XWE DAYE BER BIRÇÎBÛNÊ' 
 
Der barê rewşa Îşçî de dayika wî Nebahat Îşçî axivî. Dayik Îşçî, diyar kir ku her carê zarokên wan rastî bêhiqûqiya dewletê tên û da zanîn ku daxwaza zarokên wan bidawîbûna zilmê ye û wiha axivî: "Edalet, heq û hiqûq nema ye. Ev sê carin ku cezayê kurê min xelas dibe lê nayê berdan. Li gorî edeleta Xwedê jî û ya evdan jî divê ku bê berdan. Kurê min ev 14 sal in ku di girtîgehê de ye. Piştî ku kete girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûn. Ev meheke ku tevî nexweşiyên xwe ketiye greva birçîbûnê. Herî dawî dema ku ez pê re axivîm jî ji min re got, 'heta ku ev bêedeletiye bidawî nebe ez ê di greva birçîbûnê de bim' ne tenê Naîf hevalên wî hemû rastî vê bêedeletiyê tên. Zarokên me dibêjin ku bila ev neheqiye û zilme li me neyê kirin û bidawî bibe. Dema ku cezayê wan diqede bila berdin. Kurê min îro ji ber vê neheqiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Bila vê heqereta li ser zarokê me û vê neheqiyê bidawî bikin. Dema ku cezayê wan xelas dibe bila berdin. Heta niha 10 nexweşî li kurê min derketine. Zarokên me çi kirine heta ku van lîstokan li ser zarokên me dikin?" 
 
'KESEK DENGÊ WÎ NABIHÎZE'
 
Îşçî, da zanîn ku rewşa kurê wê her ku diçe xerab dibe û bêdengiya ku li dijî rewşa girtiyan rexne kir. Îşçî, daxwaz kir ku demildest daxwazên kurê wê pêk bên û wiha bang kir: "Kurê min ji mideyê xwe, lingê xwe û ji çavê xwe nexweş e. Ev 14 sal in ku di lingê wî de platîn heye tu tedawiya wî nekirine. Dema ku dibin nexweşxaneyê jî tedawî nakin. Herî dawî ku ez çûm hevdîtinê jî min nebaş dît, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû. Kurê min gelek qels bûye. Ev meheke di greva birçîbûnê de ye û tişta ku mayî jî çûye. Kurê min dibêje, 'ez ê li berxwe bidim' tenê tişta ku ji wan tê ew e û ji wê pêvetir nikarin tiştekî din bikin. Dibêjin ji bo ku ev zilm li ser me rabe em nêçarin ku li ber xwe bidin. Em vê bêedeletiya ku li ser zarokên me tê kirin qebûl nakin. Banga min ji hemû sazî û dezgehan heye ku bila xwe ker nekin û bila herkes çavên xwe ji van girtiyan re vekin. Bila êdî bes ev heqarete li zarokên me bê kirin. Kurê min ev meheke di greva birçîbûnê de ye lê kesek dengê wî nabihîze. Bang dikim ku herkes xwedî li girtiyan derbikeve. Bila bes vê bêedeletiyê li zarokên me bikin."
 
 
 

Sernavên din

03/09/2024
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN
02/09/2024
23:23 12 kesên di mitînga aştiyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:49 Apê Narîn Guranê hat girtin
16:54 Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye
16:44 Zarokên bavê wan hate girtin ev 3 roj in li deriyê sînor tên sekinandin
15:49 Ji bo Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê dê kampanyaya ‘azadiyê’ bê destpêkirin
15:30 Bertek nîşanî projeya HES’ê dan: Dixwazin nasnameya Dêrsimê tune bikin
15:29 Ji bo mamê Narîn Guranê daxwaza girtinê
15:28 Kuştina Luqman di rojeva Meclisê de ye: Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?
15:11 Malbata rojnamevan Gulistan Tara serdana MKG'ê kir
15:09 Tehliyeya Gobe yê 30 salin girtî ye dîsa hate taloqkirin
14:18 Dîmenên hêzên paramîlîter ku dewleta tirk veguhestin Amêdiyeyê hatin kişandin
14:17 Li Amedê destpêkirina sala edlî: Wê têkoşîna me ya hiqûq û edaletê bidome
14:16 Emîne Şenyaşar li Meclisê li muxataban digere
13:33 GOÇÎZDER: Em ê xebatên xwe bidomînin
13:31 Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!
13:26 Li Stenbolê dê panela ‘Şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bê lidarxistin
12:11 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
11:52 Dîmenên tundiya polîsan a li Êlihê derketin holê
11:46 13 roj in Narînê winda ye: Apê wê S.G. anîn edliyeyê
11:44 Malbatên girtiyên ji Girtîgeha Maltepeyê hatin sewqkirin nehatin agahdarkirin
11:35 DFG: Êrişên li ser rojnamevanan zêde bûne û gelek malperên înternetê hatin qedexekirin
11:28 Ji mitînga 1’ê Îlonê: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:34 Li Pirsûsê serdegirtinên malan
10:33 Li nexweşxaneya dewletê ‘cîhaz tune ye’ û nexweşxaneya taybet jî 800 hezar TL jê dixwaze
09:02 Desthilat çima binpêkirinên jin û zarokan parve nake?
09:02 Îdareya Taybet a Bajêr 7 milyon lîre dane komeleya mizgeftê: Nelirêtî tê kirin
09:01 Jin her hefte ji bo ‘kedê’ li parkekê tên cem hev
09:00 Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye
09:00 ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN
08:02 Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? Derket
01/09/2024
21:59 KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan
21:29 Amedî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
21:02 Bakirhan serdana Makbûle Ozerê kir
20:53 Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
20:45 Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin
19:40 Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê
19:10 Li Kadikoyê mitînga aştiyê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin
18:33 Li Wanê bi hezaran kes li dijî 'şer, dagirkerî û tecrîdê' li qadê ne
18:12 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
17:42 Xizmê Lokman ê di êrişa nijadperest de hate qetilkirin: Bila êrişkar bên girtin
17:03 Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e
16:44 Ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin
16:06 Li Pulurê polîsan welatiyek bi lêdanê binçav kirin
15:50 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Dîlokê hatin bibîranîn
15:49 Hejmara kesên li Xezeyê hatin qetilkirin nêzî 41 hezaran bû
15:48 Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
14:58 Hinek herêmên Pîranê hatin qedexekirin
14:56 Li cihê Erdogan got ‘Milyarek û nîv TL veberênan lê hat kirin’ vala derket
14:36 Cenazeyên kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayin birin baregeha leşkerî
14:00 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
12:40 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir
12:39 Li Nisêbînê cenazeyê kesekî hate dîtin
12:15 Li Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:30 Çiyayê Bagokê hate bombebarankirin
10:40 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:50 Hiqûqnasa giliyê MHP’iyan kiribû hate binçavkirin
09:45 Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e
09:44 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
09:42 Zaroka li Nisêbînê ji qata 6’an ketî xwarê jiyana xwe ji dest da
09:41 Balsever: Em ji bo elewiyan statu û temînata qanûnî dixwazin
09:15 ‘Em ê nehêlin li Hasandînê kana madenê bê çêkirin'
09:06 Eren ê DEM Partiyî: Desthilat li pişta êrişên nijadperest e
09:04 Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin
09:04 Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne
09:01 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN
08:59 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
31/08/2024
23:29 'Meşa Dirêj' li ber NY’ê bi dawî bû
23:26 Li Wanê stran ji bo xwezayê hatin gotin
20:23 Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Saziyên navneteweyî tecrîda Îmraliyê paşguh dikin
16:47 Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Divê Ocalan azad bibe
16:43 Turkoglû: Tekane alternatîfa dê aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye
15:45 Bêrîvanên Zozanê Berçelan bertek nîşanî fotokapanan dan
15:34 Weqfa Aştiyê: Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye
15:14 Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan
14:32 Karkerê madenê hê jî binçavkirî ne
14:29 Dayikên Şemiyê: Windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye
14:16 Rejîma Îranê kolbereke din qetil kir
14:06 Li aqûbeta Acar û Gunduz hat pirsîn
14:02 Emîne Şenyaşar: Heta hevdîtin pêk tê ez ê li vir bim
13:56 11 roj in ji Narîn Guran agahî nayên girtin: Apê wê hate binçavkirin
13:31 Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê
12:09 Êriş di roja 330’an de didomin: 40 hezar û 602 filistînî hatin qetilkirin
12:01 Amed ji bo 1’ê Îlonê amade ye: Rêya aştiyê, rakirina tecrîdê ye
11:48 Ji bo meşa li Amedê bang hat kirin: Werin em tecrîdê rakin
11:39 Hatîmogûllari: Em dikarin tifaqa qirêjî ya li Milazgirê bi hêzên demokrasiyê re vala derxînin
10:45 Ji Dayikên Aştiyê banga 1’ê Îlonê: Bê Ocalan aştî pêk nayê
10:07 Bang li ciwanan kirin: Çareserî ne çûna derveyî welat, têkoşîna birêxistinkirî ye
10:06 Abdullah Ocalan: Ez ji bo aştiyê şer dikim