Jin her hefte ji bo ‘kedê’ li parkekê tên cem hev

  • jin
  • 09:01 2 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Jinên ku her hefte tev li “Hevdîtinên Keda Jinê” ya ji aliyê Şaredariya Peyasê ve li parkên cuda tê lidarxistin bûn, xwestin ku ji bo dîtina keda wan xebat bên berfirehkirin.

Şaredariya Peyasê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de her hefte li parkeke cuda “Hevdîtinên Keda Jinê” li dar dixe. Bi rêya van hevdîtinan berhemên ku jin bi keda xwe hildiberînin têne firotin. Her wiha ji bo zarokan jî atolyeyên perwerdeyê tên lidarxistin. Tevlibûna hevdîtinên heta niha 4 caran hatine lidarxistin zêde ye. 
 
BERDEWAMA XEBATAN DIXWAZIN
 
Yek ji jinên ku beşdarî hevdîtinê bû Neşe Ay, kêfxweşiya xwe ya ji ber xizmeta şaredariyê ku navbeynkariya firotina berhemên wê dike anî ziman û wiha got: “Em hez dikin ku roja xwe bi vî awayî bi berhemdar derbas bikin. Em ji hilberîneriyê hez dikin.” Ay, destnîşan kir ku divê heman xebat berdewam bikin. 
 
Serpîl Alparslanê jî diyar kir ku di hevdîtinan de hem desteka madî hem jî ya manewî ji bo jinan tê dayîn û got: “Girîng e ku jin li ser lingên xwe bisekinin. Em baweriya xwe bi şaredariya xwe tînin û li bendê ne ku xebat berdewam bike.”
 
Cemîle Akça, bal kişand ku şaredarî bi aktîvîteyan jin anîn bahev û ev tişt got: “Aktîvîte xweş e. Em bi jinan re tên bahev. Bi keyfxweşî derbas dibe, em bi jinan re demekî xweş derbas dikin. Dixwazin ku mayînde bibe.”
 
DAXWAZA CIHÊ BAZARÊ 
 
Saîme Ateş Mesûtoglû, bi lêv kir ku hevdîtinan firotina berhemên ku çêkirine hêsantir kirine û wiha axivî: “Rewşa min a li derve bixebitim nîne. Ez hevjîna girtiyekî siyasî me. Zarokê min jî nexweş e. Tenê dema aktîvîteyeke wiha çêdibe dikarim werim. Ev ji aliyê madî hesantir dike.” Mesûtoglû xwest ku ji bo jinan cihê bazarê û qadên hilberînê bên avakirin. 
Fatma Ay jî wiha got: “Divê herî kêm hefteyê 3 caran bê kirin. Gelek xweş û hêja ye ku keda jinê ya li malê nayê dîtin li vir tê nîşandan. Di warê aboriyê de tevkariyê li jinan dike.”
 
‘HEJMARA ME ZÊDE DIBE’ 
 
Midûra Xizmetên Malbatê û Jinan a Şaredariya Peyasê Hediye Guneş Zenger, da zanîn ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin zêdetir jinan. Zenger, da zanîn ku hedef dikin ku keda jinan ber bi çav bikin. Zenger, bal kişand ku tê xwestin ku jin li malê bên hefskirin û wiha got: “Ji aliyê aboriyê ve astengî danîne pêşiya wan. Armanca me ew e ku jinan di vê aktîvîteyê de bînin bahev. Heta niha me gelek hevdîtin lidarxistin. Me bi 15 jinan dest pê kir îro bûn 30 jin. Di her aktîvîteyê de hejmara me zêde dibe. Em dixwazin aktîvîteyên wiha zêde bikin.”
 
 
 
 

Sernavên din

03/09/2024
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN
02/09/2024
23:23 12 kesên di mitînga aştiyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:49 Apê Narîn Guranê hat girtin
16:54 Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye
16:44 Zarokên bavê wan hate girtin ev 3 roj in li deriyê sînor tên sekinandin
15:49 Ji bo Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê dê kampanyaya ‘azadiyê’ bê destpêkirin
15:30 Bertek nîşanî projeya HES’ê dan: Dixwazin nasnameya Dêrsimê tune bikin
15:29 Ji bo mamê Narîn Guranê daxwaza girtinê
15:28 Kuştina Luqman di rojeva Meclisê de ye: Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?
15:11 Malbata rojnamevan Gulistan Tara serdana MKG'ê kir
15:09 Tehliyeya Gobe yê 30 salin girtî ye dîsa hate taloqkirin
14:18 Dîmenên hêzên paramîlîter ku dewleta tirk veguhestin Amêdiyeyê hatin kişandin
14:17 Li Amedê destpêkirina sala edlî: Wê têkoşîna me ya hiqûq û edaletê bidome
14:16 Emîne Şenyaşar li Meclisê li muxataban digere
13:33 GOÇÎZDER: Em ê xebatên xwe bidomînin
13:31 Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!
13:26 Li Stenbolê dê panela ‘Şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bê lidarxistin
12:11 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
11:52 Dîmenên tundiya polîsan a li Êlihê derketin holê
11:46 13 roj in Narînê winda ye: Apê wê S.G. anîn edliyeyê
11:44 Malbatên girtiyên ji Girtîgeha Maltepeyê hatin sewqkirin nehatin agahdarkirin
11:35 DFG: Êrişên li ser rojnamevanan zêde bûne û gelek malperên înternetê hatin qedexekirin
11:28 Ji mitînga 1’ê Îlonê: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:34 Li Pirsûsê serdegirtinên malan
10:33 Li nexweşxaneya dewletê ‘cîhaz tune ye’ û nexweşxaneya taybet jî 800 hezar TL jê dixwaze
09:02 Desthilat çima binpêkirinên jin û zarokan parve nake?
09:02 Îdareya Taybet a Bajêr 7 milyon lîre dane komeleya mizgeftê: Nelirêtî tê kirin
09:01 Jin her hefte ji bo ‘kedê’ li parkekê tên cem hev
09:00 Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye
09:00 ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN
08:02 Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? Derket
01/09/2024
21:59 KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan
21:29 Amedî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
21:02 Bakirhan serdana Makbûle Ozerê kir
20:53 Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
20:45 Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin
19:40 Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê
19:10 Li Kadikoyê mitînga aştiyê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin
18:33 Li Wanê bi hezaran kes li dijî 'şer, dagirkerî û tecrîdê' li qadê ne
18:12 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
17:42 Xizmê Lokman ê di êrişa nijadperest de hate qetilkirin: Bila êrişkar bên girtin
17:03 Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e
16:44 Ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin
16:06 Li Pulurê polîsan welatiyek bi lêdanê binçav kirin
15:50 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Dîlokê hatin bibîranîn
15:49 Hejmara kesên li Xezeyê hatin qetilkirin nêzî 41 hezaran bû
15:48 Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
14:58 Hinek herêmên Pîranê hatin qedexekirin
14:56 Li cihê Erdogan got ‘Milyarek û nîv TL veberênan lê hat kirin’ vala derket
14:36 Cenazeyên kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayin birin baregeha leşkerî
14:00 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
12:40 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir
12:39 Li Nisêbînê cenazeyê kesekî hate dîtin
12:15 Li Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:30 Çiyayê Bagokê hate bombebarankirin
10:40 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:50 Hiqûqnasa giliyê MHP’iyan kiribû hate binçavkirin
09:45 Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e
09:44 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
09:42 Zaroka li Nisêbînê ji qata 6’an ketî xwarê jiyana xwe ji dest da
09:41 Balsever: Em ji bo elewiyan statu û temînata qanûnî dixwazin
09:15 ‘Em ê nehêlin li Hasandînê kana madenê bê çêkirin'
09:06 Eren ê DEM Partiyî: Desthilat li pişta êrişên nijadperest e
09:04 Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin
09:04 Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne
09:01 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN
08:59 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
31/08/2024
23:29 'Meşa Dirêj' li ber NY’ê bi dawî bû
23:26 Li Wanê stran ji bo xwezayê hatin gotin
20:23 Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Saziyên navneteweyî tecrîda Îmraliyê paşguh dikin
16:47 Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Divê Ocalan azad bibe
16:43 Turkoglû: Tekane alternatîfa dê aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye
15:45 Bêrîvanên Zozanê Berçelan bertek nîşanî fotokapanan dan
15:34 Weqfa Aştiyê: Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye
15:14 Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan
14:32 Karkerê madenê hê jî binçavkirî ne
14:29 Dayikên Şemiyê: Windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye
14:16 Rejîma Îranê kolbereke din qetil kir
14:06 Li aqûbeta Acar û Gunduz hat pirsîn
14:02 Emîne Şenyaşar: Heta hevdîtin pêk tê ez ê li vir bim
13:56 11 roj in ji Narîn Guran agahî nayên girtin: Apê wê hate binçavkirin
13:31 Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê
12:09 Êriş di roja 330’an de didomin: 40 hezar û 602 filistînî hatin qetilkirin
12:01 Amed ji bo 1’ê Îlonê amade ye: Rêya aştiyê, rakirina tecrîdê ye
11:48 Ji bo meşa li Amedê bang hat kirin: Werin em tecrîdê rakin
11:39 Hatîmogûllari: Em dikarin tifaqa qirêjî ya li Milazgirê bi hêzên demokrasiyê re vala derxînin
10:45 Ji Dayikên Aştiyê banga 1’ê Îlonê: Bê Ocalan aştî pêk nayê
10:07 Bang li ciwanan kirin: Çareserî ne çûna derveyî welat, têkoşîna birêxistinkirî ye
10:06 Abdullah Ocalan: Ez ji bo aştiyê şer dikim