ENQERE - Ozturk Turkdoganê ku di Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edaletê de cih digire, diyar kir ku di bernameya wan de hevdîtina bi partiyên siyasî re heye û got: "Em ê der barê tecrîdê de wan agahdar bikin û dosyeyên ku rewşa heyî vedibêjin pêşkêşî wan bikin."
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ji 15'ê Sibata 1999'an ve di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de ye, 52 meh in tu agahî nayê girtin.
Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li seranserê cîhanê dest pê kir, bi çalakiyên cur bi cur do rojevê de ye. Di çarçoveya kampanyayê de 69xelatgirên Xelata Nobelê banga rakirina tecrîdê kirin û komek rewşenbîr, nivîskar, sosyalîst û parêzvanên mafên mirovan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî di 5’ê Tebaxê de Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet ava eşkere kirin.
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan ku di hewldanê de cih digire, têkildarî hewldanê, tecrîdê û rola Abdullah Ocalan a di warê çareseriyê de axivî.
HELWESTA OCALAN
Turkdogan bi bîr xist ku helwesta Abdullah Ocalan li cem gelê kurd di xaleke gelekî girîng de ye û got ku divê Ocalan ji ber helwesta xwe ya heyî wekî "rêberê gel" bê dîtin. Turkdogan anî ziman ku ji ber fikrên Ocalan yên derketina ji "çirava newtew-dewletê" tecrîd kûrtir bûye û got ku piştî bidawîkirina pêvajoya di navbera 2013-2015'an de li Tirkiyeyê krîzên aborî, siyasî û civakî rû dan.
Turkdogan anî ziman ku piştî vê pêvajoyê ji gel re "reçeteya tahl" hatiye dayîn û got: "Kesên teqawidbûyî, karker, betal, karker û kedkarên cemaweriyê nikarin ji aramiyê para xwe bi dest bixin. Ew di nav xizaniyê de ne. Newekheviya dabeşkirina dahatê pir zêde bûye. Niha, ji bo rastkirina vê yekê, ew reçeteya tahl didin gel. Lêçûna mezin a ji ber şer ji aliyê gel tê stendin."
JI BO EDALETÊ HATIN CEM HEV
Turkdogan bal kişand ser Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet û wiha got: “Çar sal e tu xeber tune ye. Di vê pêvajoyê de hikûmetê bersivek ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re şandiye. Gotiye 'Tecrîd tune ye'. Çawa tune ye? Ji bo rastiya vêdivê parêzer bi rêkûpêk hevdîtinê bikin. Divê endamên malbatê bi rêkûpêk hevdîtinê bikin. Ev mafê wan ê qanûnî ye. Rewşa li vir bi rastî ji aliyê wijdanî, exlaqî û hiqûqî ve nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî em hatin cem hev û em cardin li dijî tecrîda edaletê dixwazin. Em dixwazin ger qanûneke vî welatî hebe, bila pêk bê."
Turkdogan îşaret bi wê yekê kir ku dê hewldan ji bo bidawîkirina tecrîdê bernameyekê çêbike û got, di vê bernameyê de dê bi partiyên siyasî re jî hevdîtin bên kirin. Turkdogan anî ziman ku ew ê der barê tecrîdê de aliyên siyasî agahdar bikin û got: “Em ê dosyayên rewşa heyî diyar bikin. Armanca me ya li vir tenê ev e; ji bo ku tecrîd bi rastî were rakirin. Armanca şênber ev e. Em tenê dibêjin: Em ê bang li mirovên xwedî wijdan ên vî welatî bikin. Em ê bang li rewşenbîr û rojnamegeran bikin. Em ê rewşê vebêjin û bibêjin 'Êdî hûn jî dengê xwe bilind bikin.'"
'CÎHAN BEHSA OCALAN DIKE'
Turkdogan bal kişand ser çalakiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî hatine destpêkirin û wiha got: “Eşkere ye ku birêz Ocalan bi fikrên xwe çiqas bandor li rewşenbîrên cîhanê kiriye. Divê bi taybetî were zanîn ku; hêza bandorkirinê berbelav dibe. Ev yek nîşan dide ku pirsgirêka kurd çiqasî li qada navneteweyî belav bûye. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye û hevalbendên wê êdî nikarin polîtîkayên bi vî rengî yên berê bidomînin."
MÎNAKA MANDELA
Turkdogan da zanîn ku ew difikire ku çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê encamê bidin û got: “Mandela yekser tê bîra min. Li seranserê cîhanê ji bo Mandela kampanyayeke mezin hat destpêkirin. Bi wê kampanyayê re di pêvajoya azadiya wî de guhertin û veguhertin dest pê kirin. Ev yek li Tirkiye di salên 2013-2015'an de pêk hat. 28'ê Sibata 2015'an bi rastî jî rojeke dîrokî bû. Ew metna deklerasyonê ku ji aliyê serokê serhildana dawî (PKK) ve hatibû nivîsandin, deklerasyona demokrasiyê bû. Ez bi rastî carinan matmayî dimînim. Diviyabû yên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin piştgirî bidana vê daxuyaniyê. Ma di çareseriya pirsgirêka kurd ji vê demokratîktir tiştek heye?"
‘KONSEYA EWROPAYÊ MEKANÎZMAYEKE SIYASÎ YE'
Turkdogan biryara "binpêkirinê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê Abdullah Ocalan de jî bi bîr xist û bertek nîşanî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE BK) da ku piştî 7 salan vê biryarê xistiye rojeva xwe. Turkdogan diyar kir ku meclis bi mebestên siyasî tevdigere û wiha got: “Abdullah Ocalan bi operasyona NATO’yê radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piraniya welatên endamên NATO'yê welatên endamên konseyê ne. Ji ber vê sedemê mekanîzmayeke siyasî ye. Wekî tercîheke polîtîk nexist rojeva xwe. Ji ber vê yekê nirxên mafên mirovan ewqasî xira bûne. Ger hem konseyê û hem jî Neteweyên Yekbûyî biryarên ku ji aliyê mekanîzmayên mafên mirovan ve hatine dayîn di wextê xwe de bigirtana, li cîhanê ewqas şer û pevçûn çênedibûn. Komîteyê di encama berxwedana gelê kurd de biryara Abdullah Ocalan xistiye rojeva xwe. Lê di van 7 salan de li Tirkiyeyê çi nebû? Tirkiye pêşî bi awayekî nefermî û piştre jî bi awayekî fermî bi Rewşa Awarte hat birêvebirin. Niha bi modela serokatiyê ya li ser bingeha tekparêziyê tê birêvebirin. Zext zêde bû, lê gel jî li ber xwe da. Gelê kurd destkeftiyên xwe diparêze. Ji ber vê yekê ez dixwazim diyar bikim ku ev yek rasterast bi berxwedan û têkoşînê ve girêdayî ye.”
Turkdogan diyar kir ku divê komîte biryara rakirina tecrîdê bide. Turkdogan destnîşan kir ku divê şert û mercên serbestberdanê bên afirandin û got: "Divê desthilata siyasî, îradeyeke siyasî nîşan bide."
'HÊ JÎ SERLÊDAN NEHATINE BERSIVANDIN'
Turkdogan da zanîn ku wan wekî partî berê jî ji bo Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê daye, lê heta niha tu bersiveke erênî û neyînî negirtine û got ku dê wekî din jî serlêdan çêbibin û bi awayekî hiqûqî vê yekê bişopînin.
MA / Mehmet Aslan