Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye

  • rojane
  • 10:38 11 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Bi ser Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn û yek ji şahid û mexdûrên darbeyê Huseyîn Bariş wiha got: “Îktîdar diguherin lê heman zîhniyet e.” 
 
Bi ser Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an ku yek ji serdemên herî tarî ya Tirkiyeyê ye re 44 sal derbas bûn. Serfermandarê Giştî yê Artêşê yê demê Kenan Evren serkêşiya darbeyê kir û rêveberiya awarte ragihand. Di serî de partiyên siyasî û sendîka, bi hezaran rêxistinên civaka sivîl hatin girtin. Di pêvajoya darbeyê de milyonek û 638 kes xistin lîsteyê, di Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) de 210 hezar doz hatin vekirin, 230 hezar kes hatin darizandin. Di dozan de 7 hezar kes bi cezayê îdamê hatin darizandin û ji van 50 jê hatin bidarvekirin. Di wê serdemê de hate belgekirin ku di îşkenceyên li girtîgeh û navendên binçavkirinan de 300 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û 171 kes jî ji ber îşkenceyê hatin qetilkirin. 
 
Yek ji cihên darbeyê herî zêde bandora xwe lê kirî jî girtîgeh bûn. Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê, veguherandin navenda îşkenceya sîstematîk a îşkenceyan. Ji bo tirsandina girtiyan, Serpel Esat Oktay ku li Qibrisê sûcên li dijî mirovahiyê kiribûn anîn rêveberiya girtîgehê. Ji ber îşkenceyên di vê serdemê de hatine kirin, Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê kete lîsteya “10 girtîgehên herî xerab ên cîhanê.” Li dijî îşkenceyên sîstematîk ên şahidên wê demê vegotin û îşkenceyên dermirovî, berxwedanek jî pêş ket. Berxwedana ku yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan da destpêkirin, bi berxwedana Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku di 17’ê gulana 1982’yan de xwe şewitandin domiya. Berxwedan, bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ya bi pêşengtiya kadroyên pêşeng ên PKK’ê M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatiye destpêkirin derket lûtkeyê. 
 
Huseyîn Bariş
 
Rêveberê Komeleya Piştevaniya bi 78’an re û Lêkolînê Huseyîn Bariş ku wê demê li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dihat ragirtin û bûbû şahidê berxwedanê, qala wê serdemê kir. Bariş, di 16’ê gulana 1981’ê de li Nisêbîn a Mêrdînê hate binçavkirin. Du mehan di îşkenceyê de ma û di 13’ê tîrmeha 1981’ê de birin Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê. Li girtîgehê bi îşkenceyê birin hucreyê û 17-18 rojan di hucreyê de ma. Piştre jî birin qawîşa 32’yemîn a E Bloqê. 
 
'BINGEHA DARBEYÊ AMADE KIRIN’
 
Bariş, wiha qala pêvajoya darbeyê û ya Girtîgeha Hejmar 5’ê kir: “Pêvajoya ber bi darbeyê ve ne tiştekî rashatî bû. Biryareke ku 5 general hatibin gel hev û dabin tune bû. Wê demê jî mîna niha Tirkiye di nava krîzeke cidî ya siyasî, aborî û civakî de bû. Beriya darbeyê li Tirkiyeyê pirsgirêkên cidî hebûn. Mîna niha, nedihiştin tu kes tiştekî bike. Nedihiştin kesek biacive. Ji her alî ve zextekî sîstematîk hebû. Şaredarê Meletiyê hate kuştin. Ji bo darbeyê bingehek hate amadekirin û di 12’ê îlonê de darbe kirin. Piştî darbeyê, qanûn, meclis, hiqûq her tiştek fesh kirin. Sedema vê jî ew bû ku pergala xwe ava bikin û Tirkiyeyê li gorî daxwaza xwe birêve bibin. Wê demê destûra bingehîn, qanûn dan sekinandin û dest bi girtinan kirin. Wê demê îşkence hatin kirin, binçavkirin, girtin hebûn. Anku wê demê fermanek hate mohrkirin. Heq an jî neheq berê xwe dan her kesekî.”
 
3 SALAN BÊNAVBER ÎŞKENCE KIRIN
 
Bi domdarî Bariş anî ziman ku bi darbeyê re li dijî hemû dînamîkên civakê operasyoneke mezin hatiye kirin û hemû girtîgeh hatine tijekirin. Bariş, destnîşan kir ku girtin û binçavkirin heta sala 1981’ê berdewam kirin û wiha pê de çû: “Ez di gulana 1981’ê de hatim girtin. Di tîrmehê de anîn Girtîgeha Hejmar 5’ê. Ew der cihekî taybet bû. Me derheqê girtîgehên Çîn û Îranê de dixwend û me bihîstibûn lê belê tiştên li Amedê dihatin kirin pir cuda bûn. Her cureyên sepanên ku rûmeta mirov qebûl nake di meriyetê de bûn. Jixwe bi mehan îşkence kiribûn û piştre jî anîn vê girtîgehê. Dema mirov dianîn wê girtîgehê, digotin; ‘Xwezî ez 6 mehên din jî di îşkenceyê de bûma lê ne anîbûna vê zindanê.’ Ji destpêkê heta dawiyê yek kêliya bêyî komkujî û îşkenceyê tune bû. Derî 24 saetan vekirî bûn û qêriyên mirovan li girtîgehê olan didan. Esat Oktay û ekîba wî 3 salan bênavber li wir îşkence kirin. Hinek kes hatin qetilkirin û hinek jî seqet man. Zindana Amedê hêj jî di rojevê de ye ji ber ku lehengên wê derê têkoşîneke mezin derxistin holê.” 
 
'ÎRADEYEKE PIR MEZIN A SERÎ NEDITEWAND HEBÛ’ 
 
Bariş, got ku li dijî teslîmiyet û xiyaneta dihat ferzkirin, şahidiya berxwedaneke pir mezin kiriye û ev tişt anî ziman: “Îrade û têkoşîneke ku pergalê red dike û serî natewîne hate raberkirin. Rojiya Mirinê hate girtin, Mazlum Dogan jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî 66 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tevî van êriş û îşkenceyan jî serî nehat tewandin û berxwedaneke mînak hate raberkirin. Bi sedan mirov rûs û tazî dikirin. Ji serê sibehê saet 05.00’ê heta tariya êvarê sirûdên leşkerî didan guhdarîkirin. Em tevek dixistin rêzê û serê me dixistin kanalîzasyonê de. Sedema van tevan jî ew bû ku sîxûrtî û teslîmiyet nedihatin qebûlkirin. Di 12’ê Îlonê de bedelên mezin hatin dayin. Lê îro li ser vê xakê têkoşîna demokrasiyê tê meşandin.” 
 
ÎNKARA LI DIJÎ KURDAN DIDOME
 
Bariş, anî ziman ku tevî bi ser re 44 sal derbasbûne jî hêj zîhniyeta wê serdemê neguheriye û axaftina xwe wiha qedand: “Yên hilbijartî diguherin lê zîhniyet heman zîhniyet e. Zext û înkara li dijî kurdan didome. Zêdetirî 100 sal in hebûn, ziman û çanda kurdan qebûl nakin. Neheqî bingeha xwe ji vir digire. Ditirsin. Ji ber ku dizanin li holê xespek heye. Di vir de pirsgirêkek heye û divê were çareserkirin. Bi milyonan kes tune tên hesibandin. Lewma heke hikûmet vê zîhniyeta şer bidomîne jî pêdivî bi çareseriyê heye. Heke civak weke dost bê dîtin ev pirsgirêk dê were çareserkirin. Li dijî vê hewcehî bi têkoşîneke demokratîk heye. Divê civak xwedî li xwe derkeve. Divê em tevek ji bo vê qaneh bibin.” 

Sernavên din

11/09/2024
12:23 Girtiyê ku gefa kuştinê lê hatibû xwarin serî li OHD’ê da
12:20 Gelek derdoran piştgirî dan greva giştî ya li Rojhilat
11:40 Lêpirsîna Narîn Guran: Meleyê gund hat berdan, 22 kes di binçavan de ne
11:38 DEM Partî: Mafê perwerdehiyê yê astengdaran tê binpêkirin
11:24 Koordînasyona şîe bertek nîşanî ‘mutabakatê’ da: Em red dikin
11:15 Ceza dan girtiyên govend gerandin
10:49 Li Konseya Ewropayê dê ‘mafê hêviyê’ bê nîqaşkirin
10:42 Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan
10:38 Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye
10:35 Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin
10:08 Çavekî xwe di berxwedanê de winda kir: Çavê min ê din jî kor bibe ez ê li kolanan bim
10:06 Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin'
09:41 Şanoger û nivîskarê rojhilatî: Ez dixwazim gelên din ji êşên civaka me haydar bikim
09:38 Ji dirûşma ‘AKP ya kujer û diz’ re lêpirsîn
09:24 SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin
09:16 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet: Ocalan, nasnameyeke ku sînor derbas kirine ye
09:09 Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
09:07 19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
09:06 31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
09:04 Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
09:02 Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
10/09/2024
22:36 Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
22:34 Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
21:38 Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
18:20 Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
17:04 Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
16:47 ‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
16:39 Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:28 Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
15:55 Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
15:49 Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
15:27 Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
15:19 Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
15:05 Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte