Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike

  • rojane
  • 11:32 17 Îlon 2024
  • |

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku ji 35 welatan zêdetirî 500 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirine û wiha bang li hikûmetê kir: “Hûn çiqas guh û çavên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike.”

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Koçyîgît, bertek nîşanî êrişa leşker û polîsan ên li dijî karkerên ji bo mafên xwe çalakiyan li dar dixin. 
 
Koçyîgît, anî ziman ku heqdestê karkeran kêm e û xizaniya li welêt roj bi roj zêdetir dibe. Koçyîgît, wiha dom kir: “Ewlehiya kar tune ye, mafên sendîkayî tên xespkirin, sendîkabûyîn roj bi roj zehmettir dibe û sendîkayên alîgir her ku diçe bêhtir tên mezinkirin. Ev jî yek ji sedemên esasî ya berxwedana karkeran e. Grev û berxwedana karkeran a li her çar aliyên welêt belav dibe, di heman demê de serhildana gel e û divê her kes lê xwedî derkeve.” 
 
LI SER NAVÊ BI MILYONAN LI QADAN E
 
Koçyîgît, got ku karker ser navê bi milyonan li qadan e û wiha pê de çû: “Divê li dijî xizanî, nelirêtî û kedxwariyê her kes li rex karkeran cih bigire û deng bide dengê wan. Îktîdara AKP-MHP’ê hêzên ewlekariyê bi ser karkeran de dişîne. Mezintirîn tirsa vê tifaqa kedxwariyê, berxwedana karkeran e. Ev berxwedana li dijî neheqî û zilmê teqez dê mezintir bibe. Hemû qadên kar û kolan dê bibin qadên grevên karkeran. Emniyeta ku êrişî karkeran dike, gefan lê dixwe û tetîkkêşiya sermayeyê dike, şirîkên van sûcan e.” 
 
DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ 
 
Di berdewamê de Koçyîgît bal kişand ser xebatên ji bo Destûra Bingehîn a nû û wiha pê de çû: “Divê em bibêjin ku berdewamiya feraseta qedexeker a 12’ê Îlonê ye. Îktîdara ku qala destûreke bingehîn a nû dike, her qanûna darbeya 12’ê Îlonê dema bi kêrî wê tê bi kar tîne. Lê dema bi kêrî wê neyê jî van qanûnan nas nake.” 
 
ZEXTÊN LI SER GIRTÎGEHAN
 
Koçyîgît, di berdewamê de qala zextên li girtîgehan kir û wiha got: “Ji kesên 30 sal in girtî ne pirsa ‘tu poşmanî yan na?’ dikin. Ewqas aqilê xwe avêtine ku ji kesên 30 sal in ji ber fikrên xwe girtî vê pirsê dikin. Ji wehşeta 12’ê Îlonê heta niha we girtîgeh veguherandine îşkencexaneyan. Ji bo teslîmgirtina rûmeta girtiyên siyasî we serî li hemû cureyên zilmê dan lê we nekarî teslîm bigirin. Em li ser navê her kesî dipirsin; gelo hûn ji ber van sepanên xwe yên dermirovî poşman in an na? 
 
DÎROKÊN DARVEKIRINÊ HENE
 
Hûn ê kengî li gorî edalet û hiqûqê tevbigerin? Em dizanin ku pêvajoya têkildarî girtiyên nexweş, demekê ji bo îdama wan e. Em dixwazin ji Wezareta Dadê bipirsin; gelo hûn dê vê salnameya îdamê ya ji bo girtiyên nexweş kengî bi raya giştî re parve bikin? Hûn dê hêj çavên xwe li mirina çend girtiyên din ên nexweş bigirin û hûn ê heta kengî vê rejîma fiîlî ya îdamê bidomînin? Hûn kî ne? Ma hûn dadgeh in, kujer in, celad in, hûn li ser navê kê û bi navê çi girtiyên siyasî dikujin?” 
 
DIVÊ WERE TEHLIYEKIRIN
 
Koçyîgît, bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo biryara binpêkirinê ya DMME’yê têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû dicive û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezareta Dadê gelek caran plana çalakiyan amade kir, komeqanûn anî, paketên darazê anî û got ‘Ji îşkenceyê re tolerans nîne.’ Lê belê tevî ku bi ser re 10 sal derbas bûne jî li dijî biryara DMME’yê tu gav ne avêtin. Di qanûnên xwe, di qanûna mirinê û di ya îdamê de israr kir. Anku di esasê xwe de Tirkiye ev 10 sal in îdamê bi ser hev bi kar tîne. Divê madeya îdamê anklu Madeya 25’emîn a Qanûna Înfazê teqez were guherandin. Di vê mijarê de me pêşniyarqanûn dabû Meclisê. Niha gelek girtî hene ku zêdetirî 25 sal in girtî ne. Yek ji wan jî birêz Ocalan e û bi guherîna vê qanûnê re divê di çarçoveya Mafê Hêviyê de pêvajoya tehliyekirina bişert dest pê dike. 
 
DINYA QALA TECRÎDÊ DIKE
 
Parêzeran ji Wezareta Dadê re name şandin. Di vê nameyê de careke din gotin ku divê Ocalan bikare mafê xwe yê hevdîtinê bi kar bîne. Zêdetirî 500 parêzer û saziyên hiqûqê xwestin li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û ev yek ji Wezareta Dadê re ragihandin. Hûn çiqas çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike. Hemû kes pê dizane ku li dijî tecrîda li Îmraliyê li seranserî cîhanê gelek çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin. Di vê nameyê de jî parêzer û saziyên hiqûqê dibêjin; ‘Tecrîda li Îmraliyê li seranserî cîhanê rêbazekî tecrîdê yê taybet û cihêkar e.’ Anku dibêjin mînakên wê li cîhanê nînin. 
 
TECRÎDÊ RAKIN
 
Tecrîd, di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane mijareke girîng e. Tecrîd, pirsgirêka kurd hêj girantir dike. Derfetên çareseriyê ji holê radike. Li şûna tecrîdê, divê aqilê çareseriyê pêş bikeve. Welêt û gelên me dê sûdê ji vê bigirin. Em ji îktîdarê dipirsin; gelo mebesta we ya ji domandina tecrîdê û israra di neçareseriyê de çi ye? Ma we heta niha bi tecrîdê çi bi dest xistiye ku dê niha tiştekî cuda bi dest bixin? Ji vê xeletiya xwe vegerin, tavilê tecrîdê rakin û deriyên guftûgoyê vekin. Rêya xelasiya ji krîzên heyî; rakirina tecrîdê ye. 
 
MA HÛN Ê HETA KENGÎ VÊ KOMPLOYÊ BIDOMÎNIN? 
 
Ma êdî dema wê nehatiye ku hûn li dijî hikûmeta AKP’ê ya ku têkildarî muebbeta giran tu guhertin di qanûnan de nekiriye tevdîran bigirin? Bi dehan sala ye biryara PMME’yê tê binpêkirin. Ma li dijî vê hûn êdî gavên şênber naavêjin? Ma hûn dê heta kengî vê rewşê jinedîtî ve bên û heta kengî vê komployê bidomînin? Divê êdî hûn destûrê nedin ku berjewendiyên siyasî yên dewletan bikevin pêşiya daxwaza çareseriya aştiyane ya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê.” 
 
 

Sernavên din

17/09/2024
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir