31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî

  • rojane
  • 09:06 11 Îlon 2024
  • |

RIHA - Sînan Sutpak ku zêdetirî 31 salan di girtîgehê de ma diyar kir ku ji ber xwedîderketina li nasname û zimanê xwe, xwestin wî ceza bikin. Sutpak, wiha got: “Ji bo teslîmgirtina vîna girtiyan, gelek zordestiyan dikin. Vê yekê di heman demê de bi xwe re berxwedan afirand.” 

Sînan Sutpak di 3’yê gulana 1993’yan de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hate binçavkirin û dadgehê cezayê muebbetê lê birî. Sutpak, piştî 31 sal û 4 mehan hate berdan. Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “Nebaşhaliyê” 5 caran ji bo 3 mehan tehliyeya Sutpak taloq kir. Sutpak, di vê pêvajoyê de li girtîgehên Riha, Semsûr, Bursa, Mereş û herî dawî jî di Girtîgeha Tîpa T a Yozgatê de ma. Dema Sutpak ketî girtîgehê xwendin û nivîsandina wî tune bû lê li girtîgehê bi alîkariya hevalên xwe hîn bûn û piştre jî bi zaravayê kurdî dimilî dest bi nivîsandinê kir. Pirtûka helbestan a bi dimilî ya Sutpak a “Jûtenya” di sala 2016’an de ji hêla Weşanên Aramê ve hate weşandin. Sutpak piştî tehliyeya xwe hate cem malbata xwe ya li Sêweregê ya Rihayê. Sutpak, niha jî ji bo çapkirina pirtûkên xwe yên di girtîgehê de nivîsandî dike. 
 
‘JI BER KU MIN JI NASNAMEYA XWE TAWÎZ NEDA LEWMA CEZA DAN’
 
Sutpak, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, zextên li girtîgehan ji ber wêje û zimanê dayikê tên kirin ji ajansa me re axivî. 
 
Sutpak, got ku ji ber berdana xwe bi temamî keyfxweş nebûye û sedema wê wiha vegot: “Dema mirov 31 salan di nava 4 dîwaran de dimîne û piştre tê berdan, keyfxweş dibe. Lê belê em kurd nikarin vê keyfxweşiya xwe baş bijîn. Keyfxweşiyeke kêm e ji ber ku hêj hevalên me di nava çar dîwaran de ne. Em niha li derve ne lê mejiyê me di nava 4 dîwaran de ne. Lewma mirov nikare keyfxweş bibe. Ji bo mirov ji dil keyfxweşiyekê bijî, divê mejiyê mirov azad be. Ez wan hevalên xwe yên di girtîgehê de ji hêla ruhî ve li cem xwe hîs dikim. Dema qala girtîgehên Tirkiyeyê tê kirin, kurd tên bîra her kesî. Girtina rasteqîn ji bo kurdan derbasdar e. Girtinên derveyî kurdan tenê formalîte ne. Qanûn ji bo kurdan tên çêkirin û tên guherandin. Ji ber ku weke kurd em xwedî li zimanê xwe derdikevin, em tên cezakirin. Lê gelê kurd gelekî biînade û tevî cezayên giran jî xwedî li zimanê xwe derdikevin. Min ji bo vê bedel da. Tevî ku tu delîlek nebû jî ez zêdetirî 31 salan girtî mam. Heke niha parêzereke bêalî li dosyaya min binêre, dê bibîne ku bi îdiaya ‘alîkarî daye rêxistinê’ hatime girtin û cezayê muebbetê hatiye birîn. Min tawîz neda lewma ev ceza li min birîn. Weke kurdekî welatparêz ez xwedî li ziman, kurdbûna xwe, nasname û rûmeta xwe xwedî derketim. Bedela vê jî bû 31 sal û 4 meh.” 
 
‘NEKARÎN ÎRADEYA AZAD TESLÎM BIGIRIN’
 
Di berdewamê de Sutpak bal kişand ser têkoşîna li dijî binpêkirinên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Peyv bi têrî vegotina berxwedana min di 31 salan de şahidiya wê kiriye nakin. Her tiştek li dijî girtiyan weke çekekê tê bikaranîn. Heta hewayê hundir jî li dijî me tê bikaranîn. Mafên sereke yên însanî jî weke çekekî li dijî girtiyan tê bikaranîn. Ji bo teslîmgirtina vîna girtiyan zordestiyên cur bi cur dikin. Vê yekê bi xwe re berxwedan jî afirand. Kurd miletekî biînad e û hevîrê wan bi berxwedanê hatiye kirin. Ev yek her roj û saetê li zindanê xwe nû dike. Di her gavê de ev îradeye bihêztir dibe. Ji bo teslîmgirtinê çi gavan diavêjin bila biavêjin, îradeya azad hîn bêhtir xurt dibe. Qedexe, bi xwe re her wiha firsendan diafirîne. Her çend ji hêla fîzîkî ve nebe jî li hundir şerekî mezin heye. Di vî şerî de îrade roj bi roj xurttir dibe. Îradeya azad ji ber ku ji hêla dîrok, felsefe û çandê ve nû dike lewma xwe li ser pêyan digire. Girtiyên edlî demekî piştre ji her alî ve teslîm dibin. Lê yên xwedî îradeyeke azad yek saniyeyê jî teslîm nabin. Gelo ev hêza di nava çar dîwaran de roj bi roj îradeyê mezintir dike çavkaniya xwe ji çi digire? Tişta vî ruhî diafirîne çi ye? Divê zanyar ji hêla zanistê ve li ser vê mijarê bisekinin û lêkolînê bikin.” 
 
‘ME JI BO ZIMAN LI BER XWE DA’
 
Bi domdarî Sutpak destnîşan kir ku di nava 31 salan de gelek qonaxên girîng jiyane û ya ku dikir ew xwe li ser pêyan bigirin, berxwedana gel bû. Sutpak, diyar kir ku her çend ji hêla fîzîkî ve di girtîgehê de bin jî ji hêla ruhî ve li derve bûn. Sutpak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di tevahiya 31 salan de min hizra xwe dikir bê ka dema derdikevin dê ji bo gel çi bikim. Me her roj ji hev dipirsiya bê ka em ji bo çand, dîrok û zimanê xwe dikarin çi bikin. Me xwest li dijî asîmîlasyona li dijî zimanê me bibin bersiv. Ji bo rastiya xwe ya bi ser hatiye girtin û di bîrên kûr de hatine binaxkirin dîsa derxin holê, em ketin nava tevgerê. Me dikariya bi zimanê xwe helbest û stranan binivîsin û me jî we kir. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê, zaravayên kurmancî û dimilî roj bi roj tune dibin. Rewşa zaravayê dimilî hêj xerabtir e. Ya ku hiştî ez xwe li ser pêyan bigirim ev bû; ez ê derkevim û xizmetê ji bo zimanê xwe yê dayikê bikim.” 
 
ISRARA DI ZIMANÊ DAYIKÊ DE 
 
Di berdewamê de Sutpak bi lêv kir ku girtiyan girtîgeh veguherandine qadên perwerdeyê û wiha pê de çû: “Gelek hevalên me dema li girtîgehê dihatin gel me, qet bi kurdî nedizanîn. Ev birînek e. Tekane rêya dermankirina vê birînê jî hînkirina kurdî ye û me jî wisa kir. Di demên dawî de hinek hevalên me yên ku bi yek tîpa kurdî nedizanîn, nedikariyan binivîsin û bixwînin, hatin astekî wisa ku pirtûkan binivîsin. Ev yek wisa bi hêsanî çênebû. Ev, encama berxwedanê bû. Dema ez jî ketim girtîgehê min tenê dibistana seretayî xwendibû. Min bi xwe jî nedizanî tiştên dinivîsand bixwînim. Min kêmasiya xwe ya di mijara nivîsandina bi zimanê dayikê de tespît kir û xebitîm. Di dawiyê de jî min pirtûk nivîsand.” 
 
ÇÎROKA NIVÎSANDINA PIRTÛKÊ
 
Sutpak, da zanîn ku wî girtîgeh ji bo nivîsandina bi zimanê dayikê bi kar aniye û wiha got: “Her çend hêj nehatibin çapkirin jî, min gelek pirtûk nivîsandin.” Sutpak, pêvajoya nivîsandina “Jûtenya”yê jî wiha vegot: “Cenazeyên me dibirin morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Ev morg, morga kurdan e. Cenazeyên me li wir didan sekinandin û nedidan malbatan. Dayik, bi rojan li wir dihatin sekinandin. Rojekê min hevpeyvîna dayikan a di rojnameyê de xwend. Dayikekê digot; ‘Li morgê zarokên me hene. Em dixwazin wan bigirin lê bo xwe bi me dikinin. Em dixwazin cenazeyên xwe bigirin lê bi me dikenin.’ Wê demê 13 hevalan jiyana xwe ji dest dabûn û anîbûn Meletiyê. Dayika wê digot ‘Ew yekê tenê bû.’ Bi dimilî jî tê wateya ‘Jûtenya’. Min ev berhem ji bo wan jinên berxwedêr nivîsand. Di berhema Jûtenyayê de navên hemû berxwedêrên jiyana xwe ji dest dayin hene. Wêjeya kurdî deryayeke ku hêj derneketiye holê. Wêjeya kurdî ji asîman mezintir û bêdawîtir e.” 
 
Sutpak, bi lêv kir ku dema li girtîgehê derheqê derve de zêde agahiyên wî nebûn lê dema derketî karî çavdêriyê bike. Sutpak, wiha pê de çû: “Ciwan li stranên kurdî guhdarî dikin lê bi tirkî diaxivin. Tiştekî baş e ku stranên kurdî guhdarî dikin lê ez xemgîn bûm ku bi tirkî diaxivin. 6 neviyên min hene û ji wan 4 jê bi zimanê xwe yê dayikê bi dimilî nizanin. Lewma ji neçarî pê re bi tirkî û kurmancî diaxivim. Ji bo çareserkirina vê meseleyê ya ji dest tê ez ê bikim. Ji bo kurdî bibe zimanê axaftinê divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bike. Divê em bi xwe xwe asîmîle nekin. Dayikên me, parastvanên xwedî sond ên zimanê me ne. Bila vî zimanî hînî zarokên xwe bikin.” 
 
 ‘DI DÎROKA BERXWEDANÊ DE RÛPELEKÎ NÛ’
 
Sutpak, anî ziman ku taloqkirina tehliyeya girtiyan a ji hêla Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve derhiqûqî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Girtî xwe li gorî 30 salan amade dikin. Ji girtiyan re dibêjin ‘Heke tu vî tiştekî nebêjî ez ê te bernedim.' Ev yek’derhiqûqtiyeke mezin e û mînaka wê li cîhanê nîne. Derhiqûqtiyeke wiha tenê ji bo kurdan rewa dibînin. Ev derhiqûqtî tenê bi berxwedana gel dikare ji holê were rakirin. Di dîroka girtîgehê de tiştekî wiha nîne. Cara ewile ketiye meriyetê. Me di dîroka berxwedanê de rûpelekî nû vekir. Ji ber vê em şanaz û serfiraz in.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

11/09/2024
12:23 Girtiyê ku gefa kuştinê lê hatibû xwarin serî li OHD’ê da
12:20 Gelek derdoran piştgirî dan greva giştî ya li Rojhilat
11:40 Lêpirsîna Narîn Guran: Meleyê gund hat berdan, 22 kes di binçavan de ne
11:38 DEM Partî: Mafê perwerdehiyê yê astengdaran tê binpêkirin
11:24 Koordînasyona şîe bertek nîşanî ‘mutabakatê’ da: Em red dikin
11:15 Ceza dan girtiyên govend gerandin
10:49 Li Konseya Ewropayê dê ‘mafê hêviyê’ bê nîqaşkirin
10:42 Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan
10:38 Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye
10:35 Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin
10:08 Çavekî xwe di berxwedanê de winda kir: Çavê min ê din jî kor bibe ez ê li kolanan bim
10:06 Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin'
09:41 Şanoger û nivîskarê rojhilatî: Ez dixwazim gelên din ji êşên civaka me haydar bikim
09:38 Ji dirûşma ‘AKP ya kujer û diz’ re lêpirsîn
09:24 SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin
09:16 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet: Ocalan, nasnameyeke ku sînor derbas kirine ye
09:09 Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
09:07 19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
09:06 31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
09:04 Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
09:02 Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
10/09/2024
22:36 Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
22:34 Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
21:38 Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
18:20 Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
17:04 Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
16:47 ‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
16:39 Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:28 Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
15:55 Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
15:49 Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
15:27 Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
15:19 Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
15:05 Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte